Sekreterê giştî yê PEN’a Kurd Omer Fîdan da zanîn Tora Ziman û Çandan dê di 11-12’ê çileyê de ji bo dayîna hinek biryaran civîneke berfireh li dar bixe. Fîdan destnîşan kir ku heta ku xwebûn nebe, hebûn jî nabe. Fîdan destnîşan kir ku hîmên bingehîn ên xwenaskirin û xwebûnê jî ziman û çand e
Sekreterê Giştî yê PEN’a Kurd Omer Fîdan têkildarî Tora Ziman û Çandan û yekitiya neteweyî ya gelê kurd ji Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA) bi Fahrettîn Kiliç re axivî.
Fîdan anî ziman ku di qada ziman û çandan de ev demekî dirêj e ku xebat nedihatin kirin û wiha got: “Di îlonê de bi pêşengiya Komeleya Lêkolînên Kurdî ya Stanbolê li Amedê komxebatek hate lidarxistin. Di komxebatê de 13 sazî amade bûn. Biryara geşkirin û berfirehkirina xebatan hate dayîn. Di vê çarçoveyê de bi gelek kes û saziyan re hevdîtin hatin kirin. Pêşniyara avakirina torekê hate kirin û qebûlkirin.”
Civîna berfirehtir tê lidarxistin
Di berdewamê de jî Fîdan diyar kir ku di civîna 23-24’ê mijdarê de her kes li ser navê xwe beşdar bû û wiha domand: “Di civînê biryara lidarxistina civîneke berfirehtir hate dayîn. Sekreteryaya ku nû hatiye damezirandin, bi lijneya şewrê re dê di 11-12’ê çileyê de civîneke berfireh li dar bixin. Dê di wê civînêde statûya torê bê diyarkirin. Gelo dê tor endaman çawa qebûl bike? Dê sazî bibin endam an kes bibin endam? Dê xebat çawa bên kirin? Rêveberiya torê dê bi çi awayî be? Dê cihê wê, weşana wê hebe yan ne? Ev xebateke dûv dirêj e. Gelek karên ku divê bên kirin hene. Lê dê biryara gelek karan jî di wê civînê de bê dayîn. Di bin 14 temayan de dê nîqaşên tematîk bên kirin. Li gorî encamên wê civînê dê nexşerêyek bê amadekirin û xebatên pratîkî dest pê bikin.”
Êrîşên li dijî zimanê kurdî
Bi domdarî jî Fîdan got ku di her alî de hewcehî bi yekitiyê heye û wiha pê de çû: “Hîma sereke ya neteweyekê ziman e. Dema zimanê gelekî ji dest biçe, nepêkane ku ew netewe bikare hebûna xwe bidomîne. Ev tor jî bi vê hişmendiyê hate avakirin. Niha li dijî çand û zimanê kurdî êrîşeke dijwar heye. Tovên vê êrîşê ji destpêka avakirina vê komarê re hatine çandin. Hemû hikûmetên vê dewletê weke karê destpêkê êrîşî neteweya kurd dikin. Yekitiya kurdan û zimanê kurdî weke xetere dibînin. Ji ewil jî êrîşî ziman dikin. Qeyûm dema tên weke karê destpêkê tabelayên kurdî radikin. Li hemberî zimanê kurdî bêtehemûliyek heye.”
‘Ji bo parastina hebûnê divê em xwe nas bikin’
Fîdan piştre jî bal kişand ser provakasyona Partiya Vatanê ya ji bo rakirina peyker û navên Seyîd Riza û Şêx Seîd û ev nirxandin kir: “Ev yek tiştekî veşartî nîne. Jixwe polîtîkaya bingehîn a vê dewletê ye. Ji bo ku ev tişt êdî pêk neyên û çand û zimanê me winda nebe, divê em bi xwe bihesin. Weke rojnameya me ya nû jî got; ‘Heta xwebûn tune be, hebûn çênabe.’ Ji bo parastina hebûnê, divê em xwe nasbikin. Hîmên bingehîn ên xwenaskirinê jî ziman û çandin. Ên ku bi hezaran sal e teşe dayê vî gelî, genetîka me, rabirdûya me û dê teşe bide dahatûya me jî ziman û çanda me ye. Ji bo parastina vê, divê gav bên avêtin. Gaveke xurt hat avêtin.”
‘Ziman û çand hîmê bingehîn ê netewebûna me ye’
Herî dawî jî Fîdan ev tişt destnîşan kir: “Di torê de her alî li hev kom bûn. Ev jî puxteyeke yekitiya neteweyî ye. Ger di her alî de yekitiyeke bi vî awayî çêbibe û gel bê ba hev, wê demê siyaset jî dê nekare çav û guhên xwe ji daxwaza gel re bigire. Dê siyasetê neçar bike ku yekitiya ku tê xwestin zûtir pêk bînin. Bêguman xebatên bi vî rengî rêyeke berfireh li pêşiya siyasetê vedikin. Zimanê me çanda me hîmê bingehîn ên netewebûnê ne. Heke em yekitiyekê bixwazin, heke em hatina li gel hev bixwazin, heke em statuyeke bi her awayî bixwazin hewcehî bi çand û zimanê me heye. Divê beriya her tiştî em xwedî li xwe û ziman û çanda xwe derkevin. Ku em bi xwe bin û her hebin.” AMED