Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 3 dagirker û sîxurek hatin cezakirin

HPG’ê diyar kir ku hêzên wan ji bo bîranîna hevrê Seyîd Evran gelek çalakî lidarxistine û wiha got: “Di encama çalakiyên hêzên me de 3 dagirker û sîxurek hatin cezakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:

“Hevrêyê me Seyîd Evran cewherê berxwedêr ê çiyayên Kurdistanê li ruhê xwe neqişand, gihand her deverê, ziman û pênûsa xwe bi hostatî bi kar anî, li dijî êrîşên şerê taybet û modernîteya kapîtalîst, xelkê me li eniya îdeolojîk bi rengekî şareza parast. Em hevrêyê xwe Seyîd Evran bi hurmet bi bîr tînin. Dengê jiyana azad ku hevrê Seyîd Evran 33 salan di oxira wê de bêrawestan têkoşiya, wê li çiyayên Kurdistanê her tim geş bibe, bigihêje her devera Kurdistanê û bi serkeftinê bê tacîdarkirin.

Di çalakiyên ji bo bîranîna hevrê Seyîd de 3 dagirker hatin cezakirin. Droneyeke bombebarkirî û jeneratorek hate îmhakirin, derb li kepçeyek, qemyonek û wesayiteke zirxî hate xistin. Hêzên me her wiha 2 caran dest li helîkopteran werdan, 22 caran jî li dagirkeran xistin.

Agahiyên berfireh ên li ser çalakiyan û êrîşên artêşa tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Li Botanê;

Dewleta tirk a qirker mêtinger li gel êrîşên qirkirinê yên li ser gelê kurd û Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê her wiha hewl dide xiyanet û nokeriyê bixe nava kurdan û bi vî rengî encamê bi dest bixe. Kesên ku bi polîtîkayên sîxurkirinê û derewên şerê taybet ên dewleta faşîst dixapin, dixwazin li dijî têkoşîna azadiyê ya gelê me bi kar bîne, tevlî sûc bike û bixin rewşeke welê ku xiyanetê li gelê xwe bikin. Gelê me yê welatparêz û her kesayetekî kurd divê hay ji van polîtîkayên dijmin hebe, ti carî nehêle ku bê bikaranîn, li dijî xiyanet û nokeriyê helwesteke şênber nîşan bide. Gelê me gelek kêmasiyên van kesan efû bike jî yên ku destê wan ketine xwîna kurdan û bûne sedema şehadeta gerîlayan ti carî efû nake.

Kesê bi navê Nazmî Sumer ê sala 1975’an li gundê Sîxurpaşa yê navçeya Elkê ya Şirnexê ji dayik bû, li qada Kato ya Botanê hevkarî bi dijmin re kir, di encama îxbara wî de sala 2018’an hevrêyên me Îrfan Dîrok (Akîf Tûran), Şoreş Karer (Çavûş Abbaszade), Baran Bilbêsî (Bayram Hakseven) û Devrîm Dogan (Ahmet Karaaslan) şehîd bûn. Kesê bi navê Nazmî Sumer tevî ku ji malbat û derdoreke welatparêz bû, beriya her tiştî xiyanet li kevneşopiya welatparêziyê kir a ji nav rabû bû, hevkariya bi dijmin re dewam kir û li qada Katoyê cihê gerîla ji dijmin re ragihand. Nazmî Sumer ji ber vî sûcî di 15’ê îlona 2023’yan de saet di 21:00 de ji aliyê hêzên me ve hate cezakirin.

Li herêma Zapê;

26’ê îlonê saet di 02:00 li Qadên Berxwedanê yên Saca û Kurojahro bi çekên giran li qemyoneke dagirkeran hate xistin.

Li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

26’ê îlonê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê bi sûîqestê li wesayiteke zirxî ya dagirkeran hate xistin.

26’ê îlonê saet di 15:45’an li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê jeneratoreke dagirkeran hate îmhakirin.

26 û 27’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 14 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26’ê îlonê saet di 17:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî droneyeke bombebarkirî li ser tunelên şer bi sûîqestê hate îmhakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

26’ê îlonê saet di 19:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi sûîqestê li dagirkeran hate xistin, dagirkerek hate cezakirin.

27’ê îlonê saet di 11:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li kepçeyeke dagirkeran hate xistin, kepçe hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

27’ê îlonê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

26’ê îlonê saet di 17:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

27’ê îlonê saet di navbera 03:10 û 04:20’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê 2 caran bi çekên giran dest li helîkopteran hate werdan.

27’ê îlonê saet di 18:50’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin. 2 dagirker hatin cezakirin.

Li herêma Metînayê;

24’ê îlonê saet di 11:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

25’ê îlonê saet di 14:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bombeyan li tunelên şer bibarînin bi çekên ferdî û nîv otomatîk çalakî hate kirin.

27’ê îlonê saet di 08:30’î de li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê bi çekên ferdî li dagirkeran hate xistin ku di nava liv û tevgerê de bûn.

Li herêma Xakurkê;

23’ê îlonê saet di 07:00 de li Qada Berxwedanê ya Şehîd Bêrîtan bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî;

26’ê îlonê saet di 16:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên şer 2 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

27’ê îlonê saet di 06:10’an de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê tunelên şer carekê bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa tirk a dagirker;

26’ê îlonê li herêma Metînayê Gundê Bazê, Gundê Beşîlî, Gundê Dergelê, Gundê Golk û Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 12 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

27’ê îlonê Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl û Herêma Metîna bi helîkopterên êrîşê hatin bombekirin.

Herêma Zapê, Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Herêma Metîna û Herêma Xakurkê bi topan hatin bombekirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar