Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên hatine lidarxistin û êrîşên dagirkeriyê daxuyanî da. Daxuyaniya HPG’ê wiha ye:

“Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

9’ê cotmehê di saet 14.20, 17.30 û 18.00’an de bi çekên giran û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

10’ê cotmehê di saet 01.20’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.

9’ê cotmehê bi çalakiyên gerîla yên koordîneyî û taktîkên cuda li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê hate xistin. Di saet 14.00’an de bi çekên giran li konên dagirkeran hate xistin û 2 kon hatin îmhakirin. Di saet 14.20’an de bi çekên giran û nîv otomatîk ji du aliyan ve li dagirkerên ku hatin ba hev, hate xistin. di saet 15.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên ketin nava tevgerê hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Di saet 15.15 û 15.35’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. Di saet 15.40’an de bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û derb li çeperan hate xistin.

Di van çalakiyan de bi giştî 9 dagirker hatin cezakirin, 6 birîndar bûn û 2 kon jî hatin îmhakirin.

10’ê cotmehê di saet 03.40’an de bi taktîka sekvaniyê li koma dagirker hate xistin ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ketibû nava tevgerê. Di encamê de 4 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Zapê;

9’ê cotmehê di saet 06.00’an de bi çekên ferdî li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hate xistin.

9’ê cotmehê di saet 08.30’an de bi çekên giran li kepçeyê hate xistin ku hewl dida çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hilweşîne.

Êrîşên ku artêşa dagirker a tirk bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçel a herêma Metînayê; 9’ê cotmehê 3 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin. 10’ê cotmehê 1 car bi teqemeniyên qedexekirî hat bombekirin. Çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê jî; 9’ê cotmehê 1 car bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

9’ê cotmehê çeperên şer ên li Girê ya Cûdî ya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û ên li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 13 caran bi dronên bombebarkirî, 4 caran jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

9’ê cotmehê çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Sîdayê ya herêma Zapê carek bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;

7, 8 û 9’ê cotmehê Qada Berxwedanê ya Werxelê ya herêma Avaşînê 30 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

7, 8 û 9’ê cotmehê herêma Barzanê 9 caran bi balafirên şer hat bombekirin.

9’ê cotmehê herêma Zap, Avaşîn, Metîna, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Barzanê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê û Metînayê bi topan hatin bombekirin.”