Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hîleya AKP’ê ya li Basayê jî teşhîr bû

Hikûmeta AKP’ê ji bo xespkirina şaredariya navçeya Basa ya Şirnexê di nav 6 mehan de 700 hilbijêr li lîsteya hilbijêran zêde kirin. HDP da zanîn ku ji van 638 deng ên leşker û cerdevanan e û bertek nîşanî vê hîleyê da

Lijneya Bilind a Hilbijartinê (YSK) piştî ku lîsteyên hilbijêran ên ji bo hilbijartinên rêveberiyên herêmî ku tê payîn di 31’ê adarê de bên lidarxistin ragihand, hîleyên AKP’ê yên ku dixwaze di hilbijartinê de bike jî yek bi yek teşhîr dibin. Bi taybetî jî li bakurê Kurdistanê, li gelek navend, bajar û bajarokan AKP’ê gelek zêde dengên derve li ser lîsteyên hilbijêran zêde kirine û bi vê yekê re jî dixwaze ku şaredariyên van navend û navçeyan bistîne.

Yek ji van hîleyên AKP’ê jî li navçeya Basa ya Şirnexê teşhîr bû. Li navçeya Basayê di 6 mehên dawî de ango ji hilbijartina 24’ê hezîranê heta niha li hejmara hilbijêran a li navçeyê 700 deng zêde bûn. Li ser vê yekê jî rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya navçeyê serî li Desteya Hilbijartinê ya Navçeyê da.

Desteyê bi biryara xwe piştgirî da

Di encama serlêdan û îtîraza HDP’ê de xuya bû ku gelemperî jê cerdevan û leşker, 638 kes ji gund û derdorên bajêr li ser qeydên navenda navçeyê hatine zêdekirin. Desteya Hilbijartinê ya Navçeya Basayê jî îtiraza HDP’ê nirxand û duh biryar da. Desteyê di bersiva xwe de îdia kir ku ji 638 kesên navborî tenê 15 kes jê li navenda navçeyê rûnanin û qeyda 15 kesên navborî betal kir.

HDP’ê bertek nîşan da

Têkildarî mijarê rayedarên HDP’ê jî axivîn û bertek nîşan dan. HDP’iyan destnîşan kir ku kesên qeydên wan nehatine betalkirin piranî jê cerdevan û leşkerên li gundên derdorê ne û ji bo qeyda van kesan jî bê betalkirin dê serî li Desteya Hilbijartinê ya Bajêr bidin.

Li gelek bajaran heman hîle

Hêjayî bibîrxistinê ye ku ne tenê li Basayê, di serî de li Sêrt, Wan, Colemêrg, Êlih û Riha, li gelemperiya bajar û navçeyên bakurê Kurdistanê AKP’ê bi dehhezaran hilbijêrên ku qeydên wan ne li ser ya van bajar û navçeyane, zêde kirine. Heta ku li navçeyên Şemzînan û Çelê yên Colemêrgê hejmara hilbijêran a şêniyên wê zêdetir bûne. AKP a ku ro bi roj li Bakur bêhtir dengê xwe winda dike, bi vê rêyê dixwaze ku şaredariyan qesp bike. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar