Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hilwestên li ser fermanên êzidiyan

Ahmet Aktaş
Ahmet Aktaş
Şîrove

Heke gotina dawî pêşî were gotin, divê aşkere û bi dengê bilind mirov bibêje: Li himber fermanên qirkirina gelê me yê êzîdî, durûtiyek pir mezin heye!

Êdî raya giştî cîhanê jî baş zane ku zêdeyî 70’ê fermanên qirkirinê li dijî gelê me yê êzîdi pêkhatine. Ya herî dawî jî di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêkhat û îro salvegera 9’an a vê fermanê ye.

Li goreyî dîrokê, di nava pir gelan de şer û pevçûn pêkhatine û di encamê de gelek kuştî û birîndar û koçberî jî çêbûne.

Lê qasî mirov bala xwe dide dîrokê, li ser ti gelên cîhanê di vê asta herî bilin de êrîşên qirkirinê, tunekirinê û ji kok ve bi tevayî ji holê rakirinê pêknehatine.

Gelo çîma hema li ser gelê me yê Kurd û bi giştî kurdistanî ev fermanên xedar û êrîşên ji dîrokê rakirinê pêkhatin û hîn jî pêktên? Hilbet bi taybetî jî çima li ser gelê me yên êzîdî pêktên?

Bêgûman sedemên bingehîn hene. Lê divê pêşî baş zelal were zanîn ku ev êrîş ne ji aliyên gelan tên ser gelê kurd û bi taybetî êzidiyan. Belê ji aliyên hêzên serwer/serdestên gelên biyanî pêktên. An jî bi gotinek hîn aşkeretir û rastir; ev êrîşên xedar û xwînxwar ji aliyê dewletan ve tên ser gelê Kurdistanê û bi taybetî yên xwedî baweriya êzîdî û li pey wan jî elewî.

Ji ber ku dewlet, cîhazên/organizasyonên zulmê yên çînên desthilat ên gelan e. Li himberî vê zihniyeta serdest a kedxwar û koledar, zihniyeta bindestan a mezlûm û mexduran  heye.

Eha çîna xwedî dewlet, ji bo van gel û baweriyên bindest doza mafên xwe yên mirovahî nekin, mafên jiyana azad nexwazin û neparêzin û ranebin serîhilnedan, her dem êrîşî wan dikin.

Îca li vîra, taybetmendiya gelê Kurdistanê û reseniya baweriya Êzdayê, cihê balkêşiyê yê û divê baş zelal were şîrovekirin.

Ji ber, di dîrokê de gelê ewil bi cih û war bûye ku ev cih Kurdistan e, jiyana azad a civakî ya wekhev û xweser ava kiri ye ev gel e û ev ol e. Her wiha vî gelî û vî olî, her çendîn di bin êrîşên giran de derbe xwaribin û hinek lawaz ketibîn jî, lê dîsa, gel û olê herî xwedî cewherê mirovahiyê ye ev gelê Kurdistanê ye û ev baweriya êzîdîtiyê ye.

Heke di çarçoveyek wisa berfirah a dîrokê de, li vê mijara giring were nêrîn, wê têgihandina sedemên van êrîşên xedar hinek zelaltir bibe.

Her wiha, sedemên ku ewqas hêz, saziyên sivîl ên navneteweyî û navdewletî û heta yekser dewletên giregir ên cîhanê bi navên xwe, êdî ji naçarî van fermanên li ser gelê me yê êzîdî pêk tên nas dikin û bi daxwiyaniyan jî hilwestên xwe aşkere diyar dikin, berdewamkirina wî cewheree mirovahî yê dîrokî ye. Li ser vê bingehê afirandina îradeya xweragir û serîhildêr e. Her wiha pêkanîna Şoreşa Roja ye û hwd.

Erê ji alîkî ve, dibe ev weke pêşkeftin û heta weke deskeftin jî were dîtin. Lê na xêr, eger ev hilwest bi tinê weke gotin an nivîsandin bimîne, berovajî, dibe ku pir xemsariyê çêbike û zerarê jî bide doza gelê Kurdistanê û ola êzdîtiyê.

Ji ber ku mînaka biryara 9’ê Cotmeha 2020’an li ber çava ye! Ev peymana ku bi fermana dewleta tirk ve di navbêna Rêveberiya M.Kazimî û Malbata Berzanî de hatibû îmze kirin, xwestin fermana 3’ê Tebaxê ku nêvî mabû temam bikin pêkhatibû.

Her ewqas kambaxtir jî hilwesta van dewletên giregir bû. Wan jî hemûyan destek dan vê fermana Berzanî-Kazimî û Erdoganî! Her ew hilwesta wan a neyînî nuha jî dewam dike, li gel ku dijberiya xwe ya bi gotin û nivîsandin nîşan didin; “em li dijî jenosîda DAIŞ’ê ya li ser êzidiya ne” jî.

Ne duristî û ne jidiliya van dewletan, di hilwesta wan a li dijî Rêveberiya Xweser a Demokratik a Şingalê jî de xwe dide dest! Bi vê ya jî ranawestin, ew hêzên YPG-YPJ’ê ku di hewara Şingaliyan de çûbûn û ew ji wê êrîşa DAIŞ’ê a qirkirina mezintir rizgar kiribûn, “terorist” nîşan didin. Belê piştgiriyê didin hêzên Berzaniyên ku Şingalî di destê DAIŞ’an de dîl hiştibûn!

Îca, gelo durûtiya van dewletên sixte divê çawa werin şîrove kirin? Divê aşkere li wechê wan, durûtiya wan were gotin û pejirandina statuya Xweser a Demokratik ya Şingalê, ji wan were xwestin.

Heke statuyê ne pejirînin, ew dijberiya wan ü jenosidê bêwate dimîne. Jixwe ti dewletan gunehkar nîşan nadin. Bi tenê gunehkar DAIŞ e! Ê baş e, ma DAIŞ kîne an kê ew damezrandin? Dibe ku kes nebêje “min an me damezrandiye DAIŞ’ê”! Lê, yên bi wan re kar dikin û wan didin xebitandin ne pir veşirtiye. Mînak dewleta tirk, Berzanî, hinek ji rêveberiya Bexdayê û hwd.

Heke ev durûtiya van dewletan li rûyên wan neyê xistin, siyaset û xebata rast nikare baş û xurt were meşandin. Divê êdî mafdar û gunehkar ji hevdu werin cuda kirin. Her wiha divê navên gunehkaran û mafdaran, ji raya giştî cîhanê re jî zelal were nîşan kirin û were pejirandin.

Êdî durûtî û oportunistî bes e. Rûyê sererast û hilwesta zelal lazim e!

Nûçeyên Têkildar