Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Holokost û cihû, jenûsîd, tevkujî û kurd

Bihîstina hinek peyvên kirêt û nexweş rih û hestên mirovan diêşîne. Mîna wê melodiya tije xişe-xiş û qîje-qîj ku barana derdekî giran bi ser damarên mejiyê me de dibarîne. Bihîstina wan peyvan laşê me diricifînin û êşeke giran bi ser rewana me de tînin xwarê. Peyvên ku mixabin mirovan bi dest, biryar û ramanên xwe kirine malê dîroka xwe. Hezaran kes kuştine û paşnavên weke: dîktator, cinayetkar, xayîn, xwînrêj û xwînmêj li ser navê xwe yê biçûk zêde kirine. Ji hêlekê hovîtî û ji hêla din jî hinekan bi kar û keda xwe hem reng û rûyê jiyanê gûherandine û hem jî ramanên xwe ji bo xizmeta mirovan û pêşkeftina civakê xistine gerê.

Di vê dusyayê de ez ê bixebitim ku ji Holokosta Cihûyan heya ferman û tevkujiyên ku li Kurdistanê çêbûne û pê re jî wekheviyên di navbera wan kiryarên çewt de raxim ber çavan.

 

Hizr û atmosfêra azad!

Di civakê de ji bo pêşkeftina hizra giştî pêwîst e rêber û birêveberên ku ji hêla gel ve hatine hilbijartin, zemîneya çêkirina atmosfêrekî azad ava bikin. Mirov di axaftin û biryarê de azad bin û bi rêya diyalogê rêya ji hev femkirinê bê rexisandin. Dema ku di atmosfêrekî azad û vekirî de rê li ber “geşbûna bîr û ramanê” vekirî be, civak yê ji hêla “aborî û hilbirînên piralî” ve jî bi awayê rojane pêş bikeve. Bi vê pêşkeftinê re “perwerde û asta rewşenbîrî” jî derbasî astekî baştir û bilindtir dibin. Demokrasî yê wiha bibe malê hêlîna wê civakê ya ku her kes yê xwe têde bextewar bihesibîne. Ger berevajî vê yekê anku atmosfêrekî girtî ji bo fikir û hizirkirinê bê amadekirin, mirov bêhêvî û heta di axaftinê de jî yê neçar bimîne ku xwe sansur bike. Sansur jî bi hemû rêbazên xwe dijminê hebûn û pêşverûtiyê ye. Dev û dil yek nabin û di encamê de jî takekes amrazekî bêfeyde û fêkî an jî wek bav û kala gotine: ‘Yê bibe serbarê mal û civakê’.

Bi biçûkfikirîn, kurtbînî an jî hesûdî û ramanên teng re sedan dîktator çêbûne, lê yek ji wan jî heya dawiyê nemaye. Hemû mîrasê ku ku kesên wiha li pey xwe hiştine tif û nifrîna xelkê ye dema ku navê wan dibihîsin.

 

Çima û çawa Holokost?

Holokost û nifşkujî, jenûsîd û tevkujî, qirkirinên çandî û zimanî tev encma kar û desthilatdariya kesên kurtbîn û otorîter bûne. Holokost an jî qelandin, şewitandin û nifişkujiya cihûyan mîrasê wan Neo Naziyên cinayetkar e ku di sala 1945’an de digotin: “Ji nejada Jêrmen wêdetir kes nikare axatiya dinyayê bike”. Siyaseta ku ger hema ji destpêka şînbûna wê gelê alman li hember derbiketa, wiha rihet bi milyonan mirovên bêsûc jiyana xwe ji dest nedidan. Di serî de bêdengiya çîna rewşenbîr û karker bû sedema xapandina raya giştî û Adolf Hîtler jî wiha rihet ji sadebûna xelkê sûdekî xerab stand. Wî di pêngavên destpêkê de li dijî cihûyên tacir, rewşenbîr û zana helwesta xwe ya şovenîstî zû da xuyakirin. Jon Tirkan jî wiha kiribû û fermana ermenên nava sînorên xwe bi kuştina çîna tacir û rewşenbîr dabûne destpêkirin. wan salan dirûşma alîgirên Hîtler ev bû: “hemû tişt tenê ji me re”. Dirûşmeke wiha em îro di jiyana siyasî a rayedarên Îranê û Tirkiyeyê de jî dibînin, lê ew bi rêyên “kuştina spî û felckirina mejiyê mirovan” vê doza xwe ya qirêj dimeşînin.

 

Berfirehbûna sinorên Holokostê

Ji sala 1933’an dijberiya Neo Naziyan tevî ku hingî zêde jî bi hêz nebîn, li dijî cihûyên Ewropa dest pêkir. Cihû miletekî şiyar, aborîzan û dewlemend bûn ku wan salan li hemû Ewropa xwedî nifûseke zêdetir ji deh milyon kesan bûn. Salên piştre ku Hîtler sal bi sal bihêztir diket, sinorê tevkujiya wan ji Almanya derbasî hemû Ewropayê bû. Ew cinayet bi awayekî plankirî hatibûn rêxistinkirin. Kîna Hîtler li dijî cihûyan wisa kûr û ji dil bû ku heta zarokên 2-3 salî jî bi awayekî dûr ji wijdanê dikuştin.

Di encamê de li gor lêkolînên dîroknivîs û axaftina şahidên zindî heya sala 1945’an zêdetir ji heft milyon cihû li Ewropaya navendî, rojhilatê Ewropayê û welatên weke Yekitiya Sovyetê hatin kuştin û şewitandin.

 

Destpêka trajediyê

Neo Nazî û serokê giştî yê hereketê Holokost wek; ‘rêya dawiyê ji bo pirsgirêka cihûyan’ hilbijartibûn. Destpêka tirajediyê hingî bû ku li hemû welatê Almanya rêxistinên sivîl û ewên girêdayî dewletê ne tenê li dijî vê siyasetê nesekinîn, belkî her yek ji wan saz û destgehan bi awayekî hevkariya Neo Nazîyan kirin ku zûtir plana xwe a qirêj bibine serî. Ji alîgirên ramanên Hîtlerê faşîst re faktora ol girîng nebû, wan dixwest tenê nifşê cihûyan li rû erdê biqelînin. Ji ber wê jî wan heta rehim bi cihûyên ku ew çend nifş, pişt an jî berebab bû ji dînê xwe vegeriyabûn an jî bibûne xirîstiyan, nekirin.

Hîtler tim di axaftinên xwe de wiha digot: “Hemû dewlemendiyên miletê me di destê cihûyan de ne. Ew sebebê bextreşî, feqîrî û bêkariya me ne. Ji ber wê jî divê ew ji holê bêne rakirin…”

Bi vî awayî hemû cihûyên ku li herêmên dagîrkirî yên Neo Naziyan dijîn, bi rêya sîxûr û endamên Geştapo hatin peydakirin û ber bi kampên mirinê ve hatin şandin. Piştre ew di “tenûrên mirov şewitandin û odeyên gazê” de bi şêweyên herî hovane ji holê rakirin. Hinek doktorên faşîst ên wekî Josef Mengele (1911 – 1979) jî bi kuştina zarok, keç, mêr û jinan ew wek mişkên labratorê bikar dianîn û organên wan ji bo testa derman û qaşo pêşkeftinên zanistî ji laşê wan cuda dikirin. Laşê wan perçe-perçe dikirin, dixistin nava asît sûlfûrîk, dişewitandin û an jî piştî karê wan pê nedima, ew dişandin cem kes û karên wan ên di kampên mirinê de. Ew li pêş çavên dê, bav û lêzimên xwe bi ezabeke mezin dimirin.

Mîrasê kambaxê Neo Nazîsmê piştre rûyê xwe li gelek deverên din ên cihanê jî da xuyanîkirin. Ji Kurdistanê bigire heya Ruanda dîktator ketin canê mirovan, qeder û jiyana wan bi xwînê ber bi dawiyê ve anîn.

Fermana ermenan!

24’ê nîsana sala 1915’an artêşa dewleta Tirkên Osmanî di bin rêbertiya Jon Tirkên ku di sala 1908’an da desthilatdarî xistibûn destê xwe, plana qirkirina ermenan di pratîkê de aşkera kirin. Plan berê bi şêwirmendî û destûra gire-girên dewletê bi awayekî pir nihînî hatibû danîn. Ew kûr û dûr fikirîbûn heya ku dest bi karekî wiha dûr ji exlaq û wijdana mirovahiyê bikin. Hingî şerê cîhanî yê yekê bi germî berdewam bû û wan karî di navbera sala 1915’an heya 1917 yek milyon û nîv ermenên di nava sînorê dewleta xwe da bikujin. Fermana ku li hinek deverên din jî heya sala 1923’an berdewam bûye. Hemû guneh an jî sûcê wan “Ermenîbûn û ola wan ya cuda” bû. Di wê navê de hezaran kurdên êzidî jî ku tevî ermeniyan dijîn ji ber ku misilman nebûn hatin kuştin. Her wiha Tirkên Osmanî ditirsiyan ku ermenî bi zekawet û projên xwe yên pêşvero kapîtal û aboriya împeratoriyê bixin destê xwe.

Hingî hemû zagonên insanî û exlaqî ji aliyê tirkên şovenîst ve hatibûn binpêkirin û jibîrkirin. Kuştin, şikandina siyaset, keramet, hingavtina namûsa wan, wêrankirina gund û talana mal, erd û heyiyên ermenan heya sala 1925’an yanî piştî çêbûna artêşa komara Tirkiyeyê ya nû jî berdewam bû. Di vir daye û bi vê sedemê ye ku rayedarên T.C’ê heya roja îro jî bi awayekî fêrmî guneha vê cinayetê li ser xwe napejirînin.

Tirajediyek wiha berfireh li dijî komeke etnîkî ji çavê welatên Ewropî û Emerîka jî dûr ma. Wan ji ber berjewendiyên xwe yên aborî-siyasî çavpoşî li gelek kiryarên wiha hovane girtin. Piştre û heya roja îro jî ew berjewendiyên xwe yên siyasî û aborî li ber çav digirin û Tirkiyê naçar nakin ku vê cinayeta dîrokî bi awayekî fêrmî li ser xwe bipejirîne.

Tevkujî û jenûsîda li Kurdistanê!

Dema mirov behsa kuştinên li Kurdistanê dike, nizane behsa jenosîda Dêrsim, Mehabad û Urmiyê bike an jî li ser fermana kurdan li Amed, Geliyê Zîlan, Koçgirî, Serdeşt û Helepçeyê binivîse!

Ka bi kurtî werin em herin nava dilê wan salên tije xwîn û agir:

Sala 1937 heya dawiya 1940’an li Dêrsimê hezaran kes anku bêtir ji 70.000 kesan hatine kuştin. Dema ku jin û zarok, pîr û kal di şikeftên çiyayên derdora Dêrsimê de bi agirê bombeyên gaz û kîmyewî dihatin şewitandin. Ji xeynî Dr. Nûrî Dêrsimî( 1893-1973 ) kes tunebû ku bêje: “Beriya Holokosta Cihûyan, tirkên qaşo modern xelateke wiha li Kurdistanê pêşkêşî civaka me kiribûn. Cîhan bêdeng ma û piştre faşîzmê bêtirs ew kir malê neteweyên din jî…”

Di çavê dîktatoran de tu cudatî di navbera kurd, cihû û ermenan de tune. Yanî di çaxê serhildanên li bakurê Kurdistanê kurd jî bi qedereke wiha re rû bi rû mabûn. Ji ber wê jî mirov dikare bêje: Ger li ser dîroka fermanên ku li dijî kurdan jî pêk hatine lêkolîneke berfireh bê çêkirin, ji sedî 100 kuştina bi sed hezaran mirovên kurd jî yê bi belgeyên dîrokî îspat bibe. Erdogan di axaftineke xwe de behsa kuştina zêdetirî 13.000 kesan li Dêrsimê kiriye, lê ew hejmar gelek zêdetir e.

 

Sedam Husên bi enfala xwe re nêzî 200 hezar kurd qetil kir. Qeladizê, Helepçe û Behdînan, her yek şahidê dîrokeke xwe ya tevkujiyê ne. Di salên 1979-1988an de li Îran û rojhilatê Kurdistanê Xumêynî bi banga cihadê xwe a qaşo îslamî terora dewletê derbasî derveyî sinorên Îranê jî kir. Kurdistan kir zindaneke mezin û di wê girtîgehê de hezaran kes hatin tîrbaran û îdamkirin. Di çaxê serhildanên Dêrsim, Amed, Koçgirî, Agirî û yên din da bi sed hezaran kurd ji aliyê Jon Tirkên faşîst ve hatin kuştin û windakirin. Li Îran, Sûriye û Îraqê jî kêm-zêde rewşeke wiha li dijî kurda berdewam bû. Ger bi giştî qiyasek di navbera fermanên li dijî kurd, cihû û ermenan bê kirin, tê kifşê ku her sê gel jî ketine ber şûra Neo Nazî, Jon Tirk, misilmanên radîkal û dagirkerên ku mafê gelên din dûr ji meşrûiyetê dîtine. Cinayetên wan bi awayekî wisa veşartî digihiştin encamê ku heta carna hinek rayedarên wan bixwe jî piştre sosretgirtî diman. Di vê mijarê de dadgeha Sedam Husên, bîranînên Sadiq Xelxalî û îtirafên tawanbarên faşîst li dadgeha Nurenberg xwedî xal û zaniyarîyên balkêş û wekhev in.

Şîreta Hîtler!

Adolf Hitler di pirtûka xwe ya bi navê “Şerê Min” da piştî darijandina plana fermana cihûyan ji xwendevanên xwe dipirse: “Ma qetlîama ermeniyan di bîra kesekî/ê de maye?”

Wihaye ku mirov bi kûrahiya cinayeta Osmanî û mîratgirên wan ên Kemalîst dihese ka çawa piştre ji xwînmêjekî mîna Hitler re jî “holokost”a ermeniyan bûye îde û wek tevkujiya cihûyan gihiştiye encamê.

Îro em tev dizanin ku ger hingî qira ermeniyan weke kiryareke dij hemû mirovahiyê bihata mehkûmkirin û mîmarên wê jî di dadgeheke dadmend da gihiştana heqê xwe, ticarî tevkujiyên piştî sala 1915’an ne li Kurdistan, ne li Ewropa û ne jî li dereke din a cihanê çênedibûn an jî qet nebe mirov dikare bêje hema wiha hêsan nedigihiştine encamê.

Elbete dîrokê ji bîr nekiriye ku çaxê hikûmeta Sultan Ebdulhemîdê duyê jî Tirkên Osmanî di salên 1894 heya 1896’an bi qasî du salan zêdetir ji 250.000 ermenî kuştibûn ku di dîrokê da bi navê” Qira Hemîdî ” an jî “Qira Hemîdiye a sultanê Sor” hatiye binavkirin. Wan jî weke neviyên xwe yên îro serê xelkê jê dikirin, ew parçe-parçe dikirin û laşê wan davêtin ber kûçikên xwe. Ew karê ku ji salên 1984’an û pêde artêşa dewleta Tirkiyeyê li dijî gerîlayên PKK’ê dimeşandin, zêde ji karê bav-kalên wan yên Osmanî cuda nîne.

Gilî û rexneyên ermenan!

Carna hinek dostên ermenî, kurdan jî bi hevkariya Osmaniyan tawanbar dikin. Di vê nivîsê de ez naxwaz im bi berfirehî li ser vê xalê bisekinim, lê îro jî hinek axa û begên kurd li dijî gelê xwe şerê Kurdan jî dikin. Bûne xûlamokên dagîrkerên axa û dijminên doza xwe!. Ev nayê wê wateyê ku kurdan hingî hevkariya tirkan kiriye. Ket û mat axayên hingî jî wekî cehş û qoruciyên me yên îro bûne amrazê destê wan. Lê li Mûş û Amedê şervanên ermenî ên girêdayî Daşnakê jî kêm kurd nekuştine. Wan jî mîna leşkerên artêşa Tirkiyeyê carna ku derfet didîtin gundên kurdan dişewitandin û fermana kurdan radikirin. Elbet zemîneya karekî wiha tev ji aliyê Jon Tirkên nifşparêz ve hatibû amadekirin. Yanî bi rêya cudatiya ol di dawiya dawî da komara înkargera îro bi navê T.C hat damezrandin û kurd, ermen û kêmnetewên din heya roja îro jî ji hemû mafên xwe yên bingehîn bêpar in.

Ingilîz û Fransiyan li dijî serhildanên kurdan hemû cûreyên piştgîriyê dane tirk, ereb û farsan ku li ser ked û xwîna mezluman ji xwe re komar û dewletên milî ava bikin. Asîmîlasyon û tevkujî jî nebûne rêya çareseriyê. Çimkî berevajî daxwazên wan hêşata jî bi miloyonan kurd li ser axa xwe dijîn û tevî ku her tişt li wan qedexeye, lê niha li hemû Tirkiyeyê tenê zêdetirî 70.000 ermenî mane ku bi piranî li Stenbolê dijîn. Ew jî bêdeng û bêmaf in.

Di muzeya dîrokê de

Belê di muzeya Holokostê de cihû, kurd û ermenî xwedî dîmenên weke hev in, lê carê dengê cihû û ermenan ji dengê me kurda bilindtir e. Hêvîdar im rojekê hemû rûreşên dîroka mirovahiyê di dadgeheke adil da bên mehkemekirin. Dersên îbretê ji wan kesan re bimînin ku hêşta jî xwedî ramanên teng û antîdemokratîk in.

Encam û ders!

Heya roja ku xweperestiya mirovan hebe Holokost ên din jî yê hebin. Ji bo pêşîgirtina ji karekî wiha divê em tev “însan” bin, piştre bibine yek û bi sûda berjewendiyên mirovan desthilatdarî bikeve destê kesên zana û bêhnfireh. Cihê daxbarîyê ye ku bi milyonan însan ji ber ol an jî faktora etnîkî bibine hêsîrê agirê kesên dîn û har ên wekî Hîtker, Sedam Husên, Sultanên Osmanî û hevalbendên wan.

Jêder û çavkanî:

  1. Pirtûka “Mein Kampf – Şerê Min” bi zimanê almanî a Adolf Hitler ku xwedî naverokek siyasî-îdolojîk e û ji 15 beşan pêk tê.
  2. Die Nürnberger Prozesse- Dadgeha Nûrnberg (bi zimanê almanî) ku li sala 1949’an li dijî radeyar û berpirsên Neo Nazî li bajarê Nûrnberg çêbû.
  3. Di dîroka Kurdistanê de Dêrsim, nivîsîna Dr. Nûrî Dersimî (1893 − 1973)
  4. Hevpeyvîn bi Prof Celîlê Celîl li ser mijara Tevkuiya Ermen û Kurdan li Tirkiyeyê.
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar