Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî agahiyên berfireh ên çalakiyên hêzên gerîla û êrîşên artêşa tirk a dagirker ev tişt diyar kir:
“Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl
25’ê tebaxê di saet 07.00’an de bi çekên giran li dagirkerên ku dema li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin tevgerê hate xistin û tevgera dagirkeran hat sekinandin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
25’ê tebaxê di saet 09.20’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û dagirkerek hat cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
25’ê tebaxê di saet 17.00’an de bi çekên giran li dagirkerên dema li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî kom bûn, hate xistin û herî kêm 2 dagirker hatin cezakirin.
25’ê tebaxê di saet 17.40’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 2 çeperan hat xistin.
25’ê tebaxê di saet 18.00’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li 2 çeperan hat xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
26’ê tebaxê di saet 01.00’an bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li çeperekê hat xistin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
26’ê tebaxê di saet 02.00’an de bi taktîka sekvaniyê li dagirkerên dema li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî ketin nav tevgerê hate xistin û dagirkerek hat cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
26’ê tebaxê di saet 03.45’an de bi çekên giran li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hate xistin û derb li çeperekê hat xistin.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;
23 û 25’ê tebaxê qadên Goşînê, Sinînê û Kendekola yên Xakurkê 7 caran, herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl jî 1 car; bi giştî 8 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin.