Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 20 dagirker hatin cezakirin, çeperek û dronek hate îmhakirin

Çalakiyên gerîlayên azadiyê bênavber didome. Di çalakiyan de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek û dronek hate îmhakirin.

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê derbarê çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Li hemberî tevgera dagirker a ku dewleta Tirk a mêtinger dabû destpêkirin berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bênavber didome. Hêzên me li qada şer taktîkên gerîlatiya serdema nû bi awayekî afirîner û bi bandor bi kar tîne û derbên giran li dagirkeran dixîne. Dewleta Tirk a faşîst li hemberî gerîlayên me yên ku bi ruhekî fedaî her der kirine navenda berxwedanê nikare bi pêş ve biçe û li çeperên şer ên Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar tîne. Li hemberî van êrişên dermirovî gerîlayên me berxwedana xwe didomîne û derbên giran li dagirkeran dixe. Di çalakiyên gerîlayan  de 20 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker birîndar bûn, çeperek û dronek hate îmhakirin.

Li Herêma Avaşînê

Di 23’ê Nîsanê hêzên me bi sûîkastê li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê dan. Di vê çalakiyê de 3 dagirker hatine cezakirin, dagirkerek jî birîndar bûye.

Di 24’ê Nîsanê de saet di 13.30 û 14.20’an de Qada Berxwedanê ya Werxelê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker hatiye bomberdûmankirin. Dagirkeran saet di 15.20’an de dîsa bi teqemeniyan hewl dan êriş bikin. Hêzên me dora dagirkeran girtin û ji nêz ve li wan dan. Li vir 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkerên ku di çalakiyên hêzên me de derbên giran xwarin êvarî dora Qada Berxwedanê bomberdûman kirine.

Di 26’ê Nîsanê de dagirkeran hewl dane darên li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bibirin. Hêzên me li dagirkeran dan. Dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû. Di heman rojê de êvarî jî dema dagirkeran hewl dane dora çeperên Qada Berxwedanê bigirin bûne hedefa hêzên me.

Li Herêma Zapê

Di 23’ê Nîsanê de saet di 03.00’an de dagirkeran xwestin ber bi çeperên şer ên Girê Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ve biçin. Hêzên me bi sûîkastê li dagirkeran dan û 2 dagirker hatin cezakirin.

Di 25’ê Nîsanê de di dahnê nîvro de dagirkerên ku xwestin ber bi çeperên şer ên Şehîd Amargî ve biçin, hêzên me dora wan girtin, bi çekên ferdî û bombeyên destan li wan dan. Di vê çalakiya YJA Starê de 3 dagirker hatin cezakirin û di heman demê de droneke li ser qadê digeriya jî hate xistin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 18.30’an de hêzên me li dagirkerên li dora Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn dan. Di vê çalakiyê de dagirkerek hate cezakirin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 18.00’an de dagirkerên ku xwestin li dora çeperên şer ên Girê Rûbar bi cih bibin, hêzên me bi çekên giran li wan dan. Di vê çalakiyê de bi xurtî li hedefan hate xistin. Di heman rojê de saet di 21.00-21.30’an de jî dema helîkopterên Skorsky xwestin leşkeran deynin qadê, hêzên me li helîkopteran dan û helîkopter neçar man vekişin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 16.00’an de hêzên me bi çekên giran li dagirkerên dora Girê Mamreş a Qada Berxwedanê ya Kurojahro dan. Di vê çalakiyê de hejmara dagirkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

Di 25’ê Nîsanê de saet di 17.20’an de dagirkeran hewl dan li dora Qada Berxwedanê ya Werxelê bi cih bibin, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran dan û dagirkerek hate cezakirin. Piştî çalakiya hêzên me dagirker qedemeyekê vekişiyan.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 10.30 û 13.20’an de çeperên şer ên Şehîd Berxwedan a Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn û çeperên şer ên Girê Şehîd Cûdî 9 caran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan hate bomberdûmankirin.

Di 26’ê Nîsanê de saet di 12.00’an de hêzên me ji du aliyan ve li dagirkerên dora çeperên şer ên Kevirêkun dan. Li vir 2 dagirker hatine cezakirin. Di heman rojê de saet di 15.40’an de dagirker dema bi pêş ve diçûn, hêzên me bi sûîkastê li wan dan û dagirkerek hate cezakirin.

Di 26’ê Nîsanê saet di 16:35’an de li qada berxwedanê ya Kurojahro li derdora Girê Şehîd Harûn hêzên me ji du baskan ve li çeper û hêzên dagirkeran xistin. Di encama vê çalakiyê de 2 dagirker hatin cezakirin, çeperek hate îmhakirin.

Di 26’ê Nîsanê danê nîvro li derdora çeperên şer ên li Girê Ortê, Girê Şehîd Amargî û Girê Şemdîn, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di her sê çalakiyan de hedefên hatin diyarkirin bi rengekî serketî li wan hate xistin.

Di 26’ê Nîsanê saet di 10.30 û 13:20’î de li Qada Berxwedanê ya Kurojahro li derdora Girê Mamreş, hêzên me bi çekên giran li dagirkeran xistin. Di encama herdu çalakiyan de 2 dagirker hatin cezakirin û dagirkerek birîndar bû.

Di 26’ê Nîsanê serê sibehê li Girê Şehîd Cûdî, artêşa Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî bi çekên kîmyewî bombardûman li çeperên şer kir. Di navbera dagirkeran û hêzên me de yên hewl didin bi pêş ve biçin şerekî giran diqewime.

Di 26’ê Nîsanê saet di navbera 10:30 û 11:00 de Qada Berxwedanê ya Şehîd Şahîn ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

Li Herêma Metînayê;

Di 26’ê Nîsanê saet di 09:00 û 10:30’î de li Hirorê dagirkerên li Qempa Mîlîtan bûn hedefa çalakiya hêzên me ya bi çekên giran. Di çalakiyê de bi rengekî serketî li hedefên hatine diyarikrin hate xistin.

Di 26’ê Nîsanê li herêma Metînayê, qada Girê Hakkarî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

Di 23’ê Nîsanê li herêma Xakurkê qada Girê Şekîf 2 caran bi balafirên şer hate bombekirin.

Di 25’ê Nîsanê saet di navbera 13:00-15:00 de qada Werxelê ya herêma Avaşînê ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

Di 25’ê Nîsanê qada Çemço ya herêma Zapê bi balafirên şer û ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

Di 26’ê Nîsanê saet di navbera 07:30-21:30 de qadên Girê Cûdî, Girê FM, Girê Amediyê yên herêma Zapê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin. 27’ê Nîsanê qada Girê Cûdî ji aliyê qereqolên li ser sînor ve bi obusan hate bombekirin.

Di 26’ê Nîsanê saet di navbera 14:30-21:00 de li herêma Xakurkê qadên Girê Şehîd Hakî û derdora Çemê Lolanê 2 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar