Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....
Pazartesi - 20 Mayıs 2024

Polîtîkayên pişaftinê yên li ser çandê

Yek ji polîtîkayên civakî yên blokên desthilatdar û şer herî zêde serî lê dane polîtîka asîmîlasyonê ye. Bi gotineke giştî asîmîlasyon, helandin û pişaftina...

Nemirên Kurdistanê

Em di meheke pîroz de ne û ev jî meha şehîdan e. Di dîroka tevgera azadiyê ya Kurdistanê de wekî meha şehîdan hatiye pênasekirin....

Hozan Sefkan di 39’emîn salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn

TEV-ÇAND Ewropa di 39’emîn salvegera şehadeta hunermendê pêşeng Sefkan de wî bi bîr anî û wiha got: “Hozan Sefkan ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî moral da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir.”

Şoreşa Kurdistanê ya bi pêşengiya PKK’ê bênavber didome, gelek lehengên giranbuha derketin holê. Ji van lehengan yek jê Hozan Sefkan e. Hozan Sefkan (Celal Ercan) yek ji navên pêşeng ên xebatên çand û hunerî yên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, di 16’ê Nîsana 1985’an de li herêma Heftanînê şehîd bû. TEV-ÇAND Ewropayê bi boneya 39’emîn salvegera şehadeta hunermendê pêşeng Sefkan daxuyaniyek weşand. TEV-ÇAND Ewropa da zanîn ku Hozan Sefkan ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî moral da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir.

Daxuyaniya TEV-ÇAND Ewropa wiha ye:

“Em hunermendê pêşeng Sefkan (Celal Ercan) de ku di 16’ê Nîsana 1985’an de li Heftanînê tevlî kerwanê şehîdan bû bi bîr tînin. Şehîd Sefkan pêşengê sazîbûna çand û hunera kurdî ye. Hozan Sefkan, mîlîtanê Şoreşa Kurdistanê bû. Di havîna sala 1982’an de ew û Hozan Mizgîn ji Libnanê derbasî Elmanyayê bûn. Wazîfeya wan bilindkirina çand û hunera kurdî bû. Hozan Sefkan dema çû Almanyayê bi hunermendên kurd re hevdîtin pêk anî û sazîbûnê pêşniyar kir. Piştî amadekariyek baş di hezîrana sala 1983’an de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Kongreya Çand û Hunerê hate lidarxistin. Hozan Sefkan di kongreye de dibêje, ‘Divê eniyeke çand û hunerê bê avakirin. Divê sazî û şaxên eniyê hebin. Li Kurdistanê têkoşîna rizgariya neteweyî tê meşandin. Divê eniya çand û hunerê bibe hêza moralê ya tekoşînê. Divê ev enî bersiva herî mezin bide kolonyalîst, qedexe kirinan, asîmîlasyon û êşkenceyê’. Di kongreyê de Komela Hunermendên Welatparêzên Kurdistan (HUNERKOM) hat ava kirin û gelek bîryarên girîng hatin girtin. Bi vî avayî xebatên çand û hunerê bû xwedî sazî. Hozan Sefkan û hevalên xwe navenda HUNERKOM’ê li bajarê Kolnê û şaxên saziyê jî li Hollanda, Frankfûrt, Hannover, Stûttgart, Berlîn û Stockholmê vekirin.

Koma Berxwedan bû dengê şoreşa Kurdistanê

Li navendê û şaxan de komên muzîk, şano û govendê birexistin kirin. Dîsa kasetên muzîkê derxistin, şano lîstin, şev û bîranînên şehîdan amade kirin. Di heman demê de bi pêşengtiya Hozan Sefkan Koma Berxwedan jî hat ava kirin û kom bû dengê şoreşa Kurdistanê. Çand û hunera kurdî di sedsala 20’emîn de rastî asîmîlasyon û qedexeyên giran hatibû. Xebatên HUNERKOM’ê çand û hunera kurdî zindî kir û pêşxist. Hozan Sefkan, di sala 1984’an de vegeriya welat. Di nava du salan de eniya çand û hunerê saz kir, kesata Koma Berxwedan a yekem amade kir û kaseta xwe ya ‘Solo’ jî derxist. Her wiha ji bo pirtûk, kovar, meş û şevên wê demê gelek wêne xêz kir. Dîsa di nav du salan de li Ewropayê bi dehan şev hatin lidarxistin. Di hemûyan de Hozan Sefkan bû amadekarên van şevan û bi dehan bajaran jî stran û awazên xwe parve kir.

16’ê nîsana 1985’an ji bo şoreşe Kuridstanê rojeke reş e

Hozan Sefkan li başûrê Kurdistanê tevlî yekîneyên gerîla bû. Li vir jî ne tenê bi çeka xwe, bi amûr û dengê xwe jî coş da hevrêyên xwe û nirxên şoreşê bi awayekî hunerî îfade kir. 16’ê nîsana 1985’an ji bo şoreşa Kurdistanê rojeke reş e. Wê rojê di encama komploya Partiya Komunîst a Iraqê de li Heftanînê 8 mîlîtanên PKK’ê ku di nav wan de Hozan Sefkan, Rauf Akbay û Îdrîs Okmen jî hebûn şehîd bûn. Hemû jî ji bo têkoşîna gerîla ya ku nû dest pê kiribû xwe perwerde kiribûn. Weke mînak, Rauf Akbay li zanîngeha Goethe xwendîbû, Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê (FEYKA KURDISTAN) damezirandibû û hem di warê teorîk û hem jî di warê pratîkî de kedeke girîng dabû şoreşê. Her yek ji wan têr û tijê xwe ji bo şoreşê amade kiribûn. Lewma şehadetên 16’ê nîsanê ji bo şoreşa Kurdistanê windahiyeke giran bû.

Şehîd Sefkan xwest ku eniya çand-hunerê bibe yek ji stûnên herî girîng ên şoreşa Kurdistanê. Bi vê armancê bingeha eniya çand û hunerê danî. Li ser vê bingehê bi sedan kasetên Kurdî û bi hezaran stran hatin nivîsandin. Dîsa bi sedan komên muzîk, govend û şanoyê hatin avakirin. Ev hemû nirx nîşan didin ku şoreşa Kurdistanê şehîdên xwe û armancên wan ji bîr nake. Ew ala ku şehîdan emanetî wan kiriye hildigire.

Têkoşîna hemû şehîdan armancên mêtingeran têk bir

Barbarên mêtinger, dixwestin çand û hunera kurdî tune bikin. Ji bo vê jî li pey hev qedexe û komkujî pêk anîn. Xwestin nav, ziman û stranên kurdan ji holê rakin. Têkoşîna hemû şehîdan ev armancên mêtingeran têk bir û deriyekî nû yê jiyanê li pêşiya gelê kurd vekir. Bi pêşengiya şehîdan li Kurdistanê serdemeke nû ya çand, huner û wêjeyê dest pê kir. Bîranînên şehîdan eniya çand-hunerê ronî dike. Ji bo vê jî em dibêjin ‘Şehîd Sefkan jiyan dike û wê her tim pêşengiya gelê Kurdistanê bike’.”

Hunera Şehîd Sefkan girêdayî gel û têkoşînê bû. Şehîd Sefkan bi stran û wêneyên xwe berxwedan, têkoşîna çekdarî, êşkence û şehadet anî ziman. Divê xebatkarên çand û hunerê wek şehîdan tevbigerin. Divê erkên şoreşê pêk bînin. Divê di berhemên xwe de rewşa gel û têkoşînê vebêjin. Stranên ku em dinivîsin, şanoyên me, klîb an fîlmên ku em dikişînin, wêneyên ku em xêz dikin divê coş û hêzê bide gel. Divê îradeya gel a têkoşînê zêde bike. Divê ala Hozan Sefkan timî li ba be.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar