Buroya Hiqûqê ya Van Steenbrûgge Advocaten a li Belçîkayê, serî li NY’ê da û xwest çekên kîmyewî yên ji aliyê dewleta tirk ve tên bikaranîn, bên lêkolînkirin.
Li gorî nûçeya MA‘yê, Buroya Hiqûqê ya Van Steenrûgge Advocaten a li Belçîkayê di çarçoveya “îşkence” û “sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin” a derbarê serkkomarê dewleta tirk Erdogan de dosyayek amade kirin û ji bo bikaranîna çekên kîmyewî jî ketin tevgerê.
Wezîrê berê yê Belçîkayê û hiqûqnas Johan Vande Lanotte li ser navê Koalîsyona Li Dijî Bikaraîna Çekên Kîmyewî ya li Kurdistanê bi dîmen û raporên têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî serî li Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dan. Nameya bangkirinê 7’ê mijdarê bi rêya faksê ji Sekreteriya Giştî ya NY’ê re hat şandin.
Di nameyê de xîtabî Sekreteriya Giştî ya NY’ê hat kirin. Serlêdan ji aliyê parêzeran Johan Vande Lanotte û Johan Heymans ve hat îmzekirin. Di serlêdanê de hat xwestin ku Koalîsyona Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Kurdistanê ji bo ku aşkera bibe ku dewleta tirk Peymana Çekên Kîmyewî binpê kiriye û li başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bikartîne yan kar nayîne, lêkolînê bike.
Di nameya serlêdanê de wiha hat gotin: “Komîsyonek a lêkolînê ji bo zelalkirina îdiayên ku welatiyek kurd ê li wê herêmê dijî behs kiriye, lê heta niha nebûye rojeva lêpirsînek serbixwe, gelek girîng û lezgîn e.”
Her wiha qala rapora Bijîjkên Pêşî Girtina Li Ber Şerê Nukleer a Navneteweyî (IPPNW) ku fikarên Koalîsyona Li Dijî Bikaranîna Çekên Kîmyewî ya li Kurdistanê aniye ziman, hat kirin. Hat destnîşankirin ku IPPNW komek tibî ya navneteweyî û serbixwe ye û di sala 1985’an de hêjayî Xelata Aştiyê ya Nobel hatiye dîtin. Qala xweserî û pêbawerbûna wê hat kirin.