Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...
Perşembe - 19 Eylül 2024

Em ewil xwe piştre gel bi rêxistin bikin

DBP’ê di 8-9’ê îlonê de komxebata “Rêxistinbûyîn serkeftin e” pêk anî. Niqaşên kûr û berfireh pêş ketin. Rexnedayînên xurt hatin dayîn. Tespîtên rast û...

Herin ser kar!

“Yê ku êşê hîs dike zindî ye. Yê ku êşa yekî din hîs dike, mirov e.” Ev têgihiştin û nêzîkatiyeke gelekî xweş û hêja...

HPG: 32 salan ji bo azadiya gelê me şoreşgerî kir

HPG’ê şehîd Dilxwaz Gabar bi rêzdarî bi bîr anî û got “Di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de ew bi awayekî fedakar tevlî xeta Rêber Apo bû û wî emre xwe da siberoja azad a gelê me.”

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Hevalê me Dilxwaz Gabar, yek ji milîtanên pêşeng ên partiya me PKK’ê, yek ji fermandarên leheng ên artêşa me ya gerîla, kedkarekî fedakar û lawê leheng ê gelê me, di êrîşa dijmin a 21’ê Gulana 2022’yan de şehîd bû. Hevalê me Dilxwaz Gabar ku endamekî fermandariya eyaletê bû û ji bo serkeftina têkoşîna azadiyê ya gelê me, hewl dida bi baldarî û ruhekî fedaî berpirsyariyên xwe bi cih bîne.Têkoşîna hevrêyê me Dilxwaz ku 32 sal in ji bo azadiya gelê me daye meşandin û bê navber berdewam kir, çîrokeke jiyanê ya destanî ye. Hevrêyê me Dilxwaz wê ji aliyê şopdarên meşa şoreşgerî û hemû ciwanên kurd ve bibe mînak, teqez wê armancên wî werin bi ser xistin û ew ê bîranîna wî li Kurdistana Azad were jiyîn. Li ser vê bingehê em sersaxiyê ji malbata wî ya hêja welatparêz û ji hemû gelê Kurdistanê re dixwazin.

Nasnameya hevalê me Dilxwaz Gabar ê ku şehîd bûye, wisa ye:

  Nasnav: Dilxwaz Gabar

  Nav û paşnav: Mehmet Dogan

  Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn

  Navê dê û bav: Leyla – Fevzî

  Dîrok û cihê şehadetê: 21’ê Gulana 2022’yan / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Gelê kurd ê ku di bin zilm û zordariya dewletên mêtinger de diqilqile, ziman, çand û nasnameya wî hatiye tunekirin, bi partiya me PKK’ê re ji xweliya xwe ava bûye. Rêber Apo ku bi şikandina lepên qirkirinê re, rastiya kurd û Kurdistanê ya azad afirand, di nava şert û mercên herî dijwar de îradeya azadiyê da gelê me û gelê me yê ji serhildanê afirand. Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê ku li Kurdistanê berxwedaneke bi heybet ava kir, pêl bi pêl li her dera Kurdistanê belav bû. Gelê me yê welatparêz bi coş û îradeyek mezin xwedî li têkoşîna me derketin û di dîrokê de berxwedanek bêhempa ava kir. Têkoşîna me ya ku bi Berxwedana Zindana Amedê derbeya yekemîn li dagirkeran da, bi pêşengiya fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsun Korkmaz) bi gerîlatiyê re serdemek nû da destpêkirin û hêviya siberoja azad a gelê me mezin kir. Herêma me ya Botanê ku xeta berxwedanê ya dîrokî ya li Kurdistanê bênavber didomîne, navenda gerîlatiyê ye û yek ji va qadan e ku çanda serhildanê lê geş bûye. Qada me ya Botanê bûye yek ji qadên ku tevlî xeta berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûye û bi sedan zarokên xwe yên leheng şandiye nav refên têkoşînê.

Hevrêyê me Dilxwaz li navenda vê kevneşopiya berxwedanê ya bi kok û kûr li Hezexê, di malbateke ji eşîra Harûnî ya welatparêz û li gundê Bafê ji dayik bû. Gundê me yê welatparêz Bafê ku bi Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi heybet gerîlayên azadiya Kurdistanê nas kir bi dilsoziyeke mezin tevlî berxwedanê bû û her tim zarokên xwe yên leheng şandiye nava refên gerîla û bi têkoşîna xwe xeta berxwedanê ya şehîdan parastiye. Hevrêyê me Dilxwaz di nava malbat û gundekî ku kevneşopiya jiyana bi rûmet a ji aliyê PKK’ê ve hatiye afirandin de mezin bû, ji biçûkatiya xwe ve bi welatparêziyeke xurt a li ser nirxên civakî mezin bû. Hevrêyê me ji zarokatiya xwe ve şahidê êrîşên înkar û tunekirinê yên dewleta tirk a dagirker bû, li hemberî dagirkeran hêrsa wî zêde bû û li benda wê rojê bû ku hesap ji êrîşên li ser gelê me bipirse. Hevrê Dilxwaz ku gerîlayên azadiya Kurdistanê ji nêz ve dît û nas kir, ji kêliya destpêkê ve di bin bandora jiyana pîroz û têkiliyên hevrêtiyê yên gerîlayên PKK’ê de ma û biryar da ku tevlî vê jiyana pîroz bibe. Hevrêyê me Dilxwaz ku di sala 1990’an de li Mêrdînê tevlî refên têkoşînê bû, dema ku li Kurdistanê serhildan bilind bûn, gelê me yê welatparêz bi îradeyeke mezin xwedî li têkoşîna me derketin û gerîlayên azadiya Kurdistanê bi berxwedana xwe destan nivîsandin, dest bi meşa xwe ya destan kir. 32 salan li ser xeta berxwedanê ya PKK’ê, li ser rêya siberoja azad a Rêber Apo bi awayekî fedaî meşiya.

Hevrêyê me Dilxwaz ê ku li Mêrdînê tecrubeya xwe ya yekemîn a gerîlatiyê bi dest xist, di warê adaptebûna jiyana pîroz a gerîla de ti zehmetî nedît û bi lez û bez ket pratîkê bû yek ji pêşengên me. Hevrêyê me yê ku bi hêrseke bêdawî li dijî dagirkeran şer kir, piştî pratîka xwe ya serkeftî ya li Mêrdînê derbasî Botanê bû û hema bêje li her dera axa Botanê çalakiyên gerîla li dar xist. Hevrêyê me Dilxwaz ku bi meşandina li ser şopa fermandarê me yê nemir Egîd bû fermandar û di gelek çalakiyên ku derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin de cihê xwe girt, bû yek ji fermandarên efsanewî yên Botanê, wî li ser axa ku ji dayik bûye û mezin bûye gerîlatî kir û serbilind bû ku xizmetê ji gelê me û partiya me re bike. Hevrêyê me yê ku li her qada ku lê bû, bi kesayeta xwe ya cewherî, nefsbiçûk û kedkar, li ser esasê bilindkirina nirxên heyî di dilê hevalên xwe de cih girt û kesayetiya milîtan a ku PKK’ê ava kiriye di şexsê xwe de şênber kiriye. Hevrêyê me Dilxwaz ê ku li hemberî dagirkeran serî netewand û li qadên Heftanîn, Xakurkê, Zagros, Zap û Qendîlê têkoşiya, wî xwe ji şertên herî zehmet re amade dikir û hemû peywirên ku stendiye bi serkeftî pêk aniye. Hevrêyê me di jiyana xwe ya şoreşgerî de ku bi sedan gerîlayên nû perwerde kir û tevlî nava refên têkoşînê kir, di rojên dijwar de weke milîtanekî leheng gelek erkên girîng bi serkeftineke mezin pêk anî. Hevrêyê me Dilxwaz ku ji bo felsefeya Rêber Apo baştir fêm bike û bi hevrêyên xwe yên ciwan veguhezîne pratîkê, her dem di nava konsepteke kûr de bû. Hevrêyê me yê ku di nava herikîna jiyana pîroz a PKK’ê de weke şervanekî jîr dest bi têkoşînê kir, her tim xwe pêş xistiye, bûye têkoşerekî jêhatî û bi ruhê serketinê fermandar. Hevrêyê me Dilxwaz li Gabarê li ser şopa fermandar Egîd meşiya, li Cûdî têkoşîna Adil Bilîkiyan û li Zagrosê têkoşîna Reşît Serdaran wergirt û heta nefesa xwe ya dawî bû milîtanê xeta şehîdan. Hevrêyê me Dilxwaz, parêzvanê Rêber Apo, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi vîn û hezkirineke mezin a şoreşê têkoşîna xwe domandiye û kedeke mezin daye. Hevrêyê me Dilxwaz ku endamê fermandariya eyaletê bû, peywira xwe bi serkeftî bi cih anî û bi biryardariyeke mezin û îradeyê tevlî nav xebatan bûye, ji hevalên xwe re hevrêtî, pêşengtî û fermandarî kiriye.

Hevrê Dilxwaz ku di jiyana xwe ya şoreşgerî ya 32 salan de bê teredut û fedakariyeke mezin tevlî xeta Rêber Apo bû, jiyana xwe ji bo siberoja azad a gelê me feda kir. Mîrateya têkoşînê ya ku fermandarê me yê nemir Dilxwaz li pişt xwe hiştiye, wê ji aliyê hevrêyên wî bi serfiraziyê were tacîdarkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar