Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 16 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li herêma Xakurkê-Colemêrgê li dijî hêzên artêşa tirk çalakî hatine kirin û herî kêm 16 leşker hatine kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku hêzên wan derbên giran li artêşa tirk xistine. HPG’ê daxuyakirin ku di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de, çalakiyên hêzên wan yên li dijî êrîşên dagirkeriyê didomin. HPG’ê diyar kir ku artêşa tirk ku hewl dide xaka başûrê Kurdistanê û qadên gerîla dagir bike, di encama çalakiyên xurt ên hêzên wan de yên 29’ê gulanê derbên giran xwar.

HPG’ê agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan wiha da. “Hêzên me saet di 09.00, 13.00 û 14.00’an de li dijî leşkerên dagirker ên hewl didan li Girê Şehîd Şahan ê herêma Xakûrkê bi pêş ve biçin, çalakî pêk anîn. Di encama çalakiyan de ku bi rêbaza sabotajê hatin kirin û derb li yekîneyên dijmin hate xistin, 4 leşker mirin, leşkerek jî birîndar bû. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi helîkopterên bi tîpa Skorsky cenazeyên leşkerên xwe û yên birîndar ji herêmê rakir. Saet di 11’an de li dijî yekîneyeke din a artêşa TC a dagirker a hewl dida li Girê Şehîd Botan bi cih bibe, hêzên me çalakiyeke din kirin. Di vê çalakiyê de 3 leşkerên dagirker hatin kuştin, 2 leşker jî hatin birîndarkirin. Leşkerên birîndar bi helîkopteran ji herêmê hatin rakirin lê hat tespîtkirin ku ew jî mirine û bi vî rengî hejmara leşkerên dijmin ên di encama çalakiyê de mirin bi giştî 5 leşker in. Saet di 14.30’î, de hêzên me li dijî dagirkerên li Girê Lêlîkanê çalakiyek pêk anîn. Derbên giran li çeper û stargehên dijmin hatin xistin lê hejmara mirî û birîndaran nehate tespîtkirin.”

HPG’ê wiha dirêjî da daxuyaniya xwe: “Saet di 04.15’an, de li dijî Qereqola Şovê ya li bajarokê Bajêrganê yê navçeya Geverê ya Colemêrgê hêzên me çalakiyek pêk anîn. Derb li kûleyeke dijmin hate xistin û hate rûxandin. Di çalakiyê de 2 leşkerên dijmin hatin kuştin. Hêzên me saet 15.00 li dijî artêşa TC a dagirker a li ser Girê Xeregolê yê navçeya Çelê ya Colemêrgê çalakiyek pêk anîn. Di encama çalakiyê de ku derbên giran li stargehên dijmin ên li ser gir hatin xistin, 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê obus û hawan avêt derdorê û ji ber vê yekê şewat bi daristanê ket.”

Gerîlayek şehîd bû

Di daxuyaniyê de der barê gerîlayê jiyana xwe ji dest da jî ev tişt hat gotin: “Di 28’ê gulanê balafirên şer ên artêşa TC a dagirker bombe li qada Şêxzade ya herêma Xakurkê barandin. Ji ber bomberdûmanê hevrêyê me Rêbaz Mahabat (Reşît Hasan Nejad) şehîd bû.”

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîd wiha ye: “Reşît Hasan Nejad (Rêbaz Mahabad), cihê jidayikbûnê Mahabad, dê û bav Helîm-Cafer, dem û cihê şehadetê 28’ê gulana 2019 / Xakurkê.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê têkoşîna wî agahî da û sersaxî xwest. HPG’ê wiha got:  “Hevrêyê me Baz di sala 1988’an de li bajarê Mahabadê yê rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sala 2015’an de tevlî Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê bûye. Rêhevalê me Rêbaz serî li zilma dijmin rakiriye û tevli nav refên gerîlayan bûye. Rêheval Rêbaz ji roja ku tevlî nav refên gerîlayan bûye, bi awayekî fedakar têkoşiyaye. Rêheval Rêbaz di pêngava berxwedanê de derbên giran li dijmin daye û heta kêlîka dawîn ji bo hebûna gelê Kurd û parastina azadiya wê tevgeriyaye. Di serî de malbata rêheval Rêbaz em sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin û em soza bilindkirina alaya têkoşîna wî dubare dikin.”

Li Xakûrkê herî kêm 9 leşker hatin kuştin

Di daxuyaniyê de her wiha nûçeyên medya tirk ên li ser operasyona dagirkeriyê hatin derewandin û ev tişt hat gotin: “Dagirkerên ku li bin guhê berxwedana xurt a gerîla ketin, ji bo windahiyên xwe veşêre, îdîa kir ku gelek gerîla şehîd bûne, bi vî rengî hewl da têkçûna xwe veşêre û bi qareqara serketinên sexte raya giştî bixapînin. Ji dema destpêkirina operasyonê û heta niha ji bilî hevrêyê me Rêbaz gerîla ti windahî nedaye. Tenê li herêma Xakurkê bi qasî hatiye tespîtkirin 9 leşkerên dijmin hatine kuştin. Bila gelê Kurdistanê yê welatparêz û raya giştî ya demokratîk zanibe ku gerîlayên azadiya Kurdistanê li gorî wezîfe û mîsyona xwe li dijî her êrîşê bi dil û can li ber xwe didin û êrîşên dagirkeriyê yên mêtingeran têk dibin. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi hêza ji şehîdên me yên leheng, îdeolojiya jiyana azad a Rêberê me û gelê me werdigirin, wê ji niha û pê ve jî li dijî her pêla êrîşan mîsyona xwe ya dîrokî bi cih bînin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar