Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Hêvî nebe azadî jî nabe

Pergala qirkirin û êşkenceyê ya li Îmraliyê bi hemû dijwariya xwe dewam dike. Ev nêzî 43 mehan in ji Rêber Apo tu agahiyekê nayê...

Çarşamba - 18 Eylül 2024

Hindistan hişyarî da dewleta tirk

Navenda Nûçeyan |

Serokkomarê tirk Erdogan li Pakistanê bi Serokwezîr Xan re di daxuyaniyeke çapemeniyê da de diyar kiribû ku ew ê bi pirsgirêka Keşmîrê re eleqeder bibin. Di axaftina xwe ya parlementoyê de jî Keşmîrê şibandibû şerê Çanakkaleyê. Erdogan îdiakiribû ku ew dixwazin pirsgirêka Keşmîrê çareser bikin û ev tişt anîbû ziman: “Em li gel gelê Keşmîrê ne. Tirkiye hewl dide pirgirêka Keşmîrê bi rêya diyalogê, li ser bingeha biryarên Neteweyên Yekbûyî (NY), bi berçavgirtina bendewariyên birayên me yên Keşmîrê  çareser bike.”

Li hember ev daxuyaniya Erdogan ya têkildarî Keşmîr nerazîbûneke tund ji Wezareta Karên Derve ya Hindistanê hat. Wezaretê hişyarî da Tirkiyeyê û daxuyand ku divê Tirkiye destwerdan li karên navxweyî ya Hindistanê neke.

Wezaretê diyar kir ku hemû ew gotinên derbarê Keşmîrê de red dikin û ev tişt diyar kir: “Em hemû ew tiştên derbarê Camû Keşmîr ku parçeyeke Hindistanê ye de têgotin red dikin. Em hişyarî didin rêveberiya Tirkiyeyê destwerdan li karên navxweyî yên Hindistanê neke. Her wiha em daxwaz ji Tirkiyeyê dikin bi ferasteke rast nêzî ew gefa terorê ya ji Pakistanê ber bi Hindistanê û hemû herêmê ve belav dibe, bibe.”

Piştî Hindistan ji bin dagirkerî û mêtîngeriya îngilîzan derket,  ji sala 1947’an ve Cammû Keşmîr bûye yek ji mijara sereke ya ne li hevkirina di navbera Pakistan û Hindistanê de. Tevî destwedana li mijarê ya NY, Sovyet, Çîn û Amerîkayê jî heya niha ev pirsgirêk çareser nebûye.

Li gorî xala 370’an a Destûra Bingehîn a Hindistanê Camû Keşmîr xwedî statûyeke xweser e. Lê par di meha tebaxê de ev xal ji destûra bingehîn a Hindistanê hate derxistin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar