Hozan Serhad bi navê xwe yê malbatî Suleyman Alpdogan, ji navçeya Panos a Agiriyê ye. Hozan Serhad di sala 1970’an de li navçeya Zêdkan a Agiriyê ku ji ber karmendiya bavê xwe koçî wir kiribûn, ji dayik bû. Piştî jidayikbûna Hozan Serhad 3 sal şûnde malbata Alpdogan dîsa vegeriyan Panosê û Hozan Serhad li vir mezûn bû. Hozan Serhad hunermendek şoreşger bû. Hunera xwe bi rihê şoreşgeriyê ve honandibû û hêj jî di nava muzîka kurdî de cihekî gelek taybet digire.
Hozan Serhad di sala 1988’an de beşa Konservatuara Dewletê ya Muzîka Tirk a Zanîngeha Ege ya Îzmîrê di rêza duyemîn de qazanç dike. Piştî ku dikeve konservatuarê, li şûna tembûr, li ser tarzeke dubendî ku amûreke azerî ye, perwerde dibîne. Her wiha bilûr, gîtar, tembûr û klavyeyê jî lêdida. Hozan Serhad konservatuar di rêza yekemîn de diqedîne û di sala 1991’an de li gel jina bi navê Yildiz ku di zanîngehê de hev nas kirine, li navçeya Kîvrîlî ya Denîzliyê dizewice. Hozan Serhad ku xebatên xwe yên hunerê di van salan de jî bênavber didomîne, di sala 1996’an de berê xwe dide çiyayên Kurdistanê.
Birayê Hozan Serhad Arif Alpdogan ku niha li navçeya Panosê dijî, ji Ajansa welat re behsa Hozan Serhad kir. Arif Alpdogan diyar kir ku wê demê bi berdla keda salekê wan tembûrek stend û wiha got: “Ji ber ku me qezenca keda xwe ye salekê dabû wê tembûrê ji bo me pir bî nirx bû. Min dixwest ku tu kesek destê xwe nede tembûra min. Ez rojekê hatim malê û dengê tembûrê hat min. Min mêze kir Serhed li tembûrê dide. Lê ji ber ku Serhad piçûk bû, tiliyên wî nedigehiştê. Serhad wî çaxî hem tembûrê hîn bû û hem jî dest bi strangotinê kir.”
Arif Alpdogan li ser zewaca Hozan Serhad jî ev tişt anî ziman: “Wê dema ji Denîzliyê hevaleke Serhed hebû, navê wê Yildiz bû. Xwestin bi hevre bizewicin, em jî çûn navçeya Kîvrîliyê ya Denîzliyê me daweta wan kir. Zewaca Serhad ji me re pir zehmet hat, ji ber ku hevala wî ji Denîzliyê bû û çanda me ji hevûdû pir cûda bû. Em hinekî nerazî bûn. Piştî zewaca wan 6 meh şûnde her duyan bi hev re berê xwe dan çiyayên Kurdistanê. Du re me fehm kir ku ji ber çûyina xwe zewicîne. Yildiz li Cizîrê hat girtin û 12 sal û 6 meh cezayê hefsê lê hat birin. Du re me tu agahî ji Yildizê negirt.”
Di berdewamiyê de Arif Alpdogan anî ziman ku Serhad dema pola yekemîn de dixwent, xwendekarên kurd ên Zaningeha Ataturkê ya Erzûromê organîzasyonek li dar xistin. Arif Alpdogan, diyar kir ku ew çûn tev li wê organîzasyonê bûne û yekem car Serhad li zanîngeha Erziromê straneke kurdî got û wiha pê de çû: “Piştî Serhad hêj jî min nebihîstiye ku yekî li zanîngeha Erziromê straneke kurdî gotiye. Serhed ji ber ku hêla çand û hûnerê pir serkeftî bû, min jê re di got Egeyê çanda Erebî,Turkmen,Farisî hene li ser wan bixebite. Serhed ji min re got ez ê li ser kurdî bixebitim, ji ber ku kurdî winda bûye û çi tiştên veşartî hebe divê em derxin holê.”
Arif Alpdogan, bal kişand ser derketina Hozan Serhad a Ewropayê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serhad dema çû Ewropayê ji ber ku telefon, înternet hwd. nebûn me nedikarî bi rehetî bi hev re biaxivin. Me tenê salê du sê caran xeber dida û dema ku em bi hev re diaxivîn jî li ser huner û çandê çavkanî ji min dixwest. Li ser van çavkaniyan xebitî û çend stran û pirtûkên nû nivîsandin. Meraqa Serhad ji çand û hunerê hêj di zaroktiyê de dest pê kir. Dema ku stranek guhdar dikir 10 rojan şûnde melodiya wê derdixist. Serhad pir dixwend û tenê li ser muzîkê ne, li ser wêje, felsefeyê jî lêkolîn dikir û dixebitî. Serhad pir mutevazî, henekwar bû û ji ber wê jî pir hevalên wî hebûn. Ji nufûsa Panosê sedî heştê hevalên Serhed bûn û pir dihat hezkirin.”