Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî çalakî kirin û di van çalakiyan de 3 dagirker hatin cezakirin, 1 mobesse hat îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên ku Gerîlayên Azadiya Kurdistanê di navbera 26-29’ê Kanûnê de pêk anîn û êrîşên ku artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk anîn, ev agahiyên berfireh parve kir:

Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl; 26’ê kanûnê di saet 15.30 û 16.50’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê, hêzên me yên YJA Starê bi çekên giran li wan xist û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

27’ê kanûnê di saet 9.30’an de bi taktîka sekvaniyê li kameraya mobesse ya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û hate îmhakirin. Di navbera saet 10.00 û 15.00’an de dagirkeran xwest kameraya mobesse ya hatî îmhakirin biguherin, lê hêzên me mudaxeleyî dagirkeran kir û ew asteng kirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

27’ê kanûnê di saet 14.10 û 15.55’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

27’ê Kanûnê di saet 23.55’an de dagirkeran hewl da xwe li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi cih bikin, lê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin û tevgera wan hate rawestandin. Ev çalakî ji aliyên me yên YJA Starê ve hatin lidarxistin.

28’ê kanûnê di saet 12.50 û 14.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

29’ê kanûnê di saet 07.00’an de bi çekên nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin.

29’ê kanûnê di saet 09.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hate cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate lidarxistin.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û dronên bombebarkirî pêk anîn;

26 û 27’ê kanûnê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ya herêm Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 5 caran bi dronên bombebarkirî hatin bombekirin.

27’ê kanûnê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 6 caran bi gazên kîmyewî û teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin. Hat tespîtkirin ku gazên kîmyewî di rengê ser û sor de bûn.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn; 26, 27 û 29’ê kanûnê qada Gundê Şêlazê, Golka, Gundê Bêşîlî yê herêma Metînayê 4 caran, qada Girê Şehîd Egîd, Girê Casûs, Bêpalan, Kalatuka ya herêma Qendîlê 6 caran, Girê Rostê, Geliyê Lolanê, Kolît, Girê Berbizina, Girê Şehîd Hawar, qada Sinînê ya herêma Xakurkê 7 caran, qada Deşta Kafya, Dosteka ya herêma Garê 2 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl 1 car; bi giştî 20 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27 û 29’ê kanûnê herêma Xakurkê bi helîkoptera êrîşê hate bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar