Bêhna partiyê jê dihat

Ew mirovên xweşik li wan hespên xweşik siwar nebûn û neçûn, Ew mirovên xweşik li pey xeyalên xwe bazdan... Hinek mirov hene kesayetên neqandîne û ew...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Cuma - 20 Eylül 2024

Homo Sapiens ê ne Efrîkayî li Yewnanîstanê hate dîtin

Hestiyên mirovan ên li Yewnanîstanê hatin dîtin nîşan didin ku Homo Sapiens ji texmînan zûtir ji Efrîkayê derketine

Encamên lêkolînkirina du tasên serî yên salên 1970’î ji aliyê pisporên Zanîngeha Tubingen a Almanyayê ve hatin dîtin, di kovara Nature de hatin weşandin. Tasên serî yên lêkolîn hat kirin ên du mirovan e û li Girava Mora ya Yewnanîstanê hatin dîtin.

Li gorî hestiyên ku heta niha hatin dîtin, mirovê serdemê Homo Sapiens beriya niha ji 90 hezar heta 120 hezar salî ji Efrîkayê bi rê ketine û li parzemînên din ên dinyayê belav bûne. Lê belê hestiyê çengê yê ku li Îsraîlê hate dîtin û yê Homo Sapiens e hate tespîtkirin ku yê beriya 177 hezar heta 194 hezar salî ye. Hestiyên tasa serî yên li Yewnanîstanê hatin dîtin, wê teoriyên der barê dema derketina Homo Sapiensan ji Efrîkayê biguherîne.

Li hestiyên hatin dîtin navê Apidima 1 û Apidima 2 hatiye kirin. Hate tespîtkirin ku hestiyê yê yekemîn ne ji cûreyê Neandertal e. Aşkere bû ku hestiyê serî yê Apidima 1 ê Homo Sapiensekî ye ku berî 210 hezar salî dijiya. Pispora bi navê Katerina Harvati ji AFP’ê re axivî û wiha got: “Apidima 1 ji Homo Sapiens hemûyan ên li derveyî Efrîkayê demeke gelekî kevn jiya ye.”

Di encama lêkolînê de ku bi teknîkên modern ê vê serdemê hate kirin, aşkere bû ku hem taybetmendiyên modern hem jî yên arkaik bi Apidima 1 re hene, lewma ji cûreyê ‘Homo Sapiens ê destpêkê’ ye.

Her wiha hate tespîtkirin ku hestiyê Apidima 2 jî yê Neandertalekî ye ku beriya 170 hezar salî jiya ye. Dîtina hestiyên her du cûreyan teoriya ku dibêje Homo Sapiens û Neandertal di heman demê de li Ewropayê jiyan e, xurt dike.

Beriya niha dihate îdîakirin ku Homo Sapiens ji Efrîkayê ku weke ‘dergûşa mirovahiyê’ tê binavkirin beriya 70 hezar salî bi pêleke mezin koç kirine.

Lê belê hestiyên ku salên dawî li welatên Rojhilata Navîn û Ewropayê tên dîtin nîşan didin ku derketina ji Efrîkayê beriya texmînan pêk hatiye. BRUKSEL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar