Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: 15 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate rûxandin

Di çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê de 15 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn. Her wiha çeperek hat rûxandin. Di şer de 3 gerîla şehîd bûn.

“Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî êrîşên dagirkeriyê yên artêşa tirk a mêtinger berxwedana dîrokî dewam dikin. Dewleta tirk a faşîst ku li hemberî îradeya xurt a Apoyî li Qadên Berxwedanê nikare encamê bi dest bixe, bi bikaranîna bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî sûcên xwe yên şer dewam dike. Dewleta tirk ku bi rêya medya şerê taybet nûçeyên sexte yên serketinê belav dike û hewl dide ku rewşa xwe ya xitimandî ya li hemberî gerîlayên me veşêre, dixwaze ku bi propagandaya derewan encamê bi dest bixe. Li gel van rêbazên şerê qirêj jî meşa azadiyê ya gerîlayên me yên azadiyê bi îrade û baweriyeke mezin, bi biryardarî dewam dike.

Di encama çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatin cezakirin û 8 jî birîndar bûn. Di heman demê de çeperek hat rûxandin.

Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 8 caran bi bombeyên qedexekirî, 3 caran bi çekên kîmyewî û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombe kir.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

27’ê cotmehê li Qada Berxwedanê ya Girê Hakkarî, tîmên me yên bi tevger dan pey komek ji dagirkeran a li qada Şehîd Piling. Hêzên me koma dagirker xiste bin kontrola xwe û ji nêz ve bi çekên ferdî lê dan. Di encama vê çalakiyê de ku bi ruhê êrîşê yê xurt û rêbazên dewlemend ên gerîla hat lidarxistin 12 dagirker hatin cezakirin, 8 jî birîndar bûn.

Di encama şer û êrîşên hewayî de, hevrêyên me Sîpan, Cesûr û Rojger ên bêtirs bi ser dijmin ve çûn û derba destpêkê lê dan, heta nefesa xwe ya dawî bi lehengî şer kirin û şehîd bûn.

Agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyê me Rojger wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:

Nasnav: Sîpan Karakoçan
Nav paşnav: Xalid Temê
Cihê jidayikbûnê: Tirbespiyê
Dayik-Bav: Şemsê-Ebdulganî
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022 / Metîna
Nasnav: Cesûr Roboskî
Nav paşnav: Adem Encu
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Mehdiye-Mahît
Dem û cihê şehadetê: 27’ê Cotmeha 2022 / Metîna
- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar