Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...
Salı - 9 Temmuz 2024

Şoreşa Kurdistanê şoreşeke mirovahiyê ye

Îro şoreşa Kurdistanê di navenda enternasyonalîzma cîhanî de rûniştiye. Ev rewş jixweber pêş neket. Ji bo wisa be sedemên vê yên bingehîn hene. Berî...

Recep Erdogan û Beşar Esed dîsa dibin bira?

Hema gotina dawiyê mirov dikare di serî de bibêje; “Erê dikarin bibin bira”! Jixwe kes û kesatiyên wisa, ne biratiya wan biratî ye, ne jî...

HPG: 26 dagirker hatin cezakirin, çekên wan hatin desteserkirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di çarçoveya ‘Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger’ de di çalakiyên gerîlayan de 2 jê fermandarên paye bilind 26 dagirker hatine cezakirin û çekên wan hatine desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir 2 jê fermandarên paye bilind 26 dagirker hatine cezakirin û lîsteya çekên hatine desteserkirin aşkera kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin gerîlayê bi navê Mahîr Mazlûm ê ku ji ser dagirkeran du çek rakiriye, di dema vekişandinê de di şer de şehîd bûye.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye: “Artêşa tirk ji ber berxwedana Zapê ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê nekariye encamekê bistîne û li hemberî çeperên şer û tunelên li Qadên Berxwedanê çekên kîmyewî bi kar aniye. Bikaranîna çekên kîmyewî li gorî qanûnan sûc e û li gorî normên şer jî tirs û nemerdî ye. Hêzên me yên li qada Zapê ji bo cezayê vî sûcê dermirovahiyê bide, di 24’ê Gulanê de Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ên berfireh dane destpêkirin. Gelek tîmên nîvgerok û gerok bi awayekî koordîne bi taktîkên dewlemend li Zapê gelek dagirkerên sûcên şer kirine, ceza kirine. Ev Operasyonên Tolhildanê yên Şoreşger ji bo tolhildana 8 rêhevalên me yên li Qada Berxwedanê ya Çiyareş di bin fermandariya heval Rohat û Şevîn de di dema şer de şehîd bûne, hatiye lidarxistin.

Artêşa tirk û medyaya şerê taybet a dewleta tirk rastiya şerê li Zapê û destana dîrokî ya Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ji hemû kesan vedişêre û ji bo vê her dem derewan dike. Di encama vê operasyona hêzên me de, neçar dimînin ku beşeke mirî û birîndarên xwe eşkere bikin û bi tenê 5 miriyên xwe eşkere kirine. Hêzên me bi vê sixtekariya artêşa Tirk a ku rûmeta xwe ya leşkerî winda kiriye û ya medyaya şerê taybet a Tirk dizanin, çûne ser cenazeyê 18 dagirkerên hatine cezakirin, wekî delîl gelek çek û alavên leşkerî jî desteser kirine. Li Kurojahro û Qadên Berxwedanê yên Çiyareş di encama Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de, 2 jê fermandarên rayedar 26 dagirker ceza kirin.

Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlegekî êrîşê, êlegekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Kitekitên Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger wiha ne;

1.Dagirkeran bi çekên kîmyewî û teqemeniyan çeperên şer ên Girê Cehennem a Qada Berxwedanê ya Çiyareş a Zapê bomberdûman kirine. Hêzên me ev dagirker xistine bin kontrola xwe. Ev dagirkerên ku li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin, di 24’ê Gulanê de bi Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger a hêzên me hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok bi ruhê êrîşa Apoyî û serfiraziyê vê çalakiya bi koordîne kirine.

Tîmên me yên nîvgerok ev dagirker xistine bin kontrola xwe û saet di 05.00’an de bi taktîkên xweberdana nav dagirkeran û serdegirtinê de bi çalakiyên koordîne yên gerîlatan li dijmin dane. Milê yekemîn ê operasyonê 3 konên leşkerî û 2 çeper kirine hedef, bombeyên destan avêtine nav van deran û bi çekên ferdî li van deran dane. Hêzên me girtine ser dagirkerên ku 2 fermanên rayedar ên dagirker jî di nav de hebûne û zûzûka çeper û kon îmha kirine. Li vê derê 2 jê fermandarên rayedar  bi giştî 7 dagirker hatine cezakirin. Hêzên me kontrola qadê xistine destê xwe û çûne ser dagirkeran. Hêzên me çekeke M-16 a portatîf a fermandarê rayedar ê dagirker, demançeyek, telefoneke destan, gustîlkeke dibistana leşkerî û êlegekî êrişê desteser kirine. Hêzên me di heman demê de çûne ser cenazeyên dagirkeran, çekeke M-16, çekeke bombeavêj û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine.

Şaxê duyemîn ê operasyonê jî bi çekên ferdî û bombeyên destan li 2 çeper û konekî leşkerî dane. Tîmên me yên nîvgerok xwe bera nav çeperan dane, ji 10 metreyan li dagirkeran dane. Hêzên me di nava demeke kurt de ev der jî xistine bin kontrola xwe û çûne ser cenazeyê 5 dagirkeran, çekeke MPT, çekeke bombeavêj û êlegekî pola desteser kirine.

Dagirkerên ku li herêmê ne û xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me. Li vê derê hatiye tespîtkirin ku herî kêm 6 dagirker hatine cezakirin.

Vê Operasyona Tolhildanê a Şoreşger bi giştî 12 deqîqeyan domiyaye û wekî birûskê hatiye kirin. Di vê operasyona şoreşger de 2 jê fermandarên rayedar herî kêm 18 dagirker hatine cezakirin. Wekî delîla mirî û birîndarên artêşa Tirk ku her carê van tiştan vedişêre hêzên me çûne ser cenazeyê 12 dagirkeran, gustîlka dibistana leşkerî ya dagirkerekî, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC’yê, 2 çekên M-16 ên portatîf, 180 fîşekên M-16, 2 çekên bombeavêj, çekeke MPT, demançeyek, dûrbîneke termal, telefoneke destan, êlegekî êrîşê, êlegekî ji pola, kêreke leşkerî û çavkaniyeke enerjiyê desteser kirine. 4 konên leşkerî û 4 çeperên dagirkeran jî bi temamî hatiye îmhakirin.

Di dema Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de hevalê me Mahîr Mazlûm bi fedaî çûye ser dagirkeran, fîşeka pêşîn bera dagirkeran daye, ji ser dagirkeran 2 çek rakiriye û di dema vekişandinê de hevalê me Mahîr Mazlûm di şer de şehîd bûye.

  1. di 24’ê gulanê saet di 09.30’an de dema ku dagirker li dora çeperên şer ên Şehîd Şemdîn a Qada Berxwedanê ya Kurojahro ya Zapê bûn, tîmên me yên nîvgerok ji du milan ve xwe bera nav dagirkeran dane û li dagirkeran dane. Hêzên me taktîkên serdema nû di nav hev de bi xurtî bi kar anîne. Kitekitên li ser van çalakiyan jî wisa ye

Şaxa yekemîn a operasyonê ji nêz ve li çepereke dagirkeran daye. Di vê çeperê de 2 dagirker hebûn û her 2 dagirker hatine cezakirin, çeper jî hatiye îmhakirin. Şaxa duyemîn a operasyonê jî çepereke din kirine hedef û bi bombeyên destan û çekên ferdî li vê çeperê dane. Bi lêdana pêşîn re dagirkeran dev ji çeperên xwe berdane û reviyane. Hêzên me çepera li vir îmha kirine. Dagirkeran dema ku xwestine mudaxeleyî qada çalakiyê bikin jî bûne hedefa hêzên me,li vir jî 4 dagirker hatine cezakirin. Tîmên me yên nîvgerok çûne ser çepera dagirkeran, 2 dagirkerên din jî ceza kirine. Hêzên me li vir çekeke BKC, 150 fîşekên BKC û dûrbîneke termal desteser kirine. Hêzên me li çepereke din jî dane û ew çeper jî hatiye îmhakirin.

Di vê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşger de ya ku tîmên me yên nîvgerok wekî birûskê kirine, 8 dagirker hatine cezakirin, çekeke BKC, 150 fîşekên BKC, dûrbîneke termal hatiye desteserkirin û 3 çeper hatine îmhakirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar