Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Cuma - 5 Temmuz 2024

Hilbijartinên bakur û rojhilatê Sûriyeyê taloqî tebaxê hat kirin

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ragihand ku hilbijartinên şaredariyên bakur û rojhilatê Sûriyeyê ku wê 11’ê hezîrana pêk bihata, li ser daxwaza hevbendiyan taloqî  meha tebaxê kirin.

Rêveberiya Xweser a bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryar girtibûn ku di 11’ê hezîranê de li ser seranserê herêmê hilbijartinên şaredariyan pêk bînin. Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê der barê mijarê de biryara hejmara /5/ da. Li gorî biryarê hilbijartinên şaredariyan ku çav li rê bû 11’ê Hezîranê hatiban çêkirin,  li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, taloqî meha tebaxê hatin kirin.

Komîseriya Bilind a Hilbijartinan ev tişt parve kir: “Li ser daxwaza partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne, dîsan ji ku proseya hilbijartinan bi awayekî demokratîktir derbas bibe, Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a bakur û rojhilatê Sûriyeyê biryar da ku hilbijartinên ku çav li rê bû 11’ê hezîranê çêbibin, taloqî 8’ê Tebaxê kir.

Partî û hevbendiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinan bûne ji komîseriyê xwest in ku dema hilbijartinan were taloqkirin. Li gorî partî û hevbendiyên beşdarî hilbijartinan bûne, dema ku propgandaya hilbijartinana  ji bo namzetan hatiye diyarkirin teng e. Sedema din a taloqkirinê demeke têr lazim e ku bangawazî  li rêxistinên navneteweyî were kirin da ku çavdêriya hilbijartinên li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.

Partî û hevbendiyên siyasî yên ku daxwaza taloqkirina hilbijartinan kirine ev in: Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Hevbendiya Gelan û Jinan ji bo Azadiyê, Lîsteya bi hev re ji bo Çêtirîn Raje û Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyeyê (Yekitî).”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar