Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...
Pazartesi - 7 Ekim 2024

Komplo di 9’ê Cotmehê de derket asta herî jor

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998’an ji aliyê DYA-Îngilistan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Hiqûqnas Şêxo: Dewleta tirk li Efrînê nêzî 6 hezar sivîl qetil kirin

Hiqûqnas Îbrahîm Şêxo da zanîn ku dewleta tirk li Efrînê li ber çavê hemû mirovahiyê sûcên şer dike. Şêxo diyar kir ku li Efrînê nêzî 6 hezar sivîl hatin qetilkirin û aqûbeta 3 hezar kesên hatine revandin jî diyar nîne. Şêxo got ku dewleta tirk divê di qada navneteweyî de bê darizandin û bikeve lîsteya terorê

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê di 18’ê adara 2018’an de Efrîn dagir kir. Ji wê rojê heta niha jî li herêmê pêkanînên dermirovî û derhiqûqî yên weke dizî, talan, revandin, îşkence, tecawiz, qetlîam û guhertina demografyayê dike. Têkildarî mijarê berdevkê Saziya Mafên Mirovan a Kantona Efrînê û hiqûqnas Îbrahîm Şêxo ku di 18’ê kanûna 2019’an de tev li foruma ‘Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirina nîjadî û guhertina demografyayê’ bû, ji ANF’ê re axivî.

Îbrahîm Şêxo anî ziman ku ji roja ku dewleta tirk û çeteyên wê Efrîn dagirkir heta niha her cure îşkence û pêkanînên dermirovî dikin û wiha got: “Dewleta tirk li herêmê her cure kiryarên sûcên şer ên mîna talan, revandin, îşkence, destdirêjî û destavêtinê kirin. Her wiha polîtîkaya guherandina demografyayê bênavber didomîne. Ji ber êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk, li Efrînê 500 hezar kes ji cih û warên xwe neçarî koçberiyê bûn. Zarokan digirin û îşkence dikin. Bêyî ku cudahiyê bixin navbera kal û zarokan, sivîlan bi îşkenceyê qetil dikin.”

‘Ji bo kesên revandin 100 hezar dolaran dixwazin’

Di berdewamê de jî Şêxo destnîşan kir ku dewleta tirk û çeteyên wê jin û zarok jî di nav de nêzî 6 hezar sivîl qetil kirine û wiha pê de çû: “Aqûbeta 3 hezar û 300 kesên ji aliyê çeteyan ve hatine revandin jî nediyar e. Ji bo kesên ji aliyê çeteyên dewleta tirk ve hatine revandin 100 hezar dolar fîdye tê xwestin. Sivîlên ku vê fîdyeyê nikarin pêşwazî bikin, ji aliyê dewleta tirk ve bi awayekî pir giran tên cezakirin.”

‘Kurdî li Efrînê hatiye qedexekirin’

Şêxo anî ziman ku dewleta tirk li herêmê guhertina demografyaya li herêmê didomîne û wiha derbirî: “Xelkê Efrînê bi zorê hate koçber kirin û kesên biyanî li cihên wan bicihkirin. Li Efrînê navên temamiya gund, herêm û taxan guherandin. Sîstema perwerdehiyê hate guhertin, zimanê fermî yê herêmê kurdî hate qedexekirin. Li dibistanên perwerdehiya bi zimanê tirkî tê dayîn û wêneyên Erdogan û alên dewleta tirk tên hildan. Zanîngeha Rojava ya li Efrînê ya yekem hate girtin. Niha li Efrînê zanîngeheke ya girêdayî dewleta tirk heye.”

Li Efrînê ‘Kemera tirkmen’ hatiye avakirin

Bi domdarî jî Şêxo daxuyand ku dewleta tirk dixwaze Efrînê weke herêmeke tirkmenan nîşan bide û wiha berdewam kir: “Hewl didin ‘Kemera tirkmen’ ava bikin. Li navçeyê Bilbil, Şera û Reco yên Efrînê kemera tirkmen daye avakirin. Tirkmen li ser xeta sînor tên bicihkirin. Komên mîna Sultan Mûrat û komên din li herêmê hatine bicihkirin. Dewleta tirk niha li Efrînê ji sedî 80 kesên ji derve bi cih kirine. Efrîn weke herêmeke girêdayî Hatayê hatiye îlankirin. Efrîn xaka Sûriyeyê ye.”

‘Berhemên Efrînê li Ewropayê difiroşin’

Şêxo bi bîr xist ku berhemên li Efrînê hatine dizîn li Ewropayê tên firotin û ev tişt anî ziman: “Cihên dîrokî hatin talankirin, berhemên dîrokî yên li herêmê hatin dizîn. Dewleta tirk berhemên dîrokî yên dizîn li borsayên Ewropayê difiroşin. Efrîn weke ‘Bajarê Zeytûnê’ dihate zanîn. Dewleta tirk û çeteyê wê li Efrînê 150 hezar darên zeytûnê birîn û zêdetirî 15 hezar darên zaytûnê jî şewitandin. Ne tenê darên zeytûnên darên din jî hatin birîn û li bazaran hatin firotin.”

‘Dewleta tirk sûcê şer dike û divê bê darizandin’

Têkildarî dohnê zeytûnê jî Şêxo ev agahî dan: “Dewleta tirk li Efrînê zêdetirî 70 hezar ton dohnê zeytûnê dizî û li Spanyayê weke ‘malên tirk’ difiroşin. Ev pêkanîna Tirkiyeyê ya dike li gorî hiqûqa Statûya Roma a ÛCM û Peyman 4’an a Cenevreyê sûcê şer e. Divê dewleta tirk ji sûcên kirî bê darizandin. Ji bo darizandina Erdogan û her kesên hevkariya vê dikin bang li saziyên UNICEF, saziyên mafê mirovan û hiqûqê dikin. Îşkence, dizî, qelîam û guhertinên demografyayê yên li Efrînê hatin kirin niha li Serêkaniyê û Girê Spî dewam dike.”

Bang li hemû cîhanê kir

Herî dawî jî hiqûqnas Îbrahîm Şêxo ev tişt destnîşan kir: “Bêdengiya raya giştî ya navneteweyî kir ku dewleta tirk sûcên xwe yên dermirovî bidomîne. Weke hiqûqnasekî ji bo li dijî pêkanînên der mirovî yên li ser gleê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bang li hemû cîhan, saziyên navneteweyî dikin ku bi lezgîn bi erka xwe rabin. Ji bo kesên ji ber şer neçarî koçberiyê bûne vegerin ser warên xwe derfet bên avakirin. Her diçe hovîtiya dewleta tirk dewam dike. Divê dewleta tirk bikeve lîsteya terorê û hesab jê bê xwestin.” QAMIŞLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar