Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Hîn bêhtir rêxistinî hîn bêhtir berxwedan

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan diyar kir ku dewleta tirk bi êrîş û îxbara PDK’ê re pêşengên gel qetil dike, dixwaze gel bitirsîne û bitepisîne û wiha got: “Wê demê divê pêşeng jî xwe hîn baştir biparêzin. Berxwedan divê hîn bi rêxistinî û xurt be.”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan destnîşan kir ku yên li dijî DAIŞ’ê ne divê li dijî faşîzma AKP-MHP’ê jî bin ku ji aliyê zîhniyet, çalakî û jiyanê ve hevalbendê DAIŞ’ê ye.

Dûran Kalkan beşdarî ‘Bernameya Taybet’ a Medya Haber TV bû û di destpêkê de berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li Îmraliyê silav kir.

Kalkan bal kişand tecrîda giran a li ser Ocalan û wiha got: “Sîstema tecrîda girankirî dewam dike. Di vê mijarê de gelek sazî ketin dewrê. Qaşo wê guhertin çêbibûya lê belê encamek jê derneket. Kes dengê xwe jî nake. Yanî kes nabêje; di vir de bêhiqûqî heye, qanûnên xwe jî bi cih nînin, edalet pêk nayê. Xuya ye sîstema serwer bi temamî razî ye. Tecrîda li Îmraliyê nîşan dide ku komploya navneteweyî çi ye, êrîşa li ser Rêber Apo çawa êrîşeke cîhanî ye. Bêguman ev yek jî nîşaneya sîstema qirker mêtinger a li ser gelê kurd e.”

‘Ji wan bê dê bi Rêber Apo bidin gotin’

Dûran Kalkan destnîşan kir ku deriye Îmraliyê wisa girtine ku dixwazin bêhnê li Rêber Apo biçikînin û ev tişt anî ziman: “Bi navê wî serokkomarê dewleta tirk radibe diaxive, muxalefet diaxive, serokên partiyan diaxivin. Filan û bêvan nîqaş dike. Gelê kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên wan jî bi mafdarî nerazîbûnê nîşan didin. Divê hîn bêhtir nîşan bidin. Tu aliyekî vê yê qebûlkirinê nîne. Beriya her tiştî li dijî exlaqê ye. Eger wê têkildarî Îmraliyê tiştek bibe, beriya her tiştî divê ew derî bên vekirin. Hingî her kes wê gotina xwe bi xwe bêje. Ya ku bike wê bi xwe bike û bi berpirsyariya wê rabe. Bi vî rengî nayê kirin, lê qalê tê kirin. Eger bi rêya vê yekê li bendê ne ku wê karibin têkoşîna me ya li dijî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê lawaz bikin, ev yek bendewariyeke vala ye, tu bandora xwe nîne. Rewşeke li dijî exlaqê ye. Ev mesele êdî gihîştiye wê astê. Tu yî rabî tecrîd bikî û piştre bi navê wî biaxivî. Ev bêçaretî ye!

Ev yek di heman demê de nîşan dide ku sîstema Îmraliyê sîstemeke çawa ya dîlgirtina siyasî ye. Tiştên wiha tenê li nava sîstema dîlgirtinê dibe. Nikarin bi Rêber Apo bidin gotin, radibin bi xwe dibêjin. Ji wan bê wê bidin gotin. Ji bo bidin gotin li Îmraliyê dîl digirin. Wê demê aşkera ye ku hiqûqa wan derew e. Armanca wan a siyasî heye. Statuyeke dîlgirtinê ya siyasî heye.”

9’ê Cotmehê bi 15 Sibatê ve girêdaye

Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ew di salvegera 23’an a komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê de ne û wiha got: “Em dikevin sala 24’an a komployê û têkoşîna li dijî komployê. Gelê me ji vê rojê re got ‘Roja reş’. Rêber Apo got ‘Qirkirina kurdan’. Berxwedana dîrokî ya ku 23 sal in li dijî sîstema tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê tê meşandin silav dikim. Berxwedana Rêber Apo silav dikim. Şehîdên me yên leheng bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînim ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ li dora Rêber Apo bûn xelekek ji agir.

Bêyî 9’ê Cotmehê, komploya 15’ê Sibatê nikare bê pênasekirin. Komplo 9’ê Cotmehê bi armanca îmhakirina Rêber Apo ya bi rêbazên komplogeriyê hat destpêkirin. Ji ber ku nikarin vê bi ser bixînin vê carê 15’ê Sibatê radestî dewleta Komara Tirkiyeyê hat kirin ji bo bê darvekirin û îmhakirin. 23 sal in li dijî vê îmhayê û sîstema tecrîd û îşkenceyê ya Îmraliyê têkoşîneke mezin tê meşandin. Yanî pêşî li îmhayê, darvekirinê û polîtîkaya rizandinê hat girtin. Vejîna Rêbertî ya Sêyemîn pêk hat. Vê yekê jî rastiya Rêbertî cîhanî kir, veguherand Rêberê hemû bindestan. Gav bi gav belav dibe û ji niha ve eşkere ye ku wê bibe bûyera herî mezin a sedsala 21’ê. Gihîşt asteke bi vî rengî.”

‘Yên li dijî DAIŞ’ê ne divê li dijî AKP-MHP’ê jî bin’

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan di dewama bernameyê de têkoşîna li dijî DAIŞ’ê jî nirxand û wiha domand: “Têkoşîna lehengî ya ku 8 sal in li dijî DAIŞ’ê tê meşandin silav dikim. Şehîdên vê têkoşînê bi rêzdarî û minet bi bîr tînim. Di êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Hesekê de 121 şehîd hatin dayîn, hemûyan bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînim. Ew hêviya mirovahiyê, îrade û paşeroja mirovahiyê temsîl dikin. Ji bo mirovahiyê paşerojek destnîşan kirin. Ev rastî ye.

Hin hêz hene ku divê têkildarî DAIŞ’ê tiştekî şênber destnîşan bikin. Divê bi vî rengî nemîne. Mînak DYE dibêje, piştî Ebû Bekir Bagdadî niha jî Abdullah Qardaş kuştine, yanî herdu lîder ji holê rakirine. Wê demê ev DAIŞ ji ku derket? Divê ev yek baş bê pênasekirin. Di vê mijarê de tiştek nayê gotin. Têkilî bi hev re heye, piştgiriya hev dikin. Li ku derê li Ebûbekir Bagdadî û Abdullah Qardaş xistin? Li qada ku di bin serweriya dewleta tirk de ye. Li ser sînorê Tirkiyeyê. Baş e di vir de berpirsyariya dewleta tirk, berpirsyariya hikûmeta AKP-MHP’ê nîne? Qet deng ji wan dernakeve. Vê carê jî gotin, zirarê dide têkoşîna me ya li dijî DAIŞ’ê. Jê wêdetir tiştek tune. Bi vî rengî nabe.

Êrîşa li ser Hesekê êrîşeke ji rêzê ya li ser girtîgehekê nebû. Êrîşa ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser û dagirkirina wê derê bû. Bi hêzeke lawaz û amadekariyeke ji rêzê pêk nehat. Li pişt wê hêzên mezin hene. Xwe baş amade kiribûn. Wê li ku û çawa êrîş bikin? Abdullah Qardaş yekser piştî êrîşê hat kuştin. Herhal weke bersivdanekê bû.

Yê ku piştgiriyê dide van hemûyan hikûmeta AKP-MHP’ê, dewleta tirk e. Divê her kes vê bibîne. Êdî bes e! Yên ku dibêjin li dijî DAIŞ’ê ne, ger bi rastî jî li dij bin divê li ber hevalbendên DAIŞ’ê, li dijî yên xwedî heman zîhniyet, çalakî û jiyana DAIŞ’ê ne, rabin. Ev yek jî aşkera ye ku faşîzma AKP-MHP’ê ye. Naxwe gotinên li dijî DAIŞ’ê nayê ti wateyê.

Ji bo hilanîna tola DAIŞ’ê êrîş dikin

DAIŞ’ê di 20’ê çileyê de êrîşî Hesekê kir, lê têk çû. Desthilatdariya AKP-MHP’ê 1’ê sibatê êrîşî Mexmûr û Şengalê kir. Piştî 11 rojan. DAIŞ têk çû, lewma êrîş kir. Eger DAIŞ bi ser ketibûya, dewleta tirk jî wê bi ser ketibûya. Ji ber ku nebû, êrîş kir. Tolê ji yên ku DAIŞ’ê têk birin hiltîne. Êrîşî van her sê qadan dike ku di sala 2014’an de pêşî li DAIŞ’ê girtin û DAIŞ’ê têk birin. Tola ‘we çima DAIŞ’ê têk birin’ hiltînin. Ev aşkera ye. Êrîşên dewleta tirk bi rastî jî êrîşên DAIŞ’ê yên dijminê mirovahiyê ye. Ji qirkirina kurdan jî wêdetir e. Dibêjin; Kurd li ku hebin ez ê êrîş bikim û li gorî xwe tune bikim.

PDK’ê weke paçikê bîne linge xwe bi kar tînin

Di vir de PDK’ê jî mîna paçikê li binê lingê xwe bi kar tînin. Li ku derê wê êrîş li dijî kurdan bê kirin, tu dibîne ku rêveberên PDK’ê li wir xuya dikin. Gelo Nêçirvan Barzanî qet ji kurdîtiyê tiştek negirtiye, fêhm nekiriye? Gelo qet nizane ku ev gel wê hesab jê bipirse? Gelo dewleta tirk ewqasî xurt e? Gelo kurd ewqasî bêqîmet e? Kî vê dikare qebûl bike? Ev aşkera bûye. Di vê mijarê de naxwazim zêde tiştekî bibêjim.

Nîqaşa li ser ‘li sivîlan xistin’

Xusûseke din ku dixwazim bêjim ev e; yên ku li ber êrîşan radibin û rexne dikin, li ser êrîşa li dijî sivîlan nîqaşê dikin. Bêguman divê li sivîlan neyê xistin, baş e gelo êrîşa li ser ên ne sivîl rewa ye? Mantiqê vê çi ye? Çi mafê wan heye? Çi mafê artêşa tirk heye ku li hêzên parastinê yên Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê, li hêzên parastinê yên Mexmûrê, li hêzên parastinê yên Şengalê bixe? Nîqaş divê bi rengekî rast bê kirin. Bila gotinên ji dev derdikeve bê bihîstin. Qaşo li ber êrîşan radibin, lê bi vî rengî li ber radibin. Ev rabûna li ber, helwesteke riziyayî ye. Ew jî dibêjin; ev sivîl nîne lê leşker e; ez li leşkerên ku kincên sivîl li xwe kirine dixim. Tu rabe wê bêje, ew ê jî hêsanî kirasî jê re amade bike. Divê ev nêzîkatî bê rexnekirin û mehkûmkirin. Em xetê rast destnîşan bikin. Êrîşên tên kirin hemû êrîşên qirker faşîst e. Hêrî zêde êrîşên li ser hêzên rêxistinbûyî, berxwedêr û azadiyê, êrîşên hovane û nemerdane ne. Ew hêz nirxên herî hêja ne. Divê xwedî li wan derkevin. Bêyî xwedîderketina li wan nepêkan e ku li tiştekî din xwedî bê derketin.

Hîn bêhtir rêxistinî hîn bêhtir berxwedan

Gelê kurd li her derê nerazîbûneke mezin nîşan da. Nerazîbûn divê kêm nebe, dewam bike. Dewleta tirk dixwaze bi rêya van êrîşan, bi îxbara PDK’ê re cih û kesan tespît bike, bi teknîkê lê bide, wan qetil bike û gel bitirsîne. Ev aşkera ye. Wê demê pêşeng jî divê xwe hîn baştir biparêzin. Gel jî dersê jê derxîne. Rêxistinî û berxwedan divê hîn bi zanebûn û bi rêbazên afirîner be.

Xelkê Mexmûrê rê nade. Êrîşên bi vî rengî bi dehan caran hatin kirin. Ew gel gelê Botanê ye. Xelkê Şengalê îradeya azadiyê dît û nas kiriye. Xelkê Rojava jî bi heman rengî. Tu ji êrîşan nekarî îradeya vî gelî bişikîne. Li ber xwe da, wê li ber xwe bide.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar