Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Pazartesi - 8 Temmuz 2024

HPG: 2 dagirker hatin kuştin û helîkopterek hat derbkirin

Hêzên gerîla li Avaşîn û Metînayê li dijî leşkerên tirk a dagirker di nava çalakiyan de ne. Di çalakiyan de bi qasî hate zelalkirin, 2 dagirker hatine kuştin û helîkopterkek jî hatiye derbkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û tevgera dagirkeriyê daxuyaniyek da.

HPG’ê li ser mijarê ev agahî parve kir:

“Di çarçoveya pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagorsê de, Herêma Avaşînê;

17’ê îlonê saet 14:45’an li dijî hêzên dagirker ên li Girê Silêman hêzên me çalakiyeke ya sabotajê kiriye. Di vê çalakiya serketîf ya hêzên me de bi kêmanî 2 dagirker hatine cezakirin. Artêşa TC’ê piştî çalakiyê saet 15:00’an windahiyên xwe bi rêya helîkopterê ji qadê rakirine.

Di çarçoveya Pêngava Şorşegerî ya Cenga Xabûrê de, Herêma Metînayê;

17’ê îlonê saet 22:10’î helîkopterên xwestin ku qada Hiror û Kêste bombe bikin, hêzên me yên YJA Starê ji du baskan ve kirin lê dan. Di encama çalakiya hêzên me de, helîkopterek derb lê ket û neçar ma ku ji qadê bireve.

Qada Berxwedana Werxelê ya Herêma Avaşînê;

17’ê îlonê artêşa TC bi çekên giran û bombeyan Qada Berxwedanê bombe kirin, xwestin şevê bi pêş ve bên. Di encama mudaxeleya  Berxwedêrên Werxelê de, şerek dijwar qewimî. Li pêşberî êrîşên hovane yên artêşa tirk ku hemû teknîka xwe xiste dewreyê, Berxwedêrên Werxelê bi vîna milîtantiya Apoyî ya ji pola şer kiriye û rê nedan ku dagirker bi pêş ve bên.

17’ê îlonê saet 15:10’î devera Kafya ya herêma Garê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.

17’ê îlonê di navbera saet 15:00-23:00’an balafirên şer li xeta Qaşûra ya herêma Metîna firiyane. Derdora gundên Êdinê, Deşîşê û Serarû yên girêdayî navçeya Kanî Masî ya Amêdiyê û devera Kordîne ji aliyê helîkopter û qereqolên li ser sînor bi obus û hewanan hatine bombekirin.

17’ê îlonê saet navbera 15:30-15:40’î devera Karker û Saca ya herêma Zapê ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombekirin.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar