Hoşyar Zebarî di hevpeyvîna xwe ya bi Sky News’ê re diyar kir ku dewleta tirk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê paqijiya etnîkî dike
Wezîrê Wezareta Karên Derve ya Iraqê yê berê Hoşyar Zebarî têkildarî êrîşên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi Sky News Erebî re axivî. Zebarî di serî de êrîşa dewleta tirk a li dijî rojavayê Kurdistanê weke ‘talûke’ pênase kir.
Di berdewamê de jî Zebarî anî ziman ku dewleta tirk li bakur û rojhilatê Sûriyeyê ‘paqijiya etnîkî’ dike. Zebarî bi lêv kir ku êrîşa dewleta tirk a li dijî bakur û rojhilatê Sûriyeyê ne tenê ji bo Sûriyeyê, ji bo hemû herêmê talûke ye.
Zebarî herî dawî jî destnîşan kir ku di van êrîşan de sivîl hatine kuştin.