Demokrasî nebe hilbijartin vala ye

Di 20'ê cotmehê de li başûrê Kurdistanê wê hilbijartina parlementoyê pêk were. Hilbijartineke girîng e û bi hilbijartinê re çav li rê ye ku...

Redkirina komployê redkirina koletiyê ye

Em di 9’ê Cotmehê de dikevin 26’emîn salvegera komploya navdewletî ku li dijî Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Di şexsê wî de li dijî...

Pazar - 6 Ekim 2024

HPG: 3 leşkerên tirk hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayan li nêzî Girê Şehîd Sarya li dijî leşkerên derketin eraziyê çalakî kirine. HPG’ê aşkara kir ku di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla yên li dijî leşkerên tirk ên dagirker û êrîşên hewayî yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek nivîskî weşand.

HPG’ê derbarê êrîşên hewayî yên artêşa tirk de ev daxuyanî da: “Di roja 13’ê tîrmehê de balafirên şer ên artêşa tirk a dagirker bombe li Girê Şehîd Ezîz ê herêma Xakûrkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê barandin. Balafirên şer di roja 14’ê tîrmehê de jî saetên şevê girê Helîkopter û roja 15’ê tîrmehê (îro) jî saet di 08.00’an de kendala Girê Şikerê Spî bombeberan kirin. Piştî bombebranê artêşa TC’ê ya dagirker bi helîkopterên Skorsky leşker danîn Girê Şehîd Ezîz û Girê Helîkopterê û xwestin bicih bibin.”

Li Girê Şehîd Sarya 3 leşker hatin kuştin

Di berdewamiya daxuyaniyê de ve tişt hat ragihandin: “Hêzên me li dijî leşkerên artêşa TC’ê ya dagirker ku xwestin bikevin eraziyê û li herêma daristan daran bibirin çalakiyek lidarxist. Hêzên me li nêzî Girê Şehîd Sarya leşkerên ku xwestin derbikevin eraziyê xistin bin kontrola xwe û di roja 14’ê tîrmehê saet 11.00’an de hêzên me yekîneya dijmin kir hedef. Bi serketî li leşkerên dijmin hate xistin, 3 leşker hatin kuştin û gelek leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC’ê ya dagirker saet di 20.00’an de kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya çalakî pêk anî bi silametî gihişte baregeha xwe.”

Li Colemêrgê kepçeya kar hat rûxandin

Daxuyaniya HPG’ê wiha didome: “Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de di roja 14’ê tîrmehê saet 16.00’an de li dijî makîneyên kar ên artêşa TC’ê ya dagirker ku li rêya ewlehiyê ya di navbera gundên Wargenima û Kendalokê yên navçeya Gever a Colemêrgê kar dikirin, çalakiyekî sabotajê lidarxist. Di çalakiyê de kepçeya kar a dijmin hate rûxandin, hejmara kuştî û birîndarên leşkerên tirk nehate testpît kirin.”

Êrîşên hewayî

HPG’ê di dawiya daxuyaniya xwe de jî li ser êrîşên hewayî yên artêşa tirk ev agahî parve kir: “Di roja 14’ê tîrmehê de bi derengiya şevê balafirên şer ên artêşa TC’ê ya dagirker bombe li Girê Amediyê yê navçeya Amediyê ya Dihok û herêma Gundê Filleha yê herêma Zê bombebaran kirin. Di bombebaranê de tiştek bi hêzên me nehatiye.” BEHDÎNAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar