Lawaz in û li pêy komployan in

Dewleta tirk hem li rojavayê Kurdistanê û li Suriyeyê hem jî li başûrê Kurdistanê di nav liv û tevgereke nû de ye. Kiryarên pêktên...

Şerxwaziya AKP’ê û helwesta siyaseta kurd

Dema ku HDP'ê di hilbijartina 7’ê hezîrana 2015’an de bi rêjeyeke  bilind dengê  gelên Tirkiye û Kurdistanê girt û bi 80 parlamenteran li meclisa...

Salı - 9 Temmuz 2024

Hiqûqnasan ji bo Erdogan û berpirsyarên din hesab bidin giliyê wan kirin

13 rêxistinên hiqûqê yên li Stenbolê bal kişandin ser binpêkirinên mafan ên berî û piştî erdhejê pêk hatin û di serî de serokkomarê AKP’î Erdogan giliyê hemû kes û saziyên berpirsyar kirin.

Şaxên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) ên Stenbolê jî di nav de 13 rêxistinên hiqûqê ji bo gilliyê rayedarên berpirsiyartiya wan di erdheja çêbûyî de heye bikin li ber deriyê Edliyeya Stenbolê hatin gel hev.

Hevseroka Şaxa OHD’a Stenbolê Esra Bîlen a di çalakiya pankarta “Ne erdhej komkujî ye” hat vekirin de axivî, bal kişand ser daneyên mirin, birîndar bûn hilweşînê ya piştî erdhejê derketiye holê.

Bîlen, da zanîn ku li herêmê di nava 60 salan de herî kêm 5 erdhejên mezin ên hilweşîner pêk hatine û wiha got: “Tevî vê yekê jî bergiriyên hewce nehatine girtin. Erdhej her çiqas weke karesateke xwezayî bê qebûlkirin jî ji ber îhmalan ji karesata xwezayî wêdetir veguheriye komkujiyekê.”

Kontrol nehatine kirin

Bîlen, bal kişand ser raporên ku pisporan têkildarî herêmê de amade kirin û hişyariyên wan û wiha got: “Tevî raporan jî li cihên ne guncav avahî hatine çêkirin, li dijî mewzûatê destûr hatiye dayîn û kontrolên pêwîst nehatine kirin û ev yek bû sedema ev encam derkeve holê.”

Bîlen, anî ziman ku mudaxileya dereng û bê koordînasyoniyê hejmara miriyan zêde kir û wiha berdewam kir: “Divê mirov bi awayekî aşkera bêje ku ji ber vê rewşê windabûna her canekî ‘cînayeta bi zanebûn e’.”

Ji bo hesab bê dayîn giliyê berpirsiyaran kirin

Bîlen, diyar kir ku ji ber van sedeman di serî de serokkomarê AKP’î, hemû wezîr, waliyên bajarên ku erdhej lê çêbûyî, şaredar, qeyûm, mutehit, endezyar, avahîsaz û fîrmayên kontrola avahiyan ku proje û avahiyên hilweşiyayî kontrol kirine ji ber sûcên “Kuştina bi zanebûn” , “Birîndarkirina bi zanebûn” , “Peywîra xwe baş nekirine û îhmal kirine” û her wekî din ji bo giliyê kesên berpirsyar bikin hatine gel hev.

Parêzer Several Ballikaya ya pişt re axivî jî da zanîn ku di erdhejan de herî kêm 250 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye û anî ziman ku kesên berpirsyartiya wan di van mirinan de heye tespîtkirine. Ballikaya, diyar kir ku beriya 2 salan endezyarên jeojojî û endezyarê têkildarî van erdhejan rapor amade kiribûn lê raporên wan berçav nehatin girtin.

Piştî axaftinan giliyê kesên berpirsyar hat kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar