KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...
Çarşamba - 3 Temmuz 2024

KCK: Divê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

HPG: 17 dagirker hatin cezakirin

HPG da zanîn ku: "Di encama 12 çalakiyên hêzên me de herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek û teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin. Cenazeyekî dagirkeran hat desteserkirin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser şer ev agahî parve kir:”Artêşa tirk a dagirker tevî ku derfetên şer hemûyan bi kar tîne, li hemberî sekna lehengî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê xitimî ye. Wezareta Şerê Taybet a tirk rastiya şerê li Kurdistanê ji raya giştî ya Tirkiyeyê vedişêre, agahiyên derewîn pêşkêş dike û hewl dide derb û windahiyên xwe yên giran binixumîne. Hêzên me bi ruhê mezin ê êrîşê û rêbaza afirîner performansa şer nîşan didin û çalakiyên encamgir lidar dixin. Hêzên me di heman demê de bi wêrekiyeke mezin çûn ser dagirkeran û hem alavên leşkerî hem jî cenazeyekî dagirkerekî weke delîlekî desteser kirin. Di encama 12 çalakiyên hêzên me de herî kêm 17 dagirker hatin cezakirin, 3 jî birîndar bûn. Çeperek û teqemeniyên dagirkeran hatin îmhakirin. Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 16 caran bi bombeyên qedexekirî, carekê jî bi çekên kîmyewî bombe kirin. Di heman demê de 25 caran bi balafirên şer, 28 caran bi helîkopteran û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kirin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşan wiha ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

2’ê mijdarê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, teqemeniyên ku dagirkeran ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Xursî amade kiribûn, ji aliyê hêzên me ve bi profesyonelî hate îmhakirin.

3’ê mijdarê saet di 05:50’î de li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û dagirkerek hate cezakirin.

3’ê mijdarê saet di 18:10’an de li Qada Berxwedanê ya Sacayê, hêzên me teqemeniyên dagirkeran ên ji bo bombekirina çeperên şer ên li Şehîd Xursî xistin bin kontrola xwe û beşek ji van teqemeniyan bêbandor kirin, beşek jî desteser kirin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de;

3’ê mijdarê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM, dagirkerên ku xwestin bombeyan li çeperên şer ên li Girê Şehîd Mûnzûr bibarînin, ji aliyê hêzên me ve hatin kontrolkirin. Di vê çalakiyê de teqemeniyên dagirkeran ku ji bo bombekirina çeperên şer amade kiribûn, bi dagirkeran ve teqiyan û herî kêm dagirkerek hate cezakirin. Saet di 12:20’î de 2 dagirkerên ku xwestin dest li cihê çalakiyê werdin, ji cihekî nêz ve bûn hedefa hêzên me. Cenazeyê dagirkerekî tevî alavên leşkerî û telefona destan hatiye desteserkirin. Cenazeyê dagirkerê din ê hate cezakirin di bin kontrola hêzên me de ye.

Piştî vê çalakiyê 3’ê mijdarê saet di navbera 22:10 û 22:50’î de, her wiha 4’ê mijdarê saet di 06:00 de artêşa tirk a dagirker 19 caran bi balafiran bombe li Qada Berxwedanê ya Girê FM barand.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Xakurkê;

2’ê mijdarê li cihekî navbera qadên Girê Şehîd Axîn û Şehîd Bêrîtan, tîmên me yên bi tevger ên YJA Starê dagirker xistin bin kontrola xwe. Hêzên me saet di 16:00 de bi sabotajê pênc çalakiyên cuda kirin. Herî kêm 10 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn. Cenazeyên dagirkeran her wiha dagirkerên birîndar bi helîkopteran ji qadê hatin birin.

3’ê mijdarê saet di 10:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Axîn, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

3’ê Mijdarê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Şehîd Derwêş tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkeran xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî;

3’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê çeperên şer ên Şehîd Sîpan 10 caran, li Qada Berxwedanê ya Sacayê çeperên şer ên Şehîd Xursî 4 caran, li Qada Berxwedanê ya Sîdayê jî çeperên şer ên li Şehîd Agir 2 caran bi bombeyên qedexekirî hatin bombekirin.

3’ê mijdarê li Qada Berxwedanê ya Sîdayê, li ser çeperên şer ên li Şehîd Felat carekê çekên kîmyewî hate bikaranîn.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

3’ê mijdarê zeviyên gundên Yekmalê û Şiyê yên Garê, qada Golka ya Metîna û qada Sinînê ya Xakurkê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

3’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Saca, Karker, Kurojahro, Girê FM û Girê Amediyê 28 caran bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

3’ê mijdarê Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê Amediyê û Girê FM bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.

2 û 3’ê mijdarê artêşa tirk a dagirker hewl da bi kepçeyan çeperên şer ên li Qada Berxwedanê ya Karker hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar