Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...
Salı - 1 Ekim 2024

Ez jinê ber bi azadiyê ve dibezînim

Ma me keçên kurd çima anîne van çiyan? Herkes dibêje; “Karê van jinan li vir çiye, çi kareke me bi jinan re heye, ma...

Carek din li ser girîngiya ziman

Di jiyanê de ziman xwedî rolek ewqas mezin û girîng e, lewma pêdivî heye ku pir caran li ser axaftin û şîrove were kirin. Heke...

HPG: 15 leşker hatin kuştin

Gerîlayên HPG/YJA-Starê di çarçoveya pêngavên şoreşgerî de li dijî leşkerên artêşa tirk çalakî li darxistin. HPG’ê ragihand ku di çalakiyan de 15 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG/YJA-Starê daxuyaniyek nivîskî weşand. HPG’ê destnîşan kir ku di çarçoveya pêngava şoreşgerî de 15 leşkerên artêşa tirk hatine kuştin.

Di daxuyaniya de av agahî hatin parvekirin: “Hêzên me bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanîn ku li herêma Heftanîn ya Herêmên Parastinê yên Medyayê didome de, roja 23’ê îlonê saet di 17.00’an de li dijî artêşa TC’ê ya dagirker ku li derdora Girê Konferansa Mezin ya herêma Geliyê Pisaxa bicihbûbûn çalakiya sûîkastê li dar xistin. Di vê çalakaiyê de leşkerek artêşa tirk hat kuştin.”

11 leşker hatin kuştin

Di berdewamiya daxuyaniyê de HPG’ê ev tişt ragihand: “Bi çarçoweya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de hêzên me roja 23’ê îlonê saet di 10.30’an de li dijî konvoya artêşa TC’ê ya dagirker ku ber bi Girê Şehîd Derwêş yê Girê Lêlîkan a herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê ve diçû çalakiya sabotajê lidarxist. Wesayîteke tîpa Reo di konvoyê de bû hedef, bi temamî hat rûxandin û qasî hat tespîtkirin serpêl û berbazek jî nav de bi giştî 11 leşkerên tirk hatin kuştin. Artêşa TC’ê ya dagirker piştî çalakiyê bêseruber herêm bi obus û hawanan topbaran kir û kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî kirî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Di çalakiya gerîlayên YJA-Starê de leşkerek hat kuştin

HPG’ê bi berdewamî ev agahî da: “Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de hêzên me yên YJA-Starê di navbera Midyada Mêrdînê û Hezexa Şirnexê de li dijî leşkerên ku ewlehîya rê pêk dianîn, çalakiyeke sûîkastê li dar xistine. Di vê çalakiyê de leşkerek hatiye kuştin. Bi çarçoveya pêngavê  li dijî leşkerên li qada Şehîd Botan a Bagokê jî di 12’ê îlonê de çalakiyeke sabotajê hatiye lidarixistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatine kuştin.”

Gerîlayek şehîd bû

HPG’ê têkildarî şehadeta gerîlayekî xwe de jî ev agahî da: “Di 22’ê îlonê de artêşa tirk a dagirker li herêma Herekolê ya Sêrtê operasyonek daye destpêkirin. Dagirkeran saet di 10.00 û 11.00’an de qada operasyonê bomberdûman kirine û bi helîkopterên Skorksky leşker anîne qadê. Ev operasyona heta 23’ê îlonê saet 16.00’an domiyaye. Di vê operasyonê de rêhevala me Goksûn (Nûrhan Dûndar) şehîd bûye.”

HPG’ê agahiyên nasnameya gerîlaya şehîd jî wiha aşkera kir: “Nasnameya hevala me ya şehîd wisa ye: Nûrhan Dundar (Goksûn Tekoşîn), cihê jidayikbûnê: Sêrt, navê dê û bav: Hedra – Tahîr, cih û dema şehadetê: Herekol / 22’ê îlona 2019’an. Hevrêya me Goksun Têkoşîn 1986’an li Sêrtê jidayik bûye. Li dijî zext, mêtingerî û komkujiyên dewleta TC’ê ya faşîst 2012’an di pêvajoya Pêngava Şerê Şoreşgerî yê Gel de tevlî nav refan bûye. Hevrê Goksun di nav refên gerîla de xwedî tevlêbûna pak, fedaî bû, di demeke kurt de bûye gerîlayeke zîrek. Hevrê Goksun li ser felsefeya jina azad a Rêbertî kûr bûbû, bi helwesta xwe ya li ser jiyanê bû fermandarekî gerîla a pêşeng. Bi berpirsyarî û azweriyeke mezin xwe daye peywirên ku ketine ser wê. Hevrê Goksun heta gava ku şehîd bûyî bûye xwedî helwesteke miltanî û bi helwesta xwe ya têkoşer di nav Tevgera Azadiyê de bûye xwedî kedeke mezin. Di serî de malbata hêja ya hevala me Goksun, em sersaxiyê didine hemû gelê xwe yê welatparêz û sond dixwin heta ku em îdeala şehîdên xwe, gelê xwe azad bikin, têkoşîna xwe bi rengekî bêhempa bidomînin.”

Di dawiya daxuyaniya xwe de jî HPG’ê ev agahî parve kir: “Di 10’ê îlonê de li Ebaqa Wanê li qada gundê Axûla di navbeyna hêzên me û artêşa TC’ê ya dagirker de şer derketiye. Têkilî vî şerî agahiyên berfireh piştre bi raya giştî re wê werin parvekirin.” BEHDÎNAN

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar