Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Pazartesi - 30 Eylül 2024

Hişmendî yek e dixwazin paqijiya etnîkî bikin

Serokwekîlê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, darbarê daxuyaniyên Bînalî Yildirim de axivî û wiha got: “Bawer bikin tu ferq di navbera hişmendiya berî 31’ê adarê ya got ‘biçehimin biçin’ û ‘Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin’ de tune ye.”

Serokwekîlê Koma Partiya  Demokratîk a Gelan (HDP) Sarûhan Olûç, li Meclisê rojevên heyî nirxandin. Olûç derbarê bernaya duh bi şev a namzetên Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê yên CHP û AKP Ekrem Îmamoglû û Bînalî Yildirim tevlîbûn de, axivî. Olûç diyar kir ku ew dixwaze têkildarî rewşa Ajansa Anadolu (AA) dest bi axaftina xwe bike û wiha got: “Bi rastî jî hal perîşane. Wê demê AA raste rast danayên xwe ji rêxistinên navçeyan ên AKP’ê digirtin. AA divê berî her tiştî bersiva vê bide.”

Olûç, gefên namzetê AKP’ê yê ji bo Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê Bînalî Yildirim jî nirxand ku di qenaleke televîzyonê de li kurdan xwar û wiha bilêv kir: “Bawer bikin tu ferq di navbera hişmendiya berî 31’ê adarê ya got ‘biçehimin biçin’ û ‘Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin’ de tune ye. Yildirim yekser gef li rojavayê Kurdistanê xwar û got ewê rojhilatê Firatê paqij bikin û Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê li wir bi cih bikin. Olûç diyar kir ku Yildirim qala plana xwe ya dagirkirina herêmên kurdan kiriye û wiha domand: “Hûn ji bo xizmetê ji gelê Stenbolê re bikin bûn namzet lê hûn qala paqijkirina rojhilatê Firatê dikin.”

‘Hûn hewl didin paqijiya etnîkî bikin’

Olûç pirsa “Gelo bi du gotinan ji we heye ku hûn ê hilbijêrên kurd bixapînin?” li Yildirim kir û wiha got: “Di navbera zîhniyeta ‘bicehimin biçin’ a 31’ê adarê û gotina ‘Em ê rojhilatê Firatê paqij bikin’ de ti cudahî nîne. Hûn dixwazin paqijiya etnîkî bikin. Hilbijêrên kurd ev yek bihîst.” ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar