Di daxuyaniyê de hate gotin, “Di heman demê de çeperek jî hate rûxandin. Artêşa tirk a dagirker Qadên Berxwedanê 7 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî, 8 caran bi balafirên şer, 6 caran bi helîkopterên êrîşê û bi dehan caran jî bi obusan bombe kir.”
HPG’ê ragihand ku gerîla Ezda û Mahîr li Cûdî şehîd bûne û li ser çalakiyên gerîla û êrîşên dewleta tirk a dagirker ev agahî da:
“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Egîdên Botanê ya Şehîd Şervan û Şehîd Diljîn de;
Hêzên me 7’ê Îlona 2022’an li herêma Cûdî, li derdora gundê Serdehlê bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dijî dagirkeran çalakiyeke xurt kirin. Di vê çalakiyê de gelek leşkerên dijmin hatin cezakirin, gelek jî birîndar bûn. Piştî çalakiyê dijmin, cenazeyên leşkerên hatin cezakirin û leşkerên birîndar bi helîkopterê ji qadê bir.
7’ê îlona 2022’an li quntara Mistê Elî ya herêma Cûdî di navbera dagirkeran û hêzên me de şerekî giran qewimî û bombardûmaneke giran li qadê hate kirin. Di şer û bombardûmanê de hevrêyên me Ezda û Mahîr ên heta kêliya dawî bi lehengî şer kirin, şehîd bûn. Hevrêyên me Ezda û Mahîr ku demeke dirêj li herêma Cûdî man, berxwedaneke destanî nîşan dan, li dijî dijmin bi çalakiyan tola komkujiyên li gelê me û welatê me Kurdistanê têne kirin hilanîn, wê her tim ji têkoşîna me re pêşeng bin.
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Ezda Meşkan Nav paşnav: Şehla Tekîn Cihê jidayikbûnê: Colemêrg Dayik-Bav: Zehra-Mehmet Fehîm Dem û cihê şehadetê: 7’ê îlona 2022 / Cûdî |
Nasnav: Mahîr Başkale Nav paşnav: Emrah Dûman Cihê jidayikbûnê: Wan Dayiki-Bav: Nezîre-Remzî Dem û cihê şehadetê: 7’ê îlona 2022 / Cûdî |