Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hin amadekariyên dagirkeriyê

Faşîzma AKP-MHP’ê hem li hundir, hem li derve di rojên pir teng de derbas dibe. Piştî ku li Garê derbek giran xwar hemû planên salê li bin ket. Kesek be, komek be, rêxistinek be an jî dewletek be, dema plan bernameyan wan têk diçin her tişt serobino dibe. Carek din nikare pişta xwe rast bike. Şerê li Garê jî dewleta tirk şaş û fahş kiriye. Nizane wê çi bike. Çi gav davêje di dest wî de dimîne. Xwest bi êrîşên li ser HDP vî binketin û têkçûyînê bide veşartin. Lê ev yek jî nebû. A niha wek gayê çavsor tevdigere. Bi qare qar û bi bare bar amadekariyên hîn dagirekeriyên nû dike. Ji ber ku têkçûyîna xwe bide sekinandin pêwistiya wî bi serkeftinek heye.

Li Şengalê li benda peymana di navbera rêveberiya Iraq û PDK’ê de hatiye îmzekirin de ye. Her roj gefan û şantajan dike ku ev peyman were pratîzekirin. Belkî dewleta tirk, PDK û beşek dewleta Irak û DYA’yê dixwazin ev peyman were bicihanîn. Lê  li Şengalê rewş ewqas ne hêsan e. Ne kurdên êzidî wek berê ne, ne jî hevsengiyên li Rojhilata Navîn musade nake ku rewşek dagirkerî derkeve holê. Dewleta tirk her roj dibêje ku hûn nekin em ê bikin. Iraq û PDK jî dibêjin ger asayîşa êzdixan û rêveriya Xweser a Şengalê vala neke wê dewleta tirk were. Lê hem hevsengiyên di nav dewleta Iraqê him jî amadekariyen hêzên êzidixanê van planan têk dibe.

Li aliyê rojavayê Kurdistanê jî li Şehba û Eyn Îsayê hîn leyîstikên rejîma Sûriye, Rûsya û dewleta tirk hene. Rûsya û rejîma Sûriyeyê li her du deveran rêveberiya xweser a rojavayê Kurdistanê bi dagirkeriya dewleta tirk çavtirsandi dikin û dixwazin tawîzan bigrin. Bi taybet li aliyê Eyn Îsayê ev saleke berxwedaneke xurt û bêdeng heye. Hêzên HSD’ê nahêle çeteyên dewleta tirk yek bost jî li pêş bikevin.

Lê amadekariyên herî mezin ên dagirkeriyê li başûrê Kurdistanê li ser Herêmên Parastinên ên Medyayê tên kirin. Ev du heyv in li herêmên Colemêrg, Şemzînan û Geverê li ser sînor leşker tang top û gelek alavên leşkerî kom dikin. Dixwaze bi êrîşek dijwar û berfireh û bi serkeftinek xeyalî binkeftina xwe ya li hundir û derve veşêre. Dîsa dixwaze tola têkçûyîna li Garê hilde. Lê planên li ser kaxiz û planên li qadê hev nagirin. Dê rewş ev car cuda be. Ne li Şengalê ne li Şehba û Eyn Îsayê ne jî li Herêmên Parastinê yên Medyayê wek berê nikare axtê xwe bimeşîne. Ew dixwaze bi dagirkeriyek xwe ji rewşa têkçûyîne xilas bike. Lê îhtîmalek mezin ev gavên dawî dê bi temamî faşîzma AKP-MHP’ê têk bibe.

Nûçeyên Têkildar