Her civakeke xwedî taybetmendiyeke cuda ye. Bi domandina çanda xwe jî mirov hewl didin çanda dapîr û bapîrên xwe, ji pişaftinê û windabûnê biparêzin. Mirov li çanda netewên ku li ser rûyê erdê binêre wê gelek alav û xwarinên dîrokî bibîne. Çawa ku her netewek bi zimanê xwe diaxive û hebûna xwe îfade dike, di çêkirina xwarinan de jî heman tişt derbasdar e. Li gel aşûriyan xwarina Herîsa meşhûr e û di her çêdikin, li cem kurd û ereban jî Hîzê Rûn heye. Civaka kurd, ereb û aşûrî heta radeyeke pir bilind mêvanperwer in. Bi hatina zivistanê re jin bi şev û roj dikevin nava tevgerê da ku erzaqên zivistanê hilînin. Bi çêkirina erzaqan aboriya mala xwe bi rê ve dibe, him jî nahêle ku tiştên hazir li dikanan tên firotin û mirov fêrî rihetiye dike, bandorê li zîrekbûna wê bike.
Hîz çawa çêdibe û çima tê bikaranîn?
Hîz ji çermê sewalê berxan çêdibe. Dema ku berx ji bo qurbaniyekê ango ji bo cejnekê tê serjêkirin, çermê wê tê xwêkirin, hilandin û paşê heta 15 rojan dixin bin kevirekî giran. Paşê hîz bi mast û şîr tê şuştin, her wiha dimsa şêrîn li hundirê wê dikin û ji 2 heta 3 caran dims dikin. Piştî dirûtina wê ji rûn tê amadekirin. Niha jinên Çiyayê Kizwanan û yên ku taybet li gundan dijîn, ji aliyê bikaranîna meşkan û kelandina mast û dew jî pispor in.
Hîzê Rûn li her herêmekê bi navekî cuda tê naskirin. Berê dema ku rêwî bi hespan bi ser rêyan diketin, ava xwe bi hîz dibirin û vedixwarin. Ji ber ku mirovahî ji gundan dest pê kiriye, li wir jin û mêr xwedî li çanda resen derdikevin. Mirov gelek tiştên balkêş dibîne û nas dike. Yek ji wan dapîrên ku çanda çêkirina Hîzê Rûn diparêze û heta roja me ya îro anîye Necma El-Esed e. Necma El-Esed a 65 salî ji Çiyayê Kizwanan e. Dayika 5 keç û xorta ye û dapîra 10 neviyan e. Derbarê vê mijarê de Necma El-Esed axivî.
‘Gund bingeha rêhevaltiya mirovan e’
Necmayê jiyana gundan pênase kir ku ew jiyana mirovan vedigerîne çand, bihna dapîr û bapîrên me û wiha pê de çû: “Dema ku mirov li gund bijî, dikare bi yên li hember xwe jî hîs bike û bi hev re jî bibin alîkar, da ew mirov hîs neke ku bi tenê ye. Malbatên dewlemend alîkariya malbatên xizan dikin, têkiliyên me yên civakî pir li pêş in, ne tenê em ên derdorê jî jê sûd werdigirin. Ji bo min eger kesek li gund bijî, cihê dilşadî û kêfxweşiyê ye. Di heman wextî de rêhevaltiya me bi xweza û lawiran re jî zêde dibe. Yên ku li gund dijîn, ne pêkan e ku mirîşk, pez û çêlekan xwedî neke, ji ber ku ew parçeyek ji jiyana me ne. Di heman demê de em nanê xwe çêdikin û lêdixin. Xweşbûna çêkirina nan ew e ku dema jin û zarok li ser tenûrê li hev kom dibin, bi kêfxweşî nan dixwin û derbarê hinek mijaran de diaxivin û dikenin. Wê demê ez hîs dikim ku jiyan hemû ya min e. Jiyana gundan jiyaneke afrînerîyê ye.”
‘Çiyayê Kizwanan bi çêkirina Hîzê Rûn tê nasîn’
Necmayê da zanîn ku ew ji havînê de dest bi hilandina erzaqên zivistanî dikin û wiha dirêjî da gotina xwe: “Ji berhemên xweza û lawiran em erzaqên xwe yên zivistanê çêdikin, di heman wextî de jî em mêvanperwer in û xema hatina zivistanê jî naxwin. Li kêleka çêkirina penêr a ji şîrê pez, em megdûs û zeytûnan jî çêdikin. Lê ya ku herî zêde jinên Çiyayê Kizwanan çêdikin Hîzê Rûn e. Her malbatek pezê wan hebe Hîzê Rûn li cem wan tê peydakirin. Temenê hîzê jî vedigere hezarê salan. Çiyayê Kizwanan heta niha ev tişt parastiye û wê dispêrin zarok û neviyên xwe. Da ku rûnê me xirab nebe, em her tim hîz bi kar tînin. Ji ber ku eger em bixin firaqan wê xirab bibe.”
‘Hîz û meşk parçeyek ji jiyana me ne’
Necmayê di domandina axaftina xwe de bal kişand ser asta parastina Hîzê Rûn û ev tişt anî ziman:”Hinek alavên dîrokî hene pêwîst e ku çiqasî teknolojî pêş ket jî neyên jibîrkirin û windakirin. Civak bi çanda xwe tê nasîn, lewra windakirin ango jibîrkirina Hîzê Rûn yek ji kêmasiyên pir mezin in. Çiqasî teknolojî pêş ket jî, pêwîst e em alavên xwe yên çanda me îfade dikin û didomînin, ji bîr nekin. Hîz û meşkên me ji malên me qut nabin. Niha di her maleke Çiyayê Kizwanan de hîz û meşk hene. Ez bi xwe ev 30 sal in wê bi kar tînim.”
‘Ez bimirim jî neviyên min wê bidomînin’
Necmayê di dawiya axaftina xwe de qala girîngiya parastina Hîzê Rûn û meşkê kir û wiha bi dawî kir: “Heta ku ez hebim ez ê çanda xwe biparêzim, lê dema ku min jiyana xwe ji dest da, zarok û neviyên min hene ku vê çandê bidomînin. Niha her du keçên min Fatme û Meryem him dizanin pez û çêlekê bidoşin him jî dizanin hîz û meşkê çêbikin. Ez rehet im di vî alî de û bawer im ku wê zarokên min çanda me piştî min biparêzin.”
HESEKÊ / Sorgul Şêxo