Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Hovîtiya li hemberî jinan a li Efrînê hat şermezarkirin

Ji bo şermezarkirina hovîtiya dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ya li hemberî jinên li Efrînê û êrîşên li dijî herêmê, şêniyên Qamişloyê bi pêşengiya Kongra Star meşek li dar xist.

Bi pêşengiya Kongra Star bi sedan şêniyên Qamişloyê bi meşekê sûcên dewleta tirk a dagirker ên li dijî jinan ên li Efrînê û êrîşên duh ên dewleta tirk a dagirker li ser kantona Cizîrê şermezar kirin.

Meşê ji ber dermanxaneya Deham a li taxa Kornîş dest pê kir. Di meşê de wêneyên jinên ku li Efrînê ceza li wan hatiye birîn û şaxên darên zeytûnê ku wekî sembola Efrînê tên naskirin, hatin hildan.

Piştî meşê girse li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kom bû. Endama Koordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed li wir axivî û destnîşan kir ku ev 6 sal e Efrîn bi destê dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rastî siyasetên qirkirinê tê. Gel jî li hemberî dorpêça hikûmeta Şamê li ber xwe dide û got: “Wê her dem rastî berxwedana gelan bên, dê gelê li Şehbayê di kampan de her tê bikoşe heta azadiyê bi dest dixe.”

Remziya Mihemed bal kişand ser cezakirina jinan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve û da zanîn ku di demekê de ku cezayê darvekirinê li cîhanê tê rakirin, li Efrînê dewleta tirk mîna siyasetên Îranê li dijî gelan dide meşandin û wiha dom kir: “Bi guhertina demografiyê, girtin û revandina şêniyan li Efrînê têr nebû, ji bo şikandina îradeya jinan cezayan dide. Em ê jî bi îradeya jinên azad li hemberî dagirkeriyê derkevin.”

Çalakî bi sloganên `Jin, Jiyan, Azadî` bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar