Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Pazartesi - 8 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Hozan Diyar: PDK bi qedera gelê kurd dilîze

Hozan Diyar anî ziman ku PDK hevkariyê bi dijminên kurdan re dike û bang li gelê kurd bi taybetî jî hunermend û rewşenbîrên kurd  kir u got: Bi helwesteke kurdewarî em dikarin pêşî li xiyaneta PDK'ê bigirin, bêbandor bikin. Em nehêlin ku kes bi qedera me bilîze.”

Nerazîbûna li dijî şerê li Kurdistanê dewam dike ku bi destê dewleta tirk û hevkariya PDK’ê tê meşandin. Hozan Diyar bal kişand ser xeta xiyanetê ya PDK’ê û ji bo helwest bê nîşandan bang kir.

Hozan Diyar bi taybetî bang li xelkê başûrê Kurdistanê kir, bi bîr xist ku di demeke dîrokî de ne û got: “Xetereyeke welê ye ku mîna di sedsala dawî de hate kirin dijminên gelê me dixwazin bi çarenûsa gelê me bilîzin, me bikin kole, Kurdistanê parçe bikin, xwe mîna efendiyan li ser me ferz bikin.”

Her mirovên bi wijdan neçar e helwestê nîşan bidin’

Hozan Diyar têkildarî êrîşan bal kişand ser xetereyê û got: “Ez jî weke welatparêzekî, weke hunermendekî gelê kurd metirsiyeke mezin dibînim û dixwazim balê bikişînim ser vê xetereyê. Em hunermend in, dixwazin bi hunera xwe derkevin pêşberî gel lê belê rewşa siyasî ya li Kurdistanê, kiryarên dewleta tirk ên bi hevkarên xwe li Kurdistanê dimeşîne, dike ku her welatparêzên bi wijdan, hunermend, rewşenbîr, her mirovên bi wijdan neçar bimînin ku helwestê nîşan bidin.”

‘PDK’ê başûrê Kurdistanê kiriye mîna eyaleteke dewleta tirk’  

Hozan Diyar destnîşan kir ku dewleta tirk li başûrê Kurdistanê bi rêya artêşa xwe, MÎT’ê, sîxurên xwe dixwaze koka kurdan ji holê rake, li her deverê destkeftiyên Kurdistanê tune bike” û wiha dewam kir:

“Ev yek ji armancên sereke yên dewleta tirk ên sed salî ye. Em dijminê xwe baş nas dikin, xwişk û birayên me hemû divê vî dijminê xwînxwar baş nas bikin. Dewleta tirk bi dehan biryargehên leşkerî ava kiriye û başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Başûrê Kurdistanê kiriye mîna eyaleteke dewleta tirk. Bi çand, artêş, ajan, MÎT’ê di nava liv û tevgereke mezin de ye. Ev yek ji bo gelê kurd cihê şermê ye. Di bin zilma artêşa Sedam de bi xwîna bi hezaran şehîdan xaka başûrê Kurdistanê hate azadkirin, lê mixabin niha pêşkeşî bin lingên artêşa dewleta tirk tê kirin. Ev yek ji bo me şermeke mezin e.”

‘Xiyanet bi navekî din nikare bê pênasekirin’

Hozan Diyar anî ziman ku PDK hevkariyê bi dijminên kurdan re dike û armanca wan jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ye. Hozan Diyar got: “Divê dest ji vê xeta xiyanetê berdin. Min xwest bi navekî din pênase bikim, lê xiyanet xiyanet e. Bi navekî din nikare bê pênasekirin. Hunermendên Kurdistanê, bi taybetî hunermend, rewşenbîrên Başûr, pêşmergeyên Kurdistanê, xeta xiyanetê ya ku li Kurdistanê tê meşandin bi navê we tê meşandin. Rê nedin vê yekê. Em dikarin xiyanetê rawestînin. Ya ku dixwaze derbê lê bixin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ne. Ew ne gerîlayên tenê parçeyekî ne, ew gerîla ji bo azadiya çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin.

‘Bi bertekek xurt em dikarin vê xiyanetê rawestînin’

Gotineke pêşiyan heye, dibêje ‘Ew fîrawîn bin hûn paşîv in’ ji bo dijmin. Ev yek rewşa rûtîn a dijminên gelê kurd e, di dîrokê de ev yek timî kirine. Divê em careke din nekevin nava vê xefletê. Divê em ji xewa xefletê hişyar bin. Em dikarin vê xiyanetê rawestînin.

Di navbera Erdogan û Sedam de çi cudahî heye? Di navbera Hakan Fîdan û Kîmyasal Alî yê ku bombe li Helebceyê barand çi ferq heye? Rayedarên PDK’ê yên ku wan bi samîmî hembêz dikin divê li vê yekê bifikirin. Ev şerma we, dayikên gerîla, dayikên Kurdistanê diêşîne. Şerm e!

Eger piştgirgiyê nadin Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê jî divê rê nedin vê sîxuriyê, rê nedin dewlet û artêşa tirk. Ew bi qedera gelê me dilîzin. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ji bo jiyaneke bi rûmet ya me, xwe feda dikin. Ew xwişk û birayên me ne, dotmam û pismamên me ne. Hûn çawa dikarin bi kepçeyan, bi dozeran rê ji dewleta tirk re çêdikin, piştigiriya lojîstîkî didin ku karibin gelê me li pêş çavên me qetil bikin? Ev ne ya qebûlkirinê ye. Em vê qebûl nakin. Navê vê jî xiyanet e.

Ev şer di navbera gelê kurd û dijminên kurdan de diqewime. Şerê gerîla û dewleta tirk e. Rêya navîn a vê nîne. Pênasekirina vê yekê bi gotina ‘birakujî’ bi yekser an jî neyekser hevkariya bi xiyanetê re ye.”

Hozan Diyar herî dawî bangeke bi vî rengî kir: “Weke hunermendekî welatparêz ez bang li her hunermendî, her rewşenbîrê dikim: Dengê xwe bilind bikin. Em welatparêz bi helwesteke kurdewarî dikarin xiyanetê rawestînin, bê bandor bikin. Em rê nedin ku kes bi çarenûsa me bilîze. Ev hêza me heye. Em dikarin pêşî li xiyanetê bigirin. Bimire xiyanet. Bijî Kurdistan. Bijî kurdên berxwedêr û bi rûmet!”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar