Navenda Nûçeyan
Parlamenter Hoşyar Ebdula ragihand ku hevpeymana hatî avakirin ti peywendiya xwe bi hilbijartinên pêşwext re nînin.
Ji bilî PDK û YNK’ê 15 parlamenterên kurd li parlamentoya Iraqê Hevpeymana Hêviya Kurdistanê ava kir. Parlamenterê Iraqê yê li ser fraksiyona Goran û endamê hevpeymana hatî ava kirin Hoşyar Ebdula li ser avakirina hevpeymanê axivî.
Hoşyar da zanîn ku hevpeyama Hêviya Kurdistan ku duh hate ragihandin, tenê ji bo dema niha parlamentoyê ye û ti peywendiya xwe bi hilbijartinên pêşwext re nînin.
Hoşyar got ku avakirina vê hevpeymanê nayê wateya dawî anîna fraksiyon û koman, tenê karên xwe di çarçoveyek berfirehtir de rêxistin dike. Hoşyar destnîşnakir ku hemû fraksiyon serbixwebûna xwe diparêzin û wiha pêde çû; “Koma 15’em hem weke nav û hem jî weke nebûna çarçoveyek karê parlamentoyê pirsgirêke. Ji bo vê pêwîsti bi avakirina hevpeymaniyek heye da ku em bikarin baştir derve xwe bidin nasîn.”