PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...
Cumartesi - 23 Kasım 2024

PDK a Barzanî bi zanebûn sûc dikin

Herî dawî di medyaya çapemeniya azad de nûçeyek ku nûnerê HDP’ê ya Hewlêrê û rêveberên wê “dersînorkirin” derket. Lê belê ev nûçe ji aliyê...

Xezeba Trump

Li Amerîkayê hilbijartin pêk hat û Donald Trump careke din hat hilbijartin. Ango careke din bû serokê Amerîkayê. Ev yek di dîroka Amerîkayê de...

HPG: 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin

Dewleta tirk a dagirker bi çekên kîmyewî, balefir û obusan êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û çalakiyên gerîlayan jî bênavber didome. Di çalakiyan de 15 dagirker hatin cezakirin û derb li helîkopterekê hate xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê çakiyên gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî leşkerên artêşa tirk a dagirker aşkera kir. HPG’ê diyar kir dewleta tirk li Zap, Avaşîn û Metîna derbên giran dixwun. HPG’ê destnîşan kir ku di çalakiyên dawî yên hêzên wan de herî kêm 15 dagirker hatine cezakirin û derb li helîkopterekê hatiye xistin.

HPG’ê bervirehiya çalakiyan wiha ragihand: “Hêzên me yên gerîla li hemberî tevgera dagirker a artêşa Tirk çalakiyên xwe bênavber didomîne. Artêşa Tirk a dagirker 30 caran bi çekên kîmyewî, 29 caran bi balefirên şer û bi dehan caran bi obusan êrişî Qadên Berxwedanê kiriye. Di çalakiyên hêzên me de 15 dagirker hatine cezakirin, 8 dagirker jî birîndar bûne û derb li helîkoptereke êrişî hate xistin.

Agahiyên li ser çalakiyên hêzên me wisa ye:

Li Herêma Avaşînê

Di 15’ê gulanê de artêşa tirk a dagirker 8 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan Qada Berxwedanê ya Werxelê bomberdûman kir û piştre xwest ber bi çeperên şer ve were. Saet di 12.25’an de hêzên dagirker ên li dora çeperên şer bûne hedefa hêzên me. Hêzên me bi sabotaj û çekên ferdî li dagirkeran da. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 15’ê gulanê de saet di 13.30 û 15.55’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan û herî kêm 2 dagirker hatine cezakirin.

Di encama çalakiyên hêzên me de dagirker nekarîn bi pêş ve werin û bi çekên kîmyewî, balefirên şer, helîkopterên êrişî û bi obusên ji qereqolên li ser sînor Qada Berxwedanê ya Werxelê dan.

Di 16’ê gulanê saet di 06.30’an de hêzên dagirker dema ku xwestin ber bi çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Werxelê werin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Ji ber mudaxeleya hêzên me, dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Li Herêma Zapê;

Di 15’ê gulanê de danê sibê artêşa tirk a dagirker saet 10.30’an bi balafirên şer, helîkopterên êrîşkar, obus û 3 caran bi çekên kîmyewî çeperên Girê Cehenemê yên Berxwedanê ya Çiyareş bomberdûman kir, xwest bi pêş ve biçe. Piştî ku dagirkerên li derdora çeperên şer ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin, ji nêz ve bi çekên ferdî hatin gulebarankirin. Di vê çalakiyê de 5 dagirker hatin cezakirin. Di heman saetan de dagirkerên li herêmê ku ketibûn bin kontrola yekîneyên me yên gerîla, ji aliyê hêzên me ve hatin hedefgirtin. Li vir jî 4 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn. Dagirkerên ku heman rojê saet 19.00’an careke din xwestin bi pêş ve biçin, ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve du caran bi taktîkên sabotajê hatin hedefgirtin. Di encama van çalakiyan de herî kêm 3 dagirker hatin cezakirin.

Di encama van rêzeçalakiyên bi bandor ên li dijî dagirkerên ku nekarîn bikevin çeperên şer ên hêzên me ku bi biryarbûn û îradeyek mezin parastin, xwestin vê carê bi çekên kîmyewî bi pêş ve biçin, bi giştî; 12 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî bi giranî birîndar bûn.

Di 15’ê gulanê saet 14.30 û 16.30’an de dagirkerên  li derdora çeperên şer ên Kevirêkun ên herêma Berxwedanê ya Şikefta Birîndara ji aliyê hêzên me ve hatine hedefgirtin û derbkirin. Di encama van çalakiyan de dagirkerek hat cezakirin û 2 dagirker jî birîndar bûn.

Di 15’ê gulanê saet 15.0’an de artêşa TC’yê ya dagirker xwest ber bi çeperên şer ên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve bi pêş ve biçin. Di encama mudaxeleya hêzên me ya bi çekên giran de, dagirker nekarîn bi pêş ve biçin û gavekê paşde vekişîn.

Şeva 15’ê gulanê 2 helîkopterên êrîşê yên xwestin herêma Çemço bombebaran bikin rastî gulebarana hêzên me hatin. Di encama mudaxeleya bi bandor a hêzên me de derb li helîkoptereke êrîşê hate xistin û piştre helîkopter ji qadê derketin.

Di 15’ê gulanê de çeperên şer ên Girê Şehîd Hewrê yên li herêma Berxwedanê ya Şehîd Şahîn 19 caran ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hatin bombekirin.

Li Herêma Metîna;

Di 15’ê gulanê saet 10.10’an de qereqola Kanî Masî ya artêşa tirk a dagirker ku di nava sînorên başûrê Kurdistanê de ye, ji aliyê hêzên me ve bi çekên giran hate hedefgirtin û hedefên diyarkirî bi awayekî xurt hatin lêxistin. Heman rojê saet 16.30’an de bi taktîka sûîqestê êrîş li dagirkeran hatiye kirin û di encama vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Êrîşên dagirkeriyê

Artêşa tirk a dagirker bi dehan caran bi balafirên şer, helîkopterên êrîşê û obusan Herêmên Parastinê yên Medyayê bomberdûman kir.

Agahiyên êrîşan wiha ne:

Di 15’ê gulanê de qadên Sîda, Çiyareş, Girê Cûdî, Girê FM, Şikefta Birîndara, Karker, Şehîd Şahîn, Girê Amediye, Girê Ortê û Kurojahro yên herêma Zapê ji aliyê helîkopterên êrîşê, obusan ve ji qereqolên li ser xeta sînor û 29 caran bi balafirên şer bombebaran kiriye.

Di 15’ê gulanê de Girê Hakkarî yê herêma Metîna ji qereqolên li ser xeta sînor ji aliye obusan û balafirên şer ve hate bombekirin.

Di 15’ê gulanê de quntarên Girê Şekîf ê herêma Xakurkê ji qereqolên li ser xeta sînor bi obus û hawanan hatiye bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar