Erdogan li ber Esed digere da ku wî bibîne!

Rejîma AKP'ê bi serkêşiya Erdogan serkêşê sereke bû ji sedemên wêranbûna hemû bajarên Sûriyeyê û perîşanbûna xelkê wê re. Ev rejîm û dewleta tirk...

Biryara berxwedana 14’ê Tîrmehê biryara sekeftina şoreşê ye

14’ê Tîrmehê, di dîroka rêxistina me de ji bo nasnama rêxistinê, dikare were gotin di demek herî bi qehirde li ser bingeha hebûna xwe...

Çarşamba - 17 Temmuz 2024

HPG: 14 dagirker hatin cezakirin derb li helîkopterekê hate xistin

HPG’ê diyar kir hêzên wan êriş pûç kirine û wiha got “Di çalakiyê hêzên me de 14 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye, çeperek hatiye îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê û dronekê hate xistin.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê şerê di navbera gerîlayan û artêşa tirk a dagirker de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Hêzên me bi tîmên gerîla yên gerok re derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Artêşa Tirk a dagirker li hemberî hêzên me yên di çeperên şer de berxwedaneke dîrokî nîşan didin, nikarin bi pêş ve biçe. Artêşa Tirk a dagirker çekên kîmyewî bi kar tîne û sûcê şer dike. Ligel hemû metodên şerê qirêj ê dewleta Tirk Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ê ku bi ruhekî fedaî tevdigere, bi perspektîfa serfiraziyê roj bi roj berxwedana xwe ya dîrokî geş dike.

Di çalakiyê hêzên me de 14 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek birîndar bûye, çeperek hatiye îmhakirin, derb li helîkoptereke êrişê û dronekê hate xistin.

Çalakiyên hêzên me wisa ne:

Li Herêma Avaşînê

Di 23’ê Nîsanê de hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên dora Qada Berxwedanê ya Avaşînê dane. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin û dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 13.30 û 14.20’an de Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan hatiye bomberdûmankirin. Dagirkeran di heman rojê de saet di 15.20’an de xwestine dîsa êriş bikin. Hêzên me dora dijmin girtine û ji nêz ve li dijmin dane. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin. Dagirkerên ku derbeke giran xwarin êvarî Qada Berxwedanê bi balefirên şer bomberdûman kirine.

Li Herêma Zapê

Di 24’ê Nîsanê de saet di 16.00’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên şer ên Girê Ortê ya qada Girê Karker dane. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 24’ê Nîsanê e saet di 17.10 û 17.30’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Qada Berxwedanê ya Şikefta Birîndaran dane. Di van çalakiyan de bi awayekî serkeftî li hedefan hate xistin.

Di 24’ê Nîsanê de dagirkeran xwestin bi teqemeniyan êrişî Çeperên Şer ên Girê Cûdî bikin. Hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 10.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora çeperên Qada Berxwedanê ya Şehîd Berxwedan dane. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û çeperek jî hate îmhakirin.

Di 24’ê Nîsanê de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Kurojahro dane. Di vê çalakiyê de herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 24’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran hewl dan li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin, hêzên me li wan dan, dagirkerek hate cezakirin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 18.00’an de hêzên me li Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn derb li dronekê dan.

Di 24’ê Nîsanê de dema ku dagirkeran xwestin li dora çeperên şer ên Girê Mamreş a Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi cih bibin, hêzên me li wan dan û 2 dagirker hatine cezakirin.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 20.40’an de helîkopterên êrişê dema ku xwestin dora Girê Rûbar bomberdûman bikin, hêzên me li helîkopteran dan. Li vir derb li helîkopterekê hate xistin.

Di 24’ê Nîsanê de çeperên şer ên Girê Ortê, Girê Şehîd Cûdî, Girê Şehîd Berxwedan û Şehîd Hewrê 19 caran bi teqemenî û çekên kîmyewî hate bomberdûmankirin.

Di 24’ê Nîsanê de Qadên Berxwedanê ya Şehîd Berxwedan, Şikefta Birîndara û Şehîd Şahîn 11 caran bi balefirên şer, helîkopterên êrişî û bi obusên qereqolên li ser sînor hatine bomberdûmankirin. Di heman demê de Qada Çemço jî bi balefirên şer hate bomberdûmankirin.

Di 24 û 25’ê Nîsanê de qadên Girê Cûdî û Girê FM ê li Zapê bi balefirên şer, hawan û obusên ji qereqolên li ser sînor 7 caran hatiye bomberdûmankirin. Di deman rojan de qada Golka û Girê Hakkarî yên Metînayê jî bi balefirên şer 3 caran hatin bomberdûmankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar