Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Hincetên darbeya qeyûman a AKP-MHP’ê

Navenda Nûçeyan |

Hikûmeta AKP’ê ku bi dijminatiya xwe ya li dijî gelê kurd tê naskirin, di serdemekê ku temamiya cîhanê û Tirkiye bi şewba vîrûsa koronayê di bin gefeke mezin de ye, dev ji êrîşkariya xwe ya li dijî kurdan bernade. Desthilatdariya ku divê ji bo pêşîlêgirtina vîrûsa koronayê tevdîran bigire û piştgiriyê bide gel, duh mîna darbeyekê dest danî ser şaredariyên HDP’ê yên Êlih, Erxenî, Gêl, Licê, Farqîn, Norşîn, Xelfelî û Civanîk ê.

Polîsên ku şaredarî dorpêç kirin, di heman demê de bi ser malên hevşaredaran de jî girtin û gelek kes binçav kirin. Li şûna hevşaredarên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin jî walî û qeymeqam weke qeyûm hatin tayînkirin. Di desteserkirina wezîfeyên hevşaredaran de doz û lêpirsînên di sala 2019’an û beriya wê hatin destpêkirin weke hincet hatin nîşandan.

Lêpirsîn û dozên ku kirine hinceta dagirkirina şaredariyan wiha ne:

“Têkildarî hevşaredarê Erxeniyê Ahmet Kaya, di sala 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘Gel ji bo kîn û dijminatiyê sor kiriye’ dest bi lêpirsînê kir. Têkildarî Hevşaredarê Gêlê Mûstafa Akkul de bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ di sala 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Der barê hevşaredarê Licê Tarik Mercan de bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ di sala 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Der barê hevşaredara Farqînê Naşîde Torak de bi îdiaya ‘Endama rêxistinê ye’ di sala 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Têkildarî hevşaredarê Norşînê Hîkmet Taşdemîr, Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’, di sala 2019’an de lêpirsîn dabû destpêkirin. Der barê hevşaredarê bajarokê Xelfeliyê Hasan Safa, serdozgeriya Komarê ya Îdirê bi îdiaya ‘Endamê rêxistinê ye’ di sala 2019’an de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Ji heman sûcdariyê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Agiriyê di sala 2016’an de doz hatibû destpêkirin û doz didome. Têkildarî hevşaredarê bajarokê Ciwanikê Serhat Çîçek bi îdiayên ‘Endamê rêxistinê ye’ û ‘Propagandaya rêxistinê kiriye’ li 3’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Sêrtê ji sala 2018’an ve doz tê meşandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar