Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

‘Hilbijêrên’ AKP-MHP’ê ji Qilebanê veqetiyan

Wesayîtên zirxî yên ku leşker, polîs û tîmên taybet ji bajarên cuda yên Tirkiyeyê ji bo ku li Şirnex û navçeyên wê dengan bi kar bînin anîn bajêr, bi konvoyekî ji navçeyên Şirnexê derketin

Duh li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê zêdetirî 50 milyon hilbijêr ji bo hilbijartina namzetên xwe yên şaredariyê, çûn ser sindoqan. Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) ku li gelemperiya bakurê Kurdistanê namzetên xwe nîşan dabûn, li Tirkiyeyê jî bi stratejiya ku bi tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê bide windakirin, beşdarî hilbijartinê bû.

Tifaqa AKP-MHP’ê ku li dijî stratejiya HDP’ê kete nava tirs û xofê, bi hîle û rêbazên nelirê hewl da ku li bakurê Kurdistanê bi HDP’ê bide windakirin. Di vê çarçoveyê de li bajarên krîtîk ên weke Îdir û Qersê tenê namzetek nîşandan. Li bajarên weke Şirnex, Colemêrg, Sêrt û Agiriyê jî bi rêbaza veguhestina dengan re xwestin ku encamê bigirin. Tifaqa faşîst a AKP-MHP’ê ku dengên leşker û polîsên li bakurê Kurdistanê têrê nekir, ji Mêrsîn, Edene û gelek bajarên din jî bi hezaran leşker û polîs ji bo dengdayînê veguhestin bakurê Kurdistanê.

Wêneyên leşker û polîsan hatin parvekirin

Yek ji bajarên ku AKP’ê bi vê rêbazê xwest encamê lê bi dest bixe jî Şirnex bû. Li gorî daneyan, li navenda Şirnexê ku ji sedî 40 hilbijêrên wê yên HDP’î di encama hilweşandina bajar de koçber bûbûn, zêdetirî 12 hezar leşker û polîs ji bo ku dengên xwe bidin anîn bajar. Heman rêbaz li navçeyên Şirnexê jî hat ceribandin. Tevî ku qedexe bû jî, wêneyên bi hezaran çawişên pispor, leşker û polîsên ku li bi wesayîtên zirxî û çekan hatin Şirnexê û deng bi kar anîn, hatibûn parve kirin.

Wesayîtên zirxî ji bajar derketin

Îro jî wesayîtên zirxî yên ku leşker, polîs û tîmên taybet ji bajarên Tirkiyeyê ji bo dengdayînê anîn Qilebanê ji navçeyê derketin. Hat zanîn ku wesayîtên zirxî berê xwe dan baregehên derdora Balefirgeha Şerafettîn Elçî ya li ser rêya Cizîr û Hezexê. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar