Piştî Fînlandiya û Norwecê, Hollandayê jî diyar kir ku ew ê êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê.
Piştî Fînlandiya û Norwecê, hikumeta Hollandayê jî diyar kir ku ji ber operasyona li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ew ê êdî çekan nefiroşe Tirkiyeyê.
Hemû partiyên desthilatdarî û yên mûxalefetê piştgirî dan vê zexta li ser Tirkiyeyê.
Hollandayê piştî ku operasyon hatibû destpêkirin peyameke şermezariyê belav kiribû û Sefîrê Tirkiyeyê vexwendibû Wezareta Karê Derve. AMSTERDAM