Huda Par a dewama Hîzbûlahê ku di pêvajoya hilbijartinên gulana 2023’yan de di encama tifaqa zayendperest, olperest, paşverî û qirker de kete Meclisê û çawa kete dikeve Meclisê hebûna jinan ya di nava civakê de dike hedefa xwe ya yekem. Li hemberî Huda Par a çawa ku dikeve Meclisê di bînaya Meclisê de ji bo xebatê qatên ku lê jin tune ye daxwaz dike, gelek bertek werin nîşandan jî ya girîng ew e ku Huda Par çawa vê cesaretê nîşan dide, ev îdolojî xwe dispêre kîjan çavkaniyê û bi vê çi armanc dike.
Bi taybetî jî li gel dirûşma; ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ya girêdayî paradîgmaya; ‘’Demokratîk, ekolojîk û azadiya jinan’ ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan veguheriye felsefeyekê, di roja me ya îroyîn de sînor derbas kiriye û ketiye rojeva tevgera jinan a cîhanî ku di pêvajoyeke ku jin ji bo azadiya xwe cihanê dihejînin de, ne tasdûf e ku avaniyên weke Huda Parê destkeftî û hebûna jinan bi awayekî aşkere hedef digirin.
Ger em bala xwe bidinê em ê bibînin ku yekem karê keyûmên ku ji şaredariyan re tên tayînkirin, girtina saziyên jinan e ku ev sazîyên jinan pêdiviyên jinan ên civakî, çandî, aborî û ewlehiyê pêk tînin yan jî ‘’serokekî mêr’’ tên ser wan saziyan. Yanî hedefa yekem dibe destkeftiyên jinan. Wekî DAIŞ’a dema ku dikeve cihekî weke pêngava yekem jinan ‘’desteser’’ û wan dike ‘’milkê’’ xwe û wan heps dike. Hîzbûlkontraya bermayiya JÎTEM’ê ku di salên 90’î de Têkoşîna Azadiyê ya kurdan hedef girt û bi rêbazên herî hovane bi hezaran mirov di bin çavan de qetil kir\winda kir. Her wiha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, DAIŞ weke JITEM’a Rojhilata Navîn pênase kir.
* Hîzbûlah jî weke DAIŞ’ê koletiya jinan a mutleq armanc dike.
DAIŞ’a koma îslamî ya radîkal, bi ferasetên kapîtal û ya koletiya jinan ya mutleq diparêze, bi ‘’bêbedenkirina’’ jinan şikandina hêz û îradeya wan a civakî hedef dike û ev yek bi rêbazên weke ‘’desteserkirin’’, tecawiz û di bazaran de weke koleyan firotinê pêk dianî. Hîzbûlaha weke DAIŞ’ê jî bi milkkirin, girtina jinan ku li dijî derkeve jî bi tunekirinê koletiya jinan ya mutleq hedef dikir.
Her wiha ev nêzîkatî di programa partiyê ya Huda Par a dewama Hîzbûlahê de bi awayekî eşkere hate gotin. Huda Par a ku jinan weke ‘milkê’ xwe dibîne, di bernameya partiya xwe de cih da gotina ‘’… Xwelêxweyîkirina jinên ku bi tenê dijîn.’’
Nêrîna têkildarî jinan, îdeolojî û polîtkayên Huda Par a dewama Hîzbûlahê awayên herî tund û bitalûke yên zîhniyeta serwer a mêran in. Ji bo fêmkirina polîtîkayên Huda Parê yên têkildarî jinan ku di roja me ya îroyîn de jinan bi awyekî eşkere hedef digire, divê mirov li feraset û pratîkên Hîzbûlkontrayê binêre ku nûnertiya feraseta wê dike.
*Salên ku li hemberî Îdeolojiya Rizgarbûna Jinan, îdeolojiya Hîzbûlahê ya koletiya jinan ji aliyê dewletê ve bi awayekî çalak hate pêşxistin, di pêvajoya xurtbûn û girseyîbûna Tevgera Azadiyê ya Kurdan ya nava gel de pêk tê. Hîzbûlahê di vê pêvajoyê de jiyana diyarkirî ya ji aliyê pergala mêrparêz ve ji jinan re hatî dayîn red dike û weke hêmaneke olperest ya pergala kapîtalîst ya mêrparêz ya li hemberî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdan ya ku girêdayî Îdeolojiya Rizgarbûna Jinan rizgarbûneke civakî armanc dike, koletiya jinan ferz dike, derket holê û bi taybet li Kurdistanê qirkirinên gelek mezin pêk anî.
*Dadgehên ku ceza li jinan dibirin
Hîzbûlkontra li gel van polîtkayên xwe yên taybet yên ku jinan di nava malê de girtî digire, ji qadên civakî dûr dixe, koletiyê ferz dike, wan dike milkê xwe û her cure pêkûtiyê dike, qetilkirina jinan jî pêk dianî.
*Komkujiyên Hîzbûlkontrayê
Konca Kurîş a pêşenga Tevgera Jinên Misilman, di mijara komkujiyên Hîzbûlkontrayê de mînaka herî aşkere ye. Kurîş a ku mafên jinan diparast û têkildarî cihê jinan yê di îslamiyetê kar dikir, di sala 1998’an de ji aliyê Hîzbûlkontrayê ve hate revandin û bi êşkenceyên giran ên mehekê hate qetilkirin. Piştî 555 rojan cenazeyê Kurîşê hate dîtin û dema ku cenazeyê wê hate dîtin jî derketholê ku Hîzbûlahê li ser Kurîşê cure êşkenceyên xwe yên taybet ên gelekî giran pêk aniye.
Li vir em dikarin bibêjin ku Hîzbûlkontra nasnameya jinan ya bi feraseta jinan hewl dide olê şîrove bike û fêm bike yanî jina ku bîat nake, hedef digire. Helbet Hîzbûlkontra bi qetilkirina Kurîşê peyamek dida jinên ku têkoşîna azadiyê didan meşandin.
*Yên ku digotin; ‘Jin ‘’narîn in’’ Narîn qetil kirin
Polîtîkayên qetilkirina jinan ên bi destê Hîzbûlkontrayê bi van re sînordar nînin. Tam li navenda şebekeya ku li Amedê Narîn Guran a 8 salî qetil kirî, cih digire. Narîn a ku piştî hatî qetilkirin 19 rojan hate windakirin, di encama cinayeteke ku di sêgoşeya Hîzbûlkontra-dewlet-desthilatdariyê de ku malbat jî di nav de ye de hate tunekirin. Bi kurtasî îdeolojiya Huda Parê ku Berdevkê wê Serkan Ramanli digot; ‘’ Jin narîn û nazik in’’ Narîn Guran a 8 salî qetil kir.
*Armancên Huda Par a dewama Hîzbûlahê yên li ser jinan
Huda Par a ku îdelojiya Hîzbûlkontrayê esas digire û hêzê ji polîtîkayên bloga desthilatdariya olperset, zayendperest û paşverû digire jî vê niyeta xwe venaşêre. Huda Par’a ku weke avaniyeke yasayî tê nîşandan, di danezana xwe ya hilbijartinê de rasterast destkeftiyên jinan hedef girt. Di danezanê de ji bo rakirina qanûna hejmar 6284 ya têkildarî ‘Parastina Malbatê û Pêşîlêgirtina Tundiya li ser Jinan’ yanî rasterast girêdayî zîhniyeta Hîzbûlahê îfadeyên ku hebûna jinan ya di nava civakê de hedef digire, hatin bikaranîn.
Di danezana hilbijartinê de cih dan rakirina nefeqeyê jî û anîn ziman ku ev tam jî ji ber vê yekê ketine Meclisê.
*Polîtîkayên Hîzbûlkontrayê yên têkildarî jinan felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadiyê’ hedef digire
Îro têkoşîneke jinan ya belavî cîhanê bûyî û girêdayî durişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pêşketî heye. Vê dirûşmeyê li Rojava taritiya DAIŞ’ê têk bir, di serhildana Jina Emînî de bûîlham, li Hindistanê bi dengê bi hezaran jinan yê li hemberî tundiya li ser jinan û rê li ber jinan vekir ku tekane hêza ku li hemberî Talîbanê li ber xwe didin. Ji ber vê yekê di roja me ya îroyîn de jî jin di hedefa Hîzbûlkontra\Huda Parê de ne ku Hîzbûlkontra\Huda Par xwe dispêre DAIŞ, Talîban û zîhniyeta Radîkal a Îslamî.
Dûrişmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ya ku li Kurdistanê pêşketî, belavî Tirkiyeyê bûyî û bi qetilkirina Jina Emînî bûyî serhildana hevpar ya hemû jinên cîhanê, ji bo jinan ji dirûşmeyekê zêdetir e. Jinan di çarçoveya vê dirûşmeya de ku dibêje; ‘Azadiya civakê bes wê girêdayî azadiya jinan pêk were’ xwe û jiyanê birêxistin dikin û têkoşîna xwe ya ji bo azadiyê mezintir dikin.
Çavkanî: Cengîz Altûn/Çetîn Ababay -ANF