Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

Divê malbat çawa nêzî zarok û nexweşan bibin?

Pisporê Tenduristî û Nexweşiyên Ruhî Doç. Dr. Halîs Ulaş têkildarî bandora vîrûsa koronayê ya li ser derûniya mirovan û parastina ji vîrûsê ji MA’yê bi Sevda Aydin re axivî.

Halîs Ulaş anî ziman ku şewba vîrûsa koronayê ji bo mirovan tiştekî bistres e û wiha domand: “Dibe ku tirs û fikarên der barê vê nexweşiyê de bibin sedema tengezariyê. Dibe ku bertekên her kesî cuda bin. Dîmen û nûçeyên der barê vîrûsê de jî dibe sedema zêdebûna vê tengezariyê. Yên ku di hêla ruhî de pirsgirêkên wan heyî, dibe ku ji ber stresa vîrûsa koronayê bertekên cudatir nîşan bidin. Ev jî dibe ku rê li ber guherandina xew û xwarina van kesan veke. Divê ev kes demildest tedawiya xwe bidomînin.”

‘Pir zêde nûçeyên Covîd-19’ê nexwînin’

Bi domdarî jî Ulaş diyar kir ku ev kes divê bişopînin bê ka nîşaneyên nû di wan de çêbûne yan na û wiha pê de çû: “Ji bo ku bikarin ji vê rewşê xelas bibin, divê ji malbat û xizmên xwe alîkariyê bixwazin. Pêwendiyê bi malbat, heval û derdora xwe re deynin. Heke bertekên we yên stresê çend rojan bidomin û jiyana we ya rojane asteng bike, serî li saziyeke tenduristiyê bidin. Divê mirov baş li bedena xwe binêre. Pir nûçeyên der barê Covîd-19’yê de neşopînin. Li xwarina xwe miqate bin, bi awayekî rêk û pêk sporê bikin, xewa xwe bigirin û araq û tiryakê bi kar neynin. Tiştên ku hûn jê hez dikin, bikin. Hêviya xwe mezin bikin û tiştên baş bifikirin.”

Hişyariyên ji bo zarokan

Herî dawî jî Ulaş ev tişt destnîşan kir: “Divê pêvajoyê de divê malbat piştgiriyê bidin zarokên xwe. Ji zarokên xwe re dem veqetînin û vîrûsê baş jê re vebêjin. Li gorî famkirina wan jî pirsên wan bibersivînin. Divê zarok hîs bikin ku di ewlehiyê de ne. Ger ne wisa be, ev yek dê encamên nebaş bîne. Nehêlin zarokên we nûçeyên têkildarî vîrûsê zêde temaşe bikin. Yên ku ji ber vîrûsê ketin karantînayê, piştî karantînayê dibe ku hestên cuda lê peyda bibin û fikar û tirsa wan zêde bibe.” ÎZMÎR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar