Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 3 hevrêyên me şehîd ketin

HPG'ê agahiyên li ser nasnameya 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn aşkere kir û got, "Her sê hevalên me qehremanê Tevgera Azadiya Kurdistanin, Em soz didin ku têkoşîna hevrêyên xwe bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin."

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Tevî ku hêzên me yên gerîla di pozîsyona bêçalakîtiyê de ne, êrîşên dewleta tirk a dagirker ên ji bo îmhakirina gerîla dewam dikin. Ev êrîşên ku desthilatdariya rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têne kirin, li bakurê Kurdistanê jî bênavber dewam dikin. 11’ê adarê li bejahiya gundê Cinata Biçûk ê li qada Omerya ya Mêrdînê, li hemberî hêzên me êrîşeke îmhayê hate destpêkirin. Di vê êrîşê de, di navbera tîmeke me ya gerîla û dagirkeran de şer qewimî. Hevrêyên me Canşêr, Denîz û Egîd li vê derê ji bo xwe biparêzin bersiv dan dagirkeran. 11 û 12’ê adarê di şer de hevrêyên me bi lehengî li ber xwe dan û şehîd bûn. Hevrêyê me Canşêr ê şehîd bû, weke endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê bi salan li qada Mêrdînê kedeke mezin da. Her wiha hevrêyên me Denîz û Egîd jî li qada Mêrdînê bi îdîa û biryardariyeke mezin têkoşiyan, hêrsa xwe ya mezin a li dijî dijmin kirin çalakî û bûn milîtanên mînak ên Apoyî.

Weke hevrêyên wan, em soz didin ku têkoşîna van hevrêyên me yên leheng dewrî me kirin bi serkeftinê tacîdar bikin. Bila serê malbatên hêja yên şehîdan û gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nasnav: Canşêr Makû
Nav paşnav: Mûsa Mîromilan
Cihê jidayikbûnê: Makû
Dayik-Bav: Medîne-Resûl
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Adara 2023 / Mêrdîn
Nasnav: Denîz Hêlîn
Nav paşnav: Alî Akdogan
Cihê jidayikbûnê: Gever
Dayik-Bav: Hatîce-Şukru
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Adara 2023 / Mêrdîn
Nasnav: Egîd Cûdî
Nav paşnav: Îshak Çekîn
Cihê jidayikbûnê: Riha
Dayik-Bav: Zuleyha-Taha
Dem û cihê şehadetê: 12’ê Adara 2023 / Mêrdîn

Canşêr Makû

Hevrêyê me Canşêr ji eşîra Celalî ku yek ji eşîrên qedîm ên Kurdistanê ye, li bajarê Makû yê Rojhilatê Kurdistanê ji dayik bû. Eşîra ku jê ye, di dîroka Kurdistanê de bi berxwedêriya xwe tê naskirin û ti carî li ber dagirkeran serî netewandiye. Ji ber vê yekê her tim bû hedefa dagirkeran, lê belê tevî zext û komkujiyan jî ji nasnameya welatparêziyê tawîz neda. Jidayikbûna li nava malbateke bi vî rengî ya ji kevneşopiyeke xurt a berxwedanê, kir ku hevrêyê me Canşêr hîn di zarokatiyê de bibe xwedî têgihiştineke welatparêziyê. Hevrêyê me Canşêr tevî ku ji zarokatiyê ve partiya me PKK û Rêber Apo bihîst, ji ber êrîşên dijmin û bandora hawirdora xwe, gihîşt wê baweriyê ku divê ev yek veşartî bimîne û bi dilsoziya bi Rêber Apo û partiya me PKK’ê mezin bû. Di pêvajoya Komploya Navneteweyî ya sala 1999’an de ku li hemberî Rêberê me hate kirin, ji gundê wan tevlîbûn li nava refên gerîla çêbû û li gelek herêmên Rojhilatê Kurdistanê gelê me ji bo xwedîderketina li Rêber Apo rabû serhildanê. Vê yekê bandor li hevrêyê me Canşêr kir. Di vê pêvajoyê de bi lêkolînan partiya me baştir nas kir, jiyana me ya partiyê weke armancek ku divê xwe bigihînê diyar kir. Piştî ku di destpêka salên 2000’î de Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li qada Makûyê dest bi kar kir, hevrêyê me Canşêr yekemcar gerîla dît, vê yekê ew xiste nava kelecanekê. Bi taybetî jiyan û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîla bandor lê kir. Di şexsê gerîla de dest bi fêhmkirina rastiya PKK’ê kir, weke ciwanekî bi rûmet biryar da ku tevlî nava têkoşîna azadiyê ya gelê me bibe. Bi vê biryardariyê berê xwe da çiyayên Kurdistanê, ber bi azadiyê ve gava destpêkê avêt û di sala 2006’an de tevlî nava refên gerîla bû.

Bi perwerdeya li nava refên gerîla wergirtî welê xwe hîs kir, ku jinûve ji dayik bûye û kete nava têkoşîna xwe jinûve avakirinê. Her ku di felsefeya Rêber Apo de kûr bû, her ku hînî têkiliyên hevrêtiyê yên pîroz ên partiya me PKK’ê û jiyana komunal bû, fêhm kir ku cewhera bi PKK’ê re watedar bûye, Kurdîtiya qedîm a hezaran salî ye û kete bin bandora vê rastiyê. Jİ bo felsefeya jiyana azad a Rêber Apo fêhm bike, kûr bike û Kurdîtiya cewhera wê di nava PKK’ê de dît bi têrkerî bijî, her kêliya xwe bi kûrbûnê derbas kir. Têgihişt ku bi tevlîbûna li nva karên Hêzên Taybet dikare armancên xwe pêk bîne û sala 2007’an beşdarî nava karên Hêzên Taybet bû. Hevrêyê me Canşêr bi perwerdeyê di kesayetiya xwe de guhertinên mezin pêk anî, tu carî ji bîr nekir ku fedaîtî cewhera PKK’ê ye, di tevahiya jiyana xwe de bi rengekî fedaî tevlî bû û ev cewhera xwe timî mezin kir. Hevrêyê me Canşêr demekê li herêma Zapê tevlî kar bû, bi hêza ji perwerdeyê wergirtî beşdarî pratîkê bû, li herêma Zapê cihê xwe di nava gelek çalakiyan de girt. Di van çalakiyan de carekê ji milê xwe birîndar bû, lê belê ev birîna xwe di demeke kurt de rehet kir, careke din li hevrêyên xwe vegeriya û wezîfeya xwe dewam kir. Di sala 2008’an de pismamê wî Canşêr û di sala 2009’an de pismamekî wî yê din hevrêyê me Zindan şehîd bûn, ku şehadeta pismanên wî ji hevrêyê me Canşêr re bû serdemeke diyarker. Têgihişt ku dilsoziya bi hevrêyên şehîd re, xwedîderketina li bîranîna wan bi mezinkirina têkoşîna wan dibe, li ser vê bingehê tevlî bû. Weke milîtanekî fedaî yê Rêber Apo di sala 2010’an de ku Şerê me yê Gel ê Şoreşgerî destpê kir, ji bo li Bakurê Kurdistanê pêngavên şoreşgerî bide destpêkirin û gelê me bigihîne azadiya ku mafê xwe ye, derbasî qada Mêrdînê bûn. Heta sala 2015’an li qada Mêrdînê ma, li dijî dijmin gelek çalakî pêk anî, hesabê komkujiyan ji dijmin pirsî û di heman demê de bingeha wê yekê amade kir ku gelê me li ser bingeha Şerê Gel ê Şoreşgerî xwe birêxistin bike. Di vî karî de bi nêzîkatiya xwe ya fedakar û keda xwe ha bêhempa hem li nava gelê me hem jî di dilê hevrêyên xwe de bû xwedî cihekî. Hevrêyê me Canşêr her tim hewl da hêjayî hezkirina gelê me û hevrêyên xwe be. Di dema Berxwedana Xwerêveberiyê de gava ku dijmin bi rengekî hovane û li derveyî mirovahiyê êrîşî gelê me kir, hêrsa hevrêyê me Canşêr a li dijî dijmin qat bi qat mezintir bû. Di sala 2016’an de derbasî qada Botanê bû û li vir sekna xwe ya çalakiyê dewam kir, li dijî dijmin tevlî gelek çalakiyan bû. Di van çalakiyan de vê carê jî ji rûyê xwe birîndar bû, lê belê bi îradeya xurt a ji hêrsa li dijî dijmin xwe komî ser hev kir û cihê xwe li çeperên berxwedanê girt. Hevrêyê me cihê xwe li gel gelek fermandarên me yên hêja girt, sûd ji tecrûbeyên wan wergirt û bû fermandarekî serketî. Bi taybetî ji bo bicihanîna rêbaza gerîla û taktîka dema nû kete nava hewldanên mezin, di vê mijarê de têkoşiya. Di sala 2017’an de hevrêyê me Canşêr careke din li Herêmên Parastinê yên Medyayê vegeriya, pratîka 6 salan a li Bakurê Kurdistanê nirxand û ji bo dersên pêwîst jê werbigire beşdarî nava perwerdeya akademiya leşkerî û îdeolojîk bû. Ev pêvajoya perwerdeyê weke demeke girîng a kûrbûnê nirxand, kêmasiyên xwe yên di pratîkê de hewl da fêhm bike. Tecrûbeyên ku li Bakurê Kurdistanê wergirtî bi hevrêyên xwe re parve kir û hewl da wan bikin fermandarên şareza.

Hevrêyê me Canşêr ku 3 salan li qada Metînayê tevlî karên pratîkî bû, di vê demê de ji bo careke din biçe Bakurê Kurdistanê pêşniyar kir. Di vê pêvajoyê de ku li Metînayê bû, firsend dît ku esasên gerîlatiya serdema nû tecrûbe bike, bi baweriyeke mezin tevlî projeya jinûve avakirina gerîla bû. Bi israr xwest, ku tecrûbeyên li vê derê wergirtî li Bakurê Kurdistanê bixe pratîkê û hevrêyên li wê derê jî li ser vê bingehê jinûve birêxistin bike. Hevrêyê me Canşêr di vê israrê de bi ser ket, weke endamê Fermandariya Eyaleta Mêrdînê careke din li qada Mêrdînê vegeriya. Hevrêyê me baş zanîbû ku şert û mercên giran ên qada Mêrdînê tenê bi rêbaza gerîla ya jinûve avabûyî dikare ji holê rake, lewma pêşengî ji hevrêyên xwe re kir. Hevrêyê me Canşêr li vê derê tevlî gelek çalakiyên serketî bû û mîsyona xwe bi cih anî. Di êrîşên dijmin ên 11-12’ê Adara 2023’an de tevî hevrêyên xwe bi rengekî bêhempa li ber xwe da, bi berxwedaneke hêjayî sekna xwe ya fedaî heta nefesa xwe ya dawî şer kir û şehîd bû. Ji fermandarên fedaî yên gerîlatiya serdema nû hevrêyê me Canşêr wê her tim pêşengiyê ji me re bike.

Denîz Hêlîn

Hevrêyê me Denîz li bajarê berxwedan û serhildanê yê Kurdistanê li Geverê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Di salên 1990’î de di encama polîtîkaya şewitandina gundan de ya dijmin li dijî gelê me xiste meriyetê, gundê hevrêyê me Denîz hate şewitandin û malbata wî neçar ma ku koçî Wanê bike. Malbata hevrêyê me Denîz li Wanê jî dilsozê kevneşopiya xwe ya Kurdîtiyê ya qedîm ma û sekna xwe ya welatparêziyê parast. Ji ber ku Wan ji bo têkoşîna me qadeke girîng e û xwedî sekneke bingehîn a welatparêziyê ye, hre wiha ji ber ku ji malbata wî ya berfireh tevlîbûn û şehadet li nava gerîla hebû, vê yekê kesayetiya hevrêyê me Denîz diyar kir. Ji ber vê yekê hîn di destpêka ciwantiya xwe de tevlî nava kar bû, xwe û heval, xizmên xwe beşdarî nava karên ciwanan kir û pêşengî ji wan re kir. Dema ku karên ciwanan dikir, firsend dît ku têkoşîna azadiyê ya gelê me ji nêz ve nas bike, gav bi gav bi daxwaz û kelecaneke hîn mezintir tevlî nava kar bû. Ji ber ku êrîşên dijmin ên li ser gelê me cuda bûn, di qirkirinê de israr kir û bi vê armancê her cûre heqaret, zext, êşkence û komkujî rewa dît, hêrsa hevrêyê me Denîz a li dijî dijmin mezintir bû. Hevrêyê me têgihişt ku têkoşîna herî bi bandor a li dijî dijmin li çiyayên Kurdistanê li nava refên gerîla dibe, çend caran xwest tevlî nava refên gerîla bibe lê bi ser neket. Lê belê hezkirina şoreşê ya kete dilê wî bû sedem ku di armanca xwe de bi ser bikeve. Ji bo vê israr kir, astengî hemû ji pêşiya xwe rakir û di sala 2013’an de tevî du xizmên xwe tevlî nava refên gerîla bû.

Hevrêyê me Denîz ê ku demekê li bakurê Kurdistanê gerîlatiyê kir, ezmûna xwe ya yekemîn a gerîlatiyê bi pratîkkirina li qadên Wan, Faraşîn û Katoyê bi dest xist. Piştre derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir perwerdehiya Şervanên Nû dît. Bi sekna xwe ya meraqdar û vekirî ya fêrbûnê, di demeke kin hînê jiyana gerîla û çiya bûye û bû gerîlayekî jêhatî. Piştî perwerdehiya xwe di yekîneyên leşkerî yên ku çûbû de xebatên xwe berdewam kir û hewl da ku bibe milîtanekî layiqê têkoşîna Rêbertiya me. Di vê pêvajoyê de bi xwendin û sûdwergirtina ji tecrûbeyên hevrêyên xwe hewl dida xwe pêşde bibe. Ji ber cihê yekîneya leşkerî ya ku lê bû, derfeta naskirina gelek hevrêyan bi dest xist û di bin bandora van hevrêyan de ma. Lê hevdîtin û nîqaşên wî yên bi hevrêyên Hêzên Taybet re ku ji zarokatiya xwe ve her tim bala wî dikşîne û sekna wan hevrêyan di jiyanê de hevrêyê me Denîz gelekî bandor kiriye. Rêxistina Hêzên Taybet ji nîqaş û xwendinên ku kirî, cihê ku herî baş xwe lê îfade bike û têkoşîna xwe bilind bike dît. Ji bo vê jî kûrbûnek kûr kir û biryara xwe da ku bibe milîtanekî fedaî yê afrînerê nirxên gelê me yê azadiyê Rêber Apo û tevlî xebatên Hêzên Taybet bû.

Di pêvajoya perwerdehiya Hêzên Taybet de jî pêşketinê esas girtiye û ji ber keda ku daye ji bo hevrêyên xwe yên têkoşînê bû mînak. Hevrêyê me Denîz ku her tim bi enerjiyek bilind dixwaze bixebite, di dema perwerdehiyê de jî misyona xwe ya pêşengiyê berdewam kir. Digel ku ciwan bû jî bi kesayeta xwe ya gihîştî hurmeta hevrêyên xwe girt û bû yek ji wan hevrêyên ku me dixwest em pê re bixebitin. Hevrêyê me Denîz bi perwerdehiya bîrdozî ya ku dîtiye, fedaîbûn mîna şêwayê jiyanê girtiye dest û di her kêliya jiyana xwe de bi pratîkkirina wê bûye milîtaneke mînak. Hevrêyê me Denîz ku bi tevlîbûna xwe ya bi cewher, fedekar û fedaî a di pêvajoya perwerdeyê de serkeftinên mezin di kesayeta xwe de afirand, beriya pêvajoya perwerdeyê bi dawî bibe, tevlî xebateke gelekî girîng bû. Di vê xebata ku di wateya rêxistinî de dilsozî, bawerî û tam jêhatîbûn hewce dike, helwesta xwe ya heyî parastiye û derfet dîtiye ku roj bi roj zêdetir xwe bi pêş bixe û di fedaîtiya Apoyî de bi temamî xwe kûr kiriye. Weke milîtanekî Rêber Apo girîngî û pozîsyona Rêbertiya me ya ji bo gelê me hîn kûrtir nirxand. Bi felsefeya Rêbertiya me ya ku di avakirina gelê me de xwedî roleke diyarker e ku mirovên bi rûmet ber bi azadiyê ve dimeşin, kariye jiyanê rast analîz bike û li ser piyan bisekine. Ji bo vê jî hebûna Rêbertî hem ji bo gelê me û hem jî ji bo xwe weke kana jiyanê nirxandiye. Lê belê dîlgirtin û tecrîda bê navber a li ser Rêbertiya me jî ji bo wî weke cihê şermê nîşan da û destnîşan kir ku yên îdîa dikin ku ew milîtanên Rêbertî ne, divê vê rewşê ti carî qebûl nekin. Ji bo vê jî weke milîtanekî fedaî gelek caran pêşniyara çalakiyên fedaî kiriye ku darbeya herî giran li dijmin bixe û li ser vê mijarê lêhûrbûnên kûr jiyaye. Bakurê Kurdistanê weke qada ku herî baş dikaribû van çalakiyan pêk bîne dît û bi israr xwest ku derbasî vê herêmê bibe. Şehadet, êrîşên li dijî gelê me, tecrîda mutleq a li ser Rêbertiya me, hevrêyê me Denîz gelek bandor kiriye û bûye sedem ku hêrsa wî ya li dijî dijmin hîn zêdetir bibe. Hevrêyê me ku ji bo fermandarê serdema nû ya gerîlatiyê namzeteke xurt e, her tim nirxandina Rêbertiya me ya ‘teknîka herî mezin mirov bi xwe ye’ esas girtiye û şêwe têkbirina dijmin ancax bi gerîlatiya 24 saetan dikare pêk were pêşbîn kiriye.

Dema ku jê re hate ragihandin ku ew ê derbasî herêma Mêrdînê bibe, kêfxweşî û kelecana ku jiyaye nikareye bîne ziman û bi coşeke mezin dest bi meşa azadiyê kir. Şehadeta pismamê wî yê bi hev re tevlî nava refên gerîla bû hevrê Demhat-Hozan Akdogan li qada Mêrdînê û bîranînên ji fermandarên me yên hêja hevrê Şehîd Aryana-Yasemîn Maç ên têkildarî qada Mêrdînê, rêwîtiya hevrêyê me Denîz a ber bi Mêrdînê ve hîn bi wate kirin. Di şexsê van hevrêyan de ji bo hilanîna tola şehîdan hemûyan û bibe milîtanekî hêja yê Rêbertî berê xwe da Mêrdînê. Hevrêyê me Denîz li vê qadê bû xwedî sekn û meşeke hêjayî vê kûrbûna xwe. Di 11-12’ê Adarê de di şerê dijî dijmin de heta nefesa xwe ya dawî dilsozê îdeolojiya Apoyî ma, bi vî rengî şer kir û şehîd bû. Em ji bo xwe weke şensekî hêja dibînin ku hevrêyên bedew ên mîna hevrê Denîz nas kirine, li gel wî ji bo heman armancê şer kirine û em ê armancên wan bi ser bixînin.

Egîd Cûdî

Hevrêyê me Egîd li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê di malbateke welatparêz a bi eslê xwe Merdînî de ji dayik bûye. Ji ber ku dijmin di salên 1990’î de li ser esasê siyaseta kurdan ji Kurdistanê derxîne, gundê wan şewitandiye û malbata wî neçar maye koçî Serêkaniyê bike. Piştî ku wî ev rastî dît, hêrsa wî ya li hember dijmin jî zêde bû. Ji ber welatparêziya malbatê û apê wî tevlî nava refên gerîla dibe û piştre şehîd dibe, hevrê Egîd ji zarokatiya xwe ve partiya me PKK’ê nas dike. Ji ber vê yekê evîneke wî ya mezin ji gerîla re hebû û her tim bi kelecan bû ku gerîlayan bibîne. Di xortaniya xwe de li hemberî derdora xwe hestiyar bû û hewl dida bûyeran fêm bike. Xwedî şêwazekî pirsiyariyê ye ku tu carî bi tişta heyî razî nebû û ev tişt bûne sedem ku hevrêyê me Egîd rastiya Kurd û Kurdistanê baştir fêm bike û li ser vê bingehê helwesta xwe nîşan bide. Êrîşên dijmin ên li dijî gelê me, komkujî û pêkanînên nîjadperest ên li ser çand û zimanê Kurdî hêrsa hevrê Egîd a li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Bi tevlêbûna nava xebatên ciwanan wî karî hêrsa xwe veguherîne çalakiyê û ji ciwanên derdora xwe re bibe mînak. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya aktîf û bi coş a di nava xebatên ciwanan de di demeke kin de bû pêşeng, ji bo mezinkirina têkoşîna xwe her tim di nava hewldanan de bû. Hevrêyê me Egîd ku li Mêrdînê dest bi xwendina zanîngehê kir, di sala yekem a zanîngehê de xwendekarên welatparêz nas kir û li vir xwendina xwe domand. Hevrêyê me yê ku li vir jî bi heman leza xebatê dimeşîne, vê carê bi zanebûn tevlîbûnek zêdetir kir. Wî baştir fêm kir ku dijmin bi hemû sazî û dezgehên xwe bi taybet li zanîngehan dixwaze gelê Kurd qir bike û li hemberî vê yekê bi sekna şoreşgerî ya pêwîst, biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku di hemû tercîhan de bi zanebûn tevdigeriya, bi hişmendî, bawerî, heyecan û coşa tevlîbûna xwe ya gerîla ji hevalên xwe yên zanîngehê re bû mînak û xeta herî rast û qada têkoşînê bi pratîka xwe nîşanî ciwanên Kurd da.

Hevrêyê me Egîd ê di sala 2014’an de ji herêma Omeryan a Mêrdînê tevlî nava refên gerîla bû, bi nêzîkatî û hevrêtiya gerîlayan ku cara yekem dîtibû bandor bû. Hevrêyê me yê ku piştî demekê li herêma Mêrdînê ma, derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, yekemîn perwerdeya xwe li qada gerîla ya li herêma Zapê dît. Hevrêyê me Egîd ê ku dema ji Bakurê Kurdistanê tevlî nava refên gerîla bû û demekê li herêma Mêrdînê ma, di jiyana gerîlatiyê de xwedî tecrubeyên xwe bû, van serpêhatiyên xwe bi hevalên xwe yên ku pê re perwerde dîtibû re parve kir û pratîkeke ku dişibiya erka xwe ya pêşengiyê nîşan da.. Piştî demekê li herêma Zapê ma, ji bo xwe di warê leşkerî de pêş ve bibe û bersivê bide pêvajoyê, giranî da perwerdeya leşkerî û bi perwerdeya ku dît re bû gerîlayekî jêhatî. Di heman demê de roj bi roj xwe di warê îdeolojîk de pêş xistiye û bûye milîtanekî rast û dilpak ê Rêbertiyê. Hevrêyê me Egîd ê ku xwedî tevlîbûneke domdar bû û bi tevahî xwe gihandiye têkoşîna azadiya gelê me, di nava xebatên navendî de cih girtiye. Li vir, tevlî xebatên ku pêbawerî, jêhatîbûna rêxistinî û kesayetiyek dîsîplîn hewce dikir bû û di van xebatan de xwedî pratîkek serketî bû. Hevrêyê me Egîd yek ji hevrêyên me ye ku bingeha hinek xebatên krîtîk daniye, ti carî xwe sînordar nekiriye û her tim xwestiye tevlî xebatên hîn bi bandor bibe. Hevrêyê me Egîd ê ku ji sala 2015’an û vir ve tevlîbûna şerê ku her roja ku diçe girantir dibe û bersiva êrîşên dijmin daye, ji bo vê xwestiye bibe gerîlayekî profesyonel. Ji ber ku dizanibû tenê weke gerîlayekî profesyonel dikare bersivê bide şerê dijwar, perwerdeya pisporiya leşkerî dît û karî bibe gerîlayekî profesyonel. Piştre jî hevrêyê me Egîd ê ku di qadên cuda de tevlî gelek çalakiyan bû û fikirî ku divê di vî şerî de bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê cih bigire. Hevrêyê me Egîd, pêvajoya şerê dijwar weke şerê li dijî Rêbertiya me dît û destnîşan kir ku divê ew erka xwe ya milîtanekî dilsozê Rêbertiyê bi cih bîne û li ser vê bingehê pêşniyaz kir ku biçe bakurê Kurdistanê. Hevrêyê me Egîd ê ku ji bo xwe li gorî şert û mercên dijwar ên gerîlatiya bakurê Kurdistanê bi cih bîne û têkoşîneke şoreşgerî ya bi bandor bimeşîne pêwîstiya kûrkirina îdeolojîk dît û li Akademiya Leşkerî ya Şehîd Îbrahîm tevlî pêvajoya perwerdeyê bûye. Bi kûrbûna ku li vir çêkir, di her warî de xwe ji bo bakurê Kurdistanê amade kir.  Piştî ku perwerdehiya xwe bi serketî qedand, derbasî qada Mêrdînê bû.

Hevrê Egîd ku bi pratîka xwe ya serkeftî li qada Mêrdînê hem di rêxistinkirina gelê me de hem jî di pêkanîna çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin de roleke girîng lîst, bi coş û kelecana xwe di vir de xwedî helwesteke mîna pêşengiyê bû. Em soz didin ku em ê teqez xewn û armancên hevrêyê xwe Egîd pêk bînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar