Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 15 dagirker cezakirin, 2 Skorsky derb kirin

Tîmên gerîla yên bitevger berdewam derbêyan li artêşa tirk a dagirker dixin. Di çalakiyên ku hatin lidarxistin de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopterên Skorsky hatin derbkirin. 1 kamera mobesse jî hat îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çalakiyên gerîla yên li dijî artêşa tirk a dagirker aşkera kir. HPG’ê diyar kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk xistiye. HPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir: “Li hemberî tevgera berfireh a dagirkeriyê ya artêşa tirk a mêtinger a li ser herêmên Avaşîn û Zapê, çalakiyên bi bandor ên tîmên gerîla yên bitevger ên profesyonel ên hêzên me bênavber dewam dikin. Gerîlayên me yên ku 24 saetan di nava tevgerê de ne, bi tarzê çalakiyên afirîner derbên giran li artêşa Tirk a dagirker dixin. Di encama van çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin, 2 helîkopterên bi tîpa Skorsky hatin derbkirin û 1 pergala kameraya mobesse hate rûxandin.”

HPG’ê derbarê çalakiyên bi bandor ên yekîneyên gerîlla yên di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de ev agahî da:

Li Herêma Avaşinê;

Di 19’ê nîsanê saet di 16:00’an de dagirkerên ku xwestin li derdora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin ji aliyê hêzên me ve bi taktîkeke sûîqestê li wan hatiye xistin. Di encama vê çalakiyê de 1 dagirker hate cezakirin.

Di 21’ê nîsanê saet di 09:25 û 13:30’an de hêzên me 3 caran bi taktîkên sabotajê li dagirkerên ku xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Werxelê ve bi pêş ve biçin dan. Di encama van çalakiyan de herî kêm 4 dagirker hatin cezakirin.

Li Herêma Zapê;

Di 20 û 21’ê nîsanê de artêşa Tirk a dagirker bi teqemeniyan êrîşî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kunîşka kir. Li Qada Berxwedanê di navbera hêzên me û dagirkeran de şerên dijwar didomin.

Di 21’ê nîsanê saet di 10:30’an de, dagirkerên ku xwestin ber bi Qada Berxwedanê ya Kurojahro ve bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me ve bi çekên ferdî û bombeyên destan hatine xistin. Di encama destwerdana hêzên me de, dagirker neçar man gavekê paşde vekişin. Heman rojê saet di navbera 11.00-15.00’an de artêşa TC’ê ya dagirker bi teqemeniyan êrişî çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Kurojahro kir. 1 sîstema kameraya mobesse ya ku dagirkeran dixwestin li Girê Şehîd Şemdîn li vê herêmê bi cih bikin, ji aliyê hêzên me ve hate rûxandin. Di heman demê de hêzên me yên YJA Starê bi taktîkên sabotajê bi bandor li dagirkerên ku hatin hedefkirin xistin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Di 18’ê nîsanê saet di 15:00 û 16.00’an de dagirkeran bi gazên jehrî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Ortê bombebaran kirin.

Şeva 21’ê nîsanê hêzên me bi rengekî berfireh li dagirkerên ku xwestin bi helîkopteran li Qadaa Berxwedanê ya Şikefta Birîndara dakevin xistin. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de 1 helîkoptera Skorsky hate derbkirin û helîkopter beriya ku dagirkeran deynin qadê neçar man ji qadê birevin.

Di 21’ê nîsanê saet 21:30’an piştî ku artêşa Tirk bi helîkopterên êrîşê qadên Girê Cûdî û Girê Şehîd Kendal bi dijwarî bomberdûman kir, xwest bi Skorskyan dagirkeran deyne qada Girê Rûbar. Di encama lêdanên bi bandor ên hêzên me de 1 helîkoptereke bi tîpa Skorsky bi giranî hat derbkirin û helîkopterên din ên dagirkeran neçar mane paşve birevin.

Di 22’yê nîsanê saet di 04:20’an de dagirkerên ku xwestine li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi cih bibin ji aliyê hêzên me ve li wan hatiye xistin û 1 dagirker hatiye cezakirin.

Roja 22’yê nîsanê saet di 05:35’an de dagirkerên ku xwestin ber bi Girê Şehîd Rustem a girêdayî Qada Berxwedanê ya Karker bi pêş ve biçin, bi taktîkeke sûîqestê ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin û 1 dagirker hate cezakirin. Di saet 05.50’an de ev dagirker careke din hatin hedefgirtin û ji nêz ve li wan hate xistin û 5 dagirker hatin cezakirin. Di encama van çalakiyên bi bandor ên tîmên me yên gerîlla yên bitevger û profesyonel de 6 dagirker hatin cezakirin.

Di 21’ê nîsanê artêşa Tirk a dagirker bi balafirên şer qada Girê Hakkarî ya herêma Metîna û gundê Çemrobotkî yê herêma Garê bomberdûman kiriye.

Di navbera 21 û 22’yê Nîsanê de Qadên Berxwedanê yên li herêmên Zap û Avaşînê, bi obusên ku ji qereqolên li ser xeta sînot hatin avêtin, bi helîkopterên êrîşê û balafirên şer bi giranî hatin bomberdûman kirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar