Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...
Pazar - 6 Ekim 2024

Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

HPG: 2 çeper hatin îmhakirin û 18 dagirker hatin cezakirin

Çalakiyên gerîlayên HPG û YJA Starê yên li hemberî leşkerên dagirker ên tirk bênavber didomin. HPG’ê ragihand ku di encama çalakiyan de 18 leşkerên tirk ên dagirker hatin cezakirin, 2 droneyên bombebarkirî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 3 kon, 2 çeper hatin îmhakirin.

 

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye: “Di çalakiyên xurt ên hêzên me de 18 dagirker hatin cezakirin û 4 dagirker jî birîndar bûn. Her wiha 2 droneyên bombebarkirî, 2 sîstemên kamera yên mobesse, 3 kon, 2 çeper hatin îmhakirin û derb li 2 çeperan hate xistin. Artêşa tirk a dagirker 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi gazên kîmyewî bombe li çeperên me yên şer barand û sûcê şer kir.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

11’ê cotmehê saet di 02:00 de li Qasdsa Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sekvaniyê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11’ê cotmehê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî li droneyeke bombebarkirî hate xistin. Di vê çalakiya hêzên me yên YJA Starê de drone û teqemeniya pê re hate îmhakirin.

11’ê cotmehê saet di 19:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sabotajê li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin, dagirker neçar man bi astekê xwe vekişînin.

10’ê cotmehê saet di 07:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li droneyeke bombebarkirî hate xistin. Drone û teqemeniyê li ser hate îmhakirin.

11’ê cotmehê saet di 17:10 û 17:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, dagirkerek birîndar bû.

11’ê cotmehê saet di 20:05’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derb li çepereke dagirkeran hate xistin.

11’ê cotmehê saet di 20:17’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk ji du baskan ve li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

11’ê cotmehê saet di 23:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê di çalakiyên sûîqestê de 4 dagirker hatin cezakirin.

12’ê cotmehê saet di 00:25’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

Li herêma Zapê;

10’ê cotmehê saet di 15:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sacayê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin, 2 dagirker hatin cezakirin.

10’ê cotmehê saet di 12:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin, derb li çeperekê hate xistin.

11’ê cotmehê saet di 13:30’î de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

12’ê cotmehê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Sîdayê hêzên me yên YJA Starê bi çekên ferdî li dagirkeran xistin.

Li herêma Metînayê;

10’ê cotmehê saet di 10:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

10’ê cotmehê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li çalakiyeke koordîneyî ya gerîla li dagirkeran hate xistin. Baskê çalakiyê yê destpêkê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li çeperekê xist ku 4 dagirker tê de bûn. Li vê çeperê 2 dagirker hatin cezakirin, 2 dagirker jî birîndar bûn, çeper hate îmhakirin. Baskê çalakiyê yê duyemîn bi çekên ferdî û nîv otomatîk li konên ku dagirker tê de bûn xist. Li vir jî 2 dagirker hatin cezakirin, 2 kon hatin îmhakirin.

11’ê cotmehê saet di 13:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Di vê çalakiyê de ku hêzên me yên YJA Starê pêk anîn 2 dagirker hatin cezakirin, dagirkerek birîndar bû û çeperek hate îmhakirin.

11’ê cotmehê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Çarçelê bi çekên giran li konekî dagirkeran hate xistin. Di çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, konek hate îmhakirin.

Li herêma Xakurkê;

10’ê Cotmehê saet di 14:20’î de li Qada Girê Şêxzade 2 sîstemên kamera yên mobesse yên dagirkeran hatin îmhakirin.

Li herêma Barzanê;

7, 8 û 9’ê cotmehê herêma Barzanê ji bejahî û hewayî ve ji aliyê artêşa tirk a dagirker ve hate bombekirin. 8’ê cotmehê piştî ku bi helîkopterên êrîşê hate bombekirin, artêşa tirk a dagirker bi helîkopteran dagirker li qadê danî.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi gazên kîmyewî, teqemeniyên qedexekirî, droneyên bombebarkirî;

Li Qada berxwedanê ya Girê Ortê ya herêma Metînayê çeperên şer 10’ê cotmehê 4 caran bi teqemeniyên qedexekirî û 2 caran jî bi gazên kîmyewî hatin bombekirin.

10 û 11’ê cotmehê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî û Girê Amediyê 11 caran bi droneyan û carekê jî bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

7, 8 û 9’ê cotmehê herêma Barzan 9 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

10’ê cotmehê Qada Şehîd Bager a herêma Avaşînê 10 caran, 11’ê cotmehê Qada Ava Lolanê ya herêma Xakurkê 2 caran, herêma Zapê jî 7 caran bi giştî 19 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

10 û 11’ê cotmehê Herêma Rojava yê Zapê ya Şehîd Delîl, Herêma Metîna û Herêma Barzanê bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Xakurkê, Metîna û Barzanê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar