Di bername-hevpeyvîneke me bi hev re çêkirî de Feylesofê Çiya Alî Haydar Kaytan, mînakeke balkêş dabû. “Dibêjin Îbnî Ruşt, li derekî rûniştî ye, Îbnî Erebî jî tê wir. Dibîne ku Îbnî Ruşt difikire, lêhûrbûn dike. Haya wî jî Îbnî Erebî çênabe. Îbnî Erebî dibêje, ‘Hêza wî têrê nake ku were ba min, an jî min bibe cem xwe.’ Niha Rêber Apo li Îmraliyê ye. Got ku ‘Parêznameyên min li ku bin, ez jî li wir im.’ Wê demê divê em bikaribin Wî bînin ba xwe. Dost-dijmin, em hemû zanin ku bi sedhezaran, bi milyonan kurd hene ku dikarin kêliyekî nefikirin û canê xwe ji bo Rêber Apo feda bikin. Heta mîlîtanên Rêber Apo, ji wan were ji bo xatirê Rêber Apo dikarin û dixwazin qiyametê rakin. Hest, dil û daxwaz bi vî rengî ne. Xwestek û niyet rastiyên cuda ne, pratîk, çalakî û serkeftin cuda! Bi rastî jî ku mirov tiştekî ji dil bixwaze û li gorî xwesteka xwe jî bixebite, weke ku hemû gerdûn ketibe xizmeta daxwaza mirov, ew tişt pêk tê. Ger ku daxwazên me, armanc û xeyalên me pêk nehatibin, dîsa kêmasî û şaşîtiyek di me de heye, ji bo wê pêk nehatiye.
Li derveyî mirov, di xwezayê de her zindî di zeman û mekanê xwe de dijîn. Bi jîriya analîtîk, bi xeyalên xwe, em dikarin zeman û mekan cuda bijîn, hîs bikin. Ji wê jî wêdetir em bi xwe dikarin bibin zeman û mekan. Mînak hin mirov hene, biçin ku wek lehiyeke coş û moralê li cihê lê ne diherikin. Rojev, pîvan, daxwaz, helwest, hemû li gorî wan teşe digirin. Mirovên wisa di zindana tarî de jî şewq didin, her derê ronî dikin. Rabirdû, niha û pêşerojê bi xwe ve dikin yek. Bi heqîqeta mirovahiyê re dikelijin. Ew bi xwe dibin paşeroj û pêşeroj. Mînaka zindî, Rêber Apo ye. Helbet rastî û astengiyên fîzîkî jî hene. Lê ger ku azadbûn, ne tenê bê qeyd û kelepçebûn be, mirovê azad, yên ku di dil û mejî de azad ine. Rih û wijdana wan azad in. Tiştên me gotî di karakterê Rêber Apo de şênber û jiyanî dibin. Helbet ev ji ber xwe ve pêk nayê. Ji bo mirov bi heqîqetê re bibe yek, divê mirov amade be ku her kêlî tu bikaribe di oxira heqîqetê de serê xwe feda bikî. Mînakên dîrokî hene. Ji Hz. Îsa, heta Xelacê Mansûr û Hypatîa, ji Suhreverdî heta Brûno, ji Mazdek heta Mazlûm, Kemal, Zîlan, Asya û Rojgeran. Têgihiştina heqîqetê, wêrekiya bi ser mirinê de çûyînê dide mirov. Kêliyek tê mirin dibe jiyan, mirov dibe dîrok, roj û pêşeroj.
Cewherê çîroka têkoşerên heqîqetê ev e. Kemal Pîr, Şoreşgerê Dilçiya, bi awayekî zelal, di Zindana Amedê de ev diyar kiribû: “Em bi qasî ku di oxira wê de bimirin ji jiyanê hez dikin.” Yanî jiyan, pîroz e; divê her tim bi rûmet û azad were jiyîn. Niha mirovên dixwazin weke Kemal Pîr bijîn zahf in, lê di wê astê de hîskirin, xwestek, ji bo wê jî ked, têkoşîn û pêkanîn çi qasî heye? Ev mijara nîqaşê ye. Hevhîskirin girîng e. Rêber Apo hîskirin, Ew anîna ba xwe, weke Wî hîskirin, fêhmkirin û ketina pratîkê gelekî girîngtir e. Sir û şîfreya serkeftin û serfiraziyê jî di wir de ye. Demekî nûnerên faşîzmê ji PKK’yiyên girtî re gotiye, Du deqeyan bê Apo bifikirin!” Ev tê çi wateyê? Dijminê gelê kurd û mirovahiyê digot, “Kurd tine ne, kurdî ji tirkî qut bûye, ‘kart-kurt’ e”. Digot “Kurdê herî baş ya/ê mirî ye. Kurdistan tine ye, xeyala wê jî binaxkirî ye. Yan hûn ê serê xwe bitewînin, yan em ê serê we jêkin.Ji we re mafê jiyanê tine ye, hûn nikarin weke dixwazin bimirin jî”…
Em baldar bin, Rêber Apo, ew tiştên rejîma faşîst nedixwest û li dijî wan disekinî tevan di şexsê xwe de temsîl dikir. Yanî bi Apo re bûyîn, li gel Wî têkoşîn, Apoyîbûn; Kurd bû, kurdistanî bû, jiyana azad û birûmet jiyîn bû.
Hezkirin, hîskirin, fêhmkirin û pêkanîneke wiha hêja ye, yên din herî zêde dibin hest û niyetên baş. Tenê bi wan jî mirov dikare çi biguherîne, diyar e. Wê demê çare dîsa ya Rêber Apo diyarkirî ye: “Fêhmkirin edalet e”, “hezkirin, serkeftî pêkanîn e!”
Di roj û salvegerên dîrokî de mirov zêdetir dixwaze xwe li van pîvanan bixe. Salvegera Cejna Vejînê li hemû heval, gelê me yê welatparêz û hêzên azadî û demokrasiyê pîroz be!