KCK: Dıvê her kes li dijî êrîşên faşîstan derkevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî êrîşên faşîstên AKP li penaberên sûriyeyî daxuyanî weşand. Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê diyar kir ku şefê faşîst...

Dewleta tirk û rejîma Şamê wê li hev werin?

Ev demeke dirêje qala asayîkirina peywendiyan di navbera rejîma Şamê û Enqereyê de tê kirin. Ev mijar zêdetir di dema hilbijartinên dawî yên serokkomariya...

Çarşamba - 3 Temmuz 2024

HPG: 3 dagirker hatin cezakirin, derb li skorskyekê hate xistin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku 3 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin. 21 caran bi çekên kîmyewî û gaza îsotê li dijî gerîla êrîş pêk hatine.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî şerê dawî û çalakiyên gerîla daxuyanî da.

Di daxuyaniya HPG’ê de wiha tê gotin:“Di çalakiyên hêzên me de 3 dagirker hatine cezakirin, 4 dagirker birîndar bûne û derb li helîkoptereke Skorsky hate xistin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin artêşa tirk a dagirker 4 caran bi bombeyên qedexe, 21 caran bi çekên kîmyewî û gaza îsotê, 12 caran bi balefirên şer, 68 caran bi helîkopterên êrîşê, bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran Qadên Berxwedanê bombe kirine.”

HPG’ê der barê çalakiyên gerîlayan û êrîşên dagirkeran de ev agahî da:

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên  Zagrosê de li herêma Zapê:

Di 24’ê cotmehê saet di 07.30’an de tîmên me yên gerok li Qada Berxwedanê ya Sacayê li dagirkeran dane.

Di 25’ê cotmehê saet di 15.00 û 17.00’an de dagirkeran dema ku hewl dan têkevin çeperên şer ên Şehîd Bahoz a Qada Berxwedanê ya Çemçoyê, bi taktîka sabotajê û çekên giran du caran li wan hate xistin. Di van çalakiyan de dagirkerek hate cezakirin û dagirkerek jî birîndar bû.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşger a Cenga Xabûrê ya Şehîd Savaş Maraş de;

Di 25’ê cotmehê de saet di 15.30’an de tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dane.

Di 25’ê Cotmehê saet di 16.30’an de dema ku dagirkeran hewl dan çeperên Şehîd Çekdar a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bombe bikin, tîmên me yên gerok bi çekên giran li dagirkeran dan. Piştî çalakiyê dagirker neçar man vekişin.

Di 25’ê cotmehê saet di 16.30’an de tîmên me yên gerok ên YJA Starê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkerên kombûyî dan. Di vê çalakiyê de 2 dagirker hatine cezakirin û 3 dagirker jî birîndar bûne.

Di 25’ê cotmehê de saet di 20.00’an de li ser Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî helîkopter geriyane. Dema ku helîkopterekê hewl daye leşkeran deyne qadê, tîmên me yên gerok li helîkopterê dan. Helîkopterê derb xwar û bêyî ku karibe leşkeran deyne, neçar ma ji qadê dûr bikeve.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker bi bombeyên qedexe û çekên kîmyewî kirine:

Di 25’ê cotmehê de çeperên şer ên Şehîd Çekdar a Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, çeperên şer ên Şehîd Felat a li Qada Berxwedanê ya Sîdayê û çeperên şer ên Şehîd Xursî yên li Qada Berxwedanê ya Sacayê, 4 caran bi bombeyên qedexe hatine bombekirin.

Di 25’ê cotmehê saet di 09.00 û 12.00’an de çeperên şer ên Şehîd Felat a Qada Berxwedanê ya Sîdayê 8 caran bi çekên kîmyewî hatine bombekirin.

Di 25’ê cotmehê saet di navbera 11.40 û 18.00’an de çeperên şer ên Şehîd Bahoz a li Qada Berxwedanê ya Çemçoyê 13 caran bi çekên kîmyewî û gaza îsotê hate bombekirin. Dagirkeran li pêşiya çeperên şer alavên plastîk û tekerên wesayîtan şewitandine û bi aspîraturê vê dûmana jehrî şandine ser çeperên şer.

Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker kirine;

Di 25’ê cotmehê de qadên Mam Hesen, gundê Bilmendê, gundê Çemrobotkî, gundê Şikeftiyan û gundê Biyê, dora Çemê Zê û Girê Bihar ên Garê 12 caran bi balefirên şer hatine bombekirin.

Di 25’ê cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Saca, Karker, Kurojahro, Şehîd Fedakar, Girê Hakkarî, Girê Cûdî û Girê Amediyê 68 caran bi helîkopterên êrîşê hatine bombekirin.

Di 25’e cotmehê de Qadên Berxwedanê yên Çemço, Girê FM û Girê Cûdî bi obus, tank û çekên giran bi dehan caran hatine bombekirin.

Di 25’ê cotmehê de li ser Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî û Çemçoyê dron geriyane.

Di 25’ê cotmehê de artêşa tirk a dagirker hewl daye çeperên şer ên Qada Berxwedanê ya Karkerê bi kepçe û dozeran hilweşîne.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar