Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 13 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakî lidar xistin. Di encamê de 13 dagirker hatin cezakirin, yek birîndar bû. Çeperek hat rûxandin, derb li droneyekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da. HPG’ê di daxuyaniya xwe de aşkera kir ku gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Zap, Avaşîn, Metînan bi berxwedana xwe destanê dinivîsin. HPG’ê diyar kir ku gerîlayên wan li dijî êrîşên dagirkeriya Kurdistanê derbên giran li leşkerên artêşa tirk dikin. Di daxuyaniyê de HPG’ê ev tişt ragihand:  “Hêzên me li Avaşîn, Zap û Xakurkê çalakiyên xurt li dijî dagirkeran lidar xistin. Di encama çalakiyan de 13 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû, çeperek hate rûxandin û derb li droneyekê hate xistin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha parve kir:

Li Herêma Avaşînê;

Di 8’ê gulanê saet di 13.45 û 15.20’î de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li derdora çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Werxelê xistin. Heman rojê saet di 14:40’î de jî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin. Di encama çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek jî birîndar bû.

Li Herêma Zapê;

Di 8’ê gulanê saet di 10.00 de li hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro xistin. Heman rojê saet di 15:00 de li girê Şehîd Şemdîn ê li Qada Berxwedanê ya Kurojahro çepereke dagirkeran ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve bi temamî hate rûxandin û 6 dagirkerên tê de hatin cezakirin.

Di 8’ê gulanê saet di 14.30’î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li dijî dagirkerên li dora çeperên şer ên li Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve bi rengekî koordîneyî çalakî lidar xistin. Baskê destpêkê yê çalakiyê ji nêz ve li çepereke dagirkeran xistin û îmha kirin. Di encamê de 3 dagirker hatin cezakirin. Baskê duyemîn jî bi sûîqestê li dagirkeran da û dagirkerek ceza kir. Di heman demê de hêzên me li droneyekê xistin ku li ser qadê digeriya. Di encama vê çalakiyê de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin, derb li droneyekê hate xistin.

Di 8’ê gulanê saet di navbera 22.00-22.30’î de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn, hêzên me li helîkopterên êrişê xistin ku dixwest bombeyan li çeperên şer bibarînin. Di encama vê destwerdanê de helîkopterên êrişê neçar man ji herêmê biçin. Heman saetê hêzên me dest li helîkopterên êrişê werdan ku dixwestin bombeyan li çeperên şer ên li Girê Rûbar bibarînin û di encamê de neçar man ji qadê biçin.

Li herêma xakurkê;

Di 6’ê gulanê saet di 16.20’î de li Girê Şehîd Derwêş, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran dan û derbên serketî li hedefên hatin diyarkirin, hate xistin.

Bombardûman dewam dike

Bombardûmana artêşa Tirk a dagirker a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser êrişan wiha ne:

Di 8’ê gulanê de li herêma Xakurkê li quntara çiyayê Şekîfê, dewleta tirk bi obus û hawanan bombe li xelkê herêmê barand ku pincar kom dikir. Ji ber vê bombardûmanê ji xelkê herêmê kesek birîndar bû. Bombardûmana li ser vê qadê dewam dike.

Di 8’ê gulanê li herêma Zapê, qada Çemço ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin. Qadên Griê Amediyê, Girê Cûdî, Karker, Saca û Kurojahro 11 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. heman rojê saet di navbera 22.00-00.30’î de qadên Çiyareş, Girê Cûdî, Girê Rûbar, Girê Şehîd Dunya, Girê Şehîd Şemdîn, Girê Şehîd Harûn û Girê Şehîd Xelîl bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.

Di 7 û 8’ê gulanê de li herêma Avaşînê qada berxwedanê ya Werxelê ji aliyê helîkopterên êrişê û balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 8’ê gulanê saet di 15.00 de qada Girê Hakkarî ya herêma Metînayê bi balafirên şer hate bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar