Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...
Salı - 26 Kasım 2024

Hûn nikarin Roja me tarî bikin

Ji destpêka Meclîsa Tirkiyeyê ya îsal ve bang û teşebbusên Bahçelî û Erdogan ên derbarê neçareserkirina pirsgirêka kurd di rojevê de ye. Ev teşebusên...

Damezrandina PKK’ê pêşiya jirêderketinê girt

Komek li ser hîmê nerazîbûnê rabû ku hîn amator jî nebû, di nîsana  1973’an de li peravên Bendava Çûbûk a Enqereyê geh li ser...

HPG: 4 rêhevalên me bû stêrk

HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên şehîd aşkere kir û got: “Hevrêyên me Harûn, Bager, Dijwar û Egîd dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya PKK’ê bûn. Di êrîşên dijmin de şehîd bûn û bûn stêrk.”

HPG’ê têkildarî 4 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn daxûyaniyek da. Daxûyanî bi vî rengî ye:

“Têkoşîna me ya azadiyê bi berdêlên giran her roj bêhtir mezin dibe û berxwedana dîrokî ya ji bo azadiya gelê me bi saya vê yekê bi rê ve diçe. Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku xwe ji bo azadiya gelê me kirine feda, ti carî xwe ji vê berdêlê nedane alî û îro jî têkoşîna xwe li ser xeta fedaîtiyê dewam dikin. Ewladên herî leheng ên gelê me, hevrêyên me li dijî êrîşên dijmin heta nefesa xwe ya dawî di têkoşînê de israr dikin, mîrateya berxwedanê ya partiya me mezin dikin, dilsoziya bi şehîdan re pêk tînin. Hevrêyên me Harûn, Bager, Dijwar û Egîd jî dilsozê kevneşopiya berxwedanê ya partiya me PKK’ê bûn, di êrîşên dijmin de şehîd bûn.

Di serî de malbatên hêja yên ku ewladên herî leheng ên bi vî rengî dan têkoşîna azadiyê ya gelê me û wezîfeya xwe ya welatparêziyê bêkêmasî bi cih anîn, bila serê tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz sax be. Em soza xwe dubare dikin ku têkoşîna destanî ya li ser xeta şehîdan bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nav paşnav: Recep Kaya
Nasnav: Harûn Tolhildan
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Safiye-Mehmet
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Nîsana 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nav paşnav: Selçûk Kiliççeken
Nasnav: Bager Wan
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Canan-Seyfettîn
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Nîsana 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nav paşnav: Mehmet Emîn Goçer
Nasnav: Dijwar Kiçî
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Hatîce-Bahattîn
Dem û cihê şehadetê: 26’ê Nîsana 2019 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
Nav paşnav: Mûrat Koçhan
Nasnav: Egîd Bargiran
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Yildiz-Nezîr
Dem û cihê şehadetê: 19’ê Tebaxa 2020 / Herêmên Parastinê yên Medyayê

Harûn Tolhildan

Hevrêyê me Harûn li gundê Reşîne yê navçeya Dihê ya Sêrtê ji dayik bû. Bi nirxên welatparêziyê yên qedîm ên xelkê Botanê, bi açnda dilsoziya bi nasname û xaka xwe ya malbata xwe ya esîl mezin bû. Gundê Reşîne yê ku malbata hevrêyê me Harûn lê bû; dewleta tirk a mêtinger qirker hewl da ku bike cedevan û li dijî gelê Kurd û têkoşîna azadiyê bi kar bîne. Beşek ji gundê Reşîne kete xefika dijmin, lê malbata bi rûmet û kedkar a hevrêyê me Harûn ev rewş qebûl nekir û koçî Dihê kir. Hevrêyê me Harûn weke ciwanekî jêhatî û bi huner mezin bû. Bala xwe li ser şano, muzîk û wêjeyê bû, bi saya hunera xwe ya li vê qadê bû xwedî kesayetekî dewlemend. Di jiyana xwe dibinstanê de xwendekarekî jêhatî bû, kekê wî di sala 2009’an de tevlî nava refên gerîla bû, gelekî ji vê yekê bi bandor bû û bala xwe çû ser têkoşîna azadiyê. Hevrêyê me Harûn ku dixwend, lêkolîn dikir û li sîstema heyî dipirsî, kete nava lêgerîna peydakirina rêyên têkoşînê û şoreşgerbûyînê, piştre jî di salên dibistana lîseyê de tevlî nava karên ciwanên welatparêz şoreşger bû. Li Zanîngeha Meletiyê beşa zanistiyên îktîsadî qezenç kir û dest bi xwendina zanîngehê kir. Li vê derê jî sekna xwe ya welatparêziyê parast. Hevrêyê me Harûn ku ciwanekî rewşenbîr û têgihiştî bû, zanîngeh weke dibistaneke amadekariya ji bo şoreşê nirxand, xwe bi pêş ve bir, ciwanên welatparêz li derdora xwe kom kir, mîna hawariyekî ji wan re eqala têkoşîna azadiyê kir. Di encama van hemûyan de jî sala 2015’an ji zanîngeha Meletiyê weke komeke qelebalix a xwendekarên rewşenbîr biryar dan tevlî nava têkoşînê bibin û li Kobanê beşdarî nava têkoşîna azadiyê bûn.

Dema ku DAÎŞ’ê û faşîzma dewleta tirk dest dan hev û li Kobanê hewl dan gelê kurd qir bikin, hêviya paşeroja azad tasfiye bikin, hingî hevrêyê me Harûn û hevalên wî berê xwe dan berxwedana pîroz a li dijî vê yekê. Bi ruhê serdemê, êşa gelê xwe hîs kir û bi wêrekî li ber qirkerî û çetetiyê rabû. Weke ewladekî leheng ê xelkê Bostanê, li ku derê pêwîstiya têkoşîna azadiyê ya gel pê hebûya ji xwe re dikir wezîfe ku li wir bibe bersiv. Hevrêyê me Harûn bi wêrekiya xwe ya mezin, bi kesayetiya xwe ya bi biryar, karakterê xwe yê sempatîk, karkeriya xwe û hevrêtiya xwe ya ji dil, li her deverê li nava hevrêyên xwe bû cihê hezkirin û hurmetê. Bi qasî huner û hewldanên xwe yên li nava karên leşkerî, ji xwe re kir esas ku ji aliyê îdeolojîk ve jî li ser xeta Apoyî xwe kûr bike. Têkoşîna şoreşê ti carî bi yekalî nenirxand, ji dil bawer kir ku şoreşgerên fedaî dikarin her tiştên baş bikin û hewl da vê yekê di kesayetiya xwe de pêk bîne û bû heqîqetek. Di sala 2016’an de li Akademiya Şehîd Rûbar Qamişlo tevlî perwerdeyê bû, di nava Hêzên Azadiyê yên Rojava de di asta fermandariyê de wezîfe bi cih anî û xwe her tim ji wezîfeyên dema nû re amade kir. Hevrêyê me Harûn ku hewl dida bibe şoreşgerekî giştî bala hevalên xwe kişand, bi sekna xwe ya cihê baweriyê tevlî karên leşkerî yên stratejîk bû. Ji bo bersivê bide bawerî û bendewariyên jê dihate kirin, bi fedakariyeke mezin tevlî nava kar bû. Tu carî xwe ji kar venegirt, bû bersiv ji kêlî û cih re. Hevrêyê me Harûn demekê li nava gelê me yê Ereb kar kir, ji ber ku şoreşgerekî welê bû ku Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêber Apo ji dil û mejî pejirand, zû hînî erebî bû û têkilî bi gelê me yê ereb re danî. Nebû xerîbê rastiya gel ê ku di nav de têdikoşiya û rastiya gel ji dilê xwe hîs kir, bi vî rengî weke şoreşgerekî tevlî bû û bi vê sekna xwe di nava ciwanên Ereb û gelê me yê Ereb de bû cihê hezkirinê.

Hevrê Harûn destnîşan kir ku PKK’ê kir ku ew xwe nas bike û bigihêje cewhera xwe. Ji ber vê yekê jî her tim xwe deyndarê Rêber Apo û doza pîroz a azadiyê ya PKK’ê dît. Hevrê Harûn ji roja ku xwe nas kir û pê ve xeyala wî ya herî mezin ew bû ku li çiyayên Kurdistanê bibe gerîla. Li ser bingeha têkoşîna azadiyê ya gelê me û pêwîstiyan, ev xeyala xwe timî taloq kir jî di encama israr û pêşniyara xwe de sala 2018’an derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû û li wir dest bi gerîlatiyê kir. Piştî ku tevlî nava jiyana çiyê û gerîla bû gihîşt asteke bilind a kêfxweşiyê û ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê me ya ji dest dihat kir. Bi rengekî bêteredût, bê fikar tevlî nava têkoşînê bû, bi hesta berpirsyariyê ya bilind hewl da ku her wezîfeyê bi cih bîne.

Hevrêyê me Harûn weke milîtanekî Apoyî dema ku li ser erka xwe bû di 26’ê Nîsana 2019’an de tevî komek ji hevrêyên xwe şehîd bû. Kesayetiya cewherî, karkerî, şoreşgeriya yekpareb, dînamîzma ciwantiyê, sekna bi biryar û baweriya bi serketinê ya hevrêyê me Harûn wê her tim rê nîşanî hevrêyên xwe bide, ji bo ciwan^ne Botanê, ciwanên Kurd û Ereb wê bibe milîtanekî mînak.

Bager Wan

Hevrêyê me Bager li navçeya Qelqelî ya Wanê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû ku vê herêma me ya berxwedanê bi sedan gerîla tevlî nava têkoşîna me ya azadiyê kir û di her şert û mercî de xwedî li partiya me PKK’ê derket û wezîfeyên xwe yên welatparêziyê bi rengekî hêja bi cih anî. Hevrêyê me Bager li nava gund mezin bû, kesayetiya xwe jî li vir ava kir. Lewma jî tevlî sîstema kapîtalîst nebû, kesayetiya xwe ya xwezayî parast. Rastiya dijmin a li Kurdistanê, li dibistana mayinde baştir dît ku bi zexta malbata xwe neçar ma li wir bixwîne. Li vê derê pê hesiya ku navenda qirkirin û asîmîlasyonê ye û bi israr xwest ji wir derkeve. Bi taybetî fêhm kir ku mamosteyên li van dibistanan ji bo asîmîlekirina zarokên Kurdan bi taybetî hatine hilbijartin û li hemberî vê yekê helwesta pêwîst nîşan da. Hevrêyê me Bager ji ber hin sedeman tevî malbata xwe koçî navenda Wanê kir. Li vir jî ji bo tevkariyê li debara malbata xwe bike gele kar kir, bi kesayetiya xwe ya kedkar ji derdora xwe re bû mînak. Beşek ji malbata wî ji ber zextên dijmin derbasî Başûrê Kurdistanê bû, ji ber vê jî hevrêyê me Bager demekê li Başûrê Kurdistanê ma. Li vê derê firsend dît ku partiya me bêhtir ji nêz ve nas bike û şahidî ji wê yekê re kir ku nûnerên xeta nokeriyê hewl didin şêweyê jiyanê yê kapîtalîst li Kurdistanê belav bike ku ti eleqeya xwe bi çanda Kurdîtiyê nîne. Li pêşberî vê rastiyê kete nava nakokiyan, di heman demê de dest bi hin lêgerînan kir. Piştre vegeriya Wanê, li vir bi rengekî çalak tevlî têkoşînê bû û beşdarî nava karên ciwanan bû. Di vî karî de jî bi rengekî serketî pêşengî ikr. Lê belê gihîşt wê baweriyê ku hesabê zext û komkujiyên dewleta tirk a qirker ên li hemberî gelê me kiriye, tenê bi têkoşîneke radîkal dikare bê pirsîn. Li ser vê bingehê biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe.

Hevrêyê me Bager sala 2014’an li herêma Wanê tevlî nava refên gerîla bû, ji gelek herêmên gerîla yên li bakurê Kurdistanê derbas bû û xwe gihand Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di rê de şahidî ji bedewiya cografya Kuridstanê re kir, li pêşberî cografya bêhempa matmayî ma, di her gavê û nefesê de hîs kir ku ji nû ve ji dayik bûye. Hevrêyê me Bager piştî perwerdeya destpêkê ya li nava gerîla hem ji aliyê teorîk hem jî ji aliyê jiyanî ve bû xwedî danheviyeke mezin. Hevrêyê me diyar kir ku tiştên di nava 2 mehan de li nava refên gerîla hîn bû ji tiştên jiyana xwe ya berê hîn bûye gelekî zêdetir e û hewl da her agahiya hîn bûyî, her tecrûbeyê derbasî nava jiyanê bike. Hevrêyê me her tim hewl da ku xwe ji aliyê leşkerî û îdeolojîk ve bi pêş ve bibe, her tim ji wezîfeyên herî zehmet re amade bû. Piştî perwerdeyê derbasî herêma Metînayê bû, ji Girê Hakkarî heta qada Stûnê li gelek qadan ma. Li her derê bi kedkarî, fedakarî û tevlîbûna xwe ya durust li pêş bû; bi van taybetmendiyan bû milîtanek ku ji hevrêyên xwe re bû mînak. Hevrêyê me her kêliya xwe bi kûrbûna li ser çalakiyên li dijî dijmin derbas kir, li hemberî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser qada Metînayê, bi israr xwest ku tevlî çalakiyan bibe. Di vê israra xwe de bi ser ket û beşdarî çalakiyekê bû ku derbên giran li dijmin hate xistin. Di vê çalakiyê de bi giranî birîndar bû. Tevî ku ji gelek aliyên xwe ve birîndar bû, bi îradeya Apoyî careke din xwe li jiyanê girt û demeke dirêj tedawî bû. Di vê dema tedawiyê de jî xwe ji xwendin û lêkolînkirinê neda alî. Di heman demê de ji bo dilsoziya xwe ya bi çiyayên Kurdistanê re xurt bike, timî li ser çiyê kûr bû û li benda roja vegera li çiyê bû. Piştî tedawiyeke demdirêj hevrêyê me Bager careke din li çiyayên Kurdistanê vegeriya ku bi hesreta wan bû, ji bo kûrbûna xwe bixîne pratîkê kete nava hewldanên bêhempa. Hevrêyê me asta xwe ya tevlîbûnê her roj bilindtir kir, beşdarî gelek karên krîtîk bû û di van karan de jî bû milîtanekî Apoyî yê mînak. Hevrêyê me Bager bi dilsozî û hezkirina ji bo hevrêyên xwe, li nava hevrêyên xwe hemûyan bû cihê hezkirin û hurmetê. Taybetmendiyên xwezayî yên herêma Serhedê bi îdeolojî û exlaqa Apoyî gihand hev û bû milîtanekî pêşeng. Hevrêyê me Bager li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de şehîd bû. Em soz didin hevrêyê xwe Bawer ku xeyala wî yıa Kurdistana Azad û Rêberê Azad teqez pêk bînin.

Dijwar Kiçî

Xaka Botanê ya pîroz ku berxwedana dîrokî ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê li dijî mêtingeriyê da destpêkirin, her serdemê bi sekna xwe ya bi rûmet rê neda dagirkeriyê û dagirkeran. Ji kêliya destpêkê ve xwedî li meşa azadiyê ya Rêber Apo derket û berxedana gerîla ya ku ji aliyê fermandarê me yê nemir Egîd (Mahsûm Korkmaz) da destpêkirin, ewladên xwe yên herî leheng jî tevlî vê berxwedanê kir. Xelkê me yê Botanê li gel êrîşên dagirkeran jî ji sekna xwe ya jiyana bi rûmet paşve gav neavêt. Xelkê me yê Botanê ku taybetmendiyên berxwedêr ên qedîm bi xeta serketinê ya felsefeya Apoyî re gihand hev, nifşên welê mezin kir ku di nava kevneşopiya têkoşînê ya PKK’ê de gihan. Hevrêyê me Dijwar li Şirnexê, li Cizîrê ji dayik bû ku ev herêm yek ji qadên destpêkê yên kevneşopiya serhildanê û pêşvebirina berxwedana li Kurdistanê ye. Li nava eşîra Kiçî ya welatparêz û bi pejirandina kevneşoiya Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê mezin bû, têkoşîna me ji nêz ve nas kir. Ji ber ku ji malbata wî û derdora wî tevlîbûn li nava refên têkoşînê çêbû û şehadet jî hebîn, vê yekê kir ku hevrêyê me Dijwar zû bibe xwedî hişmendiyeke welatparêz. Hevrêyê me şahidî ji polîtîkayên şerê qirêj ên dewlet û artêşa tirk a mêtinger ên li ser gelê me kir, sekna xwe ya li dijî sîstemê kûr kir û biryar da li nava refên PKK’ê têbikoşe.

Hevrêyê me li nava karên ciwanan felsefe û têkoşîna Apoyî hîn bêhtir ji nêz ve nas kir, ji bo ciwanên Kurd zane bike û beşdarî nava refên berxwedanê bike gelekî hewl da. Bi kesayetiya xwe ya çalak gelek derb li dewleta tirk xist. Di sala 2010’an de ji aliyê mêtingeriyê ve bi zorê tevlî leşkeriyê hate kirin. Hevrêyê me Dijwar daxwaza xwe ya ji bo têkoşînê û îradeya xwe ti carî winda nekir, li cihê ku lê bû li ber xwe da. Ji aliyê dagirkeran ve gelek caran hate destgîrkirin, di sala 2013’an de hate girtin. Hevrêyê me Dijwar ku 2 salan li zindanên dijmin ma, tevî hevrêyên xwe qada zindanê kir qada perwerdeyê û bingeha pêşvebirina xwe. Di sala 2015’an de ji zindanê derket û serî li ber êrîşên mêtingeran netewand, li Şirnexê bi rengekî çalak tevlî têkoşîna xweparastinê bû. Hevrêyê me Dijwar ku di nava Berxwedana Xwerêveberî ya dîrokî ya Şirnexê de bû, ji bo gelê me ji êrîşên bêrehm ên dagirkeran bêne parastin, biryar da ku tevlî hevrêyên xwe bi rengekî fedaî şer bikin. Tevî ku birîndar bû çepera xwe neterikand, şer dewam kir û di sala 2016’an de berê xwe da çiyayên qedîm ên Kurdistanê û tevlî nava refên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bû.

Hevrêyê me Dijwar ku di her kêliya jiyana xwe de li ber xwe da û li hember êrîşên dagirkeran hêrseke mezin xwedî kir, hêrsa xwe bi rêxistin kir û veguherand qada têkoşînê ya xurt. Hevrêyê me ku bi kesayeta xwe ya kedkar û dilpak di adaptebûna jiyana gerîla ya pîroz de tu zehmetî nekişand, piştî ku perwerdeya xwe ya bingehîn qedand derbasî qada Heftanînê bû û dest bi pratîka xwe ya yekemîn a gerîlatiyê kir. Hevrêyê me Dijwar ku tevî zanebûn û ezmûna şer bi kesayeta xwe ya dilnizm derdikeve pêş, tecrûbeyên xwe bi hevrêyên xwe re parve kir û di heman demê de ji hevrêyên xwe fêrbûn esas girtiye. Hevrêyê me yê ku her tim di hunera leşkerî de kûr bû û di demeke kin de di gelek warên cuda de bû pispor, taktîkên gerîla yên serdema nû di hundirê xwe de girt û derbasî pratîka xwe kir. Hevrêyê me Dijwar ji bo jiyaneke layiqî xeta şehîdan a ku bi girêdaneke mezin pê ve girêdayî ye, li ser esasê pisporiya xwe hem di warê bîrdozî û hem jî di warê leşkerî de xwe pêşxistin kedek mezin daye. Hevrêyê me Dijwar piştî pratîka Heftanînê li biryargeha navendî xebatên xwe yên şoreşgerî didomîne, xebatên xwe yên krîtîk ên ku di nav de cih girtiye bi serkeftî bi dawî kiriye û ji bo erkên herî dijwar jî weke milîtanek her tim amade bûye. Hevrê Dijwar ku girîngiyeke mezin dide têkiliyên hevrêtiyê ku yek ji nirxên herî girîng ên partiya me PKK’ê ye, ji bo kûrkirina têkiliya hevrêtiyê PKK’ê ya pîroz kedeke mezin daye.

Mîrateya berxwedanê ya ku hevrêyê me Dijwar li dû xwe hişt, ku weke milîtanekî fedaî ji bo gelê me yê bindest bibe xwedî pajerojeke azad bi rengekî bêteredût bi bilindkirina tempoya têkoşînê tevlî nava refên Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê bû, wê her tim rêya me ronî bike.

Egîd Bargiran

Bajarê me yê Wan ê ku li dijî polîtîkayên qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û mêtinger bi israra di berxwedana bi rûmet û nasnameya xwe ya welatparêziyê de bersiv da polîtîkayên dijmin, li herêma me ya Serhedê bûye qada berxwedanê ya girîng. Gelê me yê Wanê ku di her şert û mercî de vê helwesta xwe domandiye, bi hezaran zarokên xwe yên leheng tevlî nava refên gerîla kir û di berdewamkirina têkoşîna me ya bênavber de roleke girîng lîst.

Hevrêyê me Egîd ku kurê bi rûmet ê gelê bi vî rengî yê leheng e ku li qada ku kevneşopiya welatparêzî û berxwedanê lê zindî ye, têkoşîna xwe ya azadiyê didomîne, li navçeya Bêgirî ji dayik bû. Ji ber ku ji xizm û derdorê wî tevlîbûna nava refên gerîla û şehadet hebûn, ev yek bû sedem ku hevrêyê me Egîd ji biçûkatiya xwe ve têkoşîna me nas bike. Hevrêyê me Egîd ê di sala yekem a dibistana seretayî de rastiya dijmin dît, sirûdên faşîzan ên ku bi zorê jê re dihatin fêrkirin, red kir. Hevrêyê me yê ku yekemîn îsyana xwe li hember mamosteyê xwe yê faşîst pêk anî, wê piştî vê pêvajoyê ruhê vê îsyanê mezin bike û bibe şervanê azadiya gelê me. Hevrêyê me ku bi neçûna dibistanê re helwesta xwe ya li dijî rastiya dijmin nîşan da, bi vî rengî yek ji biryarên herî bi rûmet û rast ên jiyana xwe girt. Hevrêyê me Egîd di malbateke xizan de ji dayik bû û mezin bû, têgeha kedê zû nas kir. Ji ber vê yekê kesayetiyek gihîştî bi dest xistiye. Di temenekî biçûk de ji bo debara malbata xwe bike neçar ma biçe metropolên Tirkiyeyê. Ji ber kariye kesayeta xwe ji pergala faşîst biparêze, nekarî li metropolan bijî û yekser vegeriya Kurdistanê. Hevrêyê me yê ku ji ber hin hincetan neçar ma careke din biçe metropolan, demekê li wir dimîne û cewhera xwe ji qirêjiya pergalê parastiye. Hevrêyê me yê ku di vê pêvajoyê de dest bi naskirina Partiya me kir, demekê di nava xebatên ciwanan de cih girt. Di wê serdemê de ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşên xwe yên li dijî gelê me dijwar kirin, rastiya ku gelek hevrêyên wî cihê xwe di nava refên berxwedanê de girtin û şehad bûn hevrêyê me Egîd ji kûr bandorek kir. Hevrêyê me ku biryar da ji bo bîranîna hevrêyên xwe yên gihîştin şehadetê, ji bo pêkanîna xeyalên wan û parastina gelê me biryar da ku tevlî nava refên têkoşînê bibe, di sala 2015’an de berê xwe da qada Rojava û cihê xwe di nava refên Şoreşa Azadiyê ya Rojava de girt.

Bi perwerdeya ku li vir girt, di warê leşkerî de xwe kûr kir û bû şoreşgerekî profesyonel. Di gelek operasyonên krîtîk ên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li herêma Rojava de cih girt, di van operasyonan de bi cesaret, îrade û wêrekiya xwe ji hemû hevrêyên xwe re bû mînak û pêşeng. Bi ezmûna ku di dema şer de bi dest xistî bû fermandarekî jêhatî. Hevrêyê me ku li herêma Rojava di serketinên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de bi dest xistî de xwedî parek mezin bû, tevlîbûna nava refên gerîla ku xeyala wî ya zarokatiyê bû, weke yek ji armancên xwe yên herî mezin destnîşan kir û di vê yekê de israr kir.

Rastiya ku dewleta tirk a qirker di sala 2015’an de ji bo tasfiyekirina gelê me di şexsê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê de êrîşên xwe bê navber dewam kir, di hatina hevrêyê me Egîd de ber bi çiyayên Kurdistanê ve diyarker bû. Hevrêyê me Egîd ê ku piştî hatina çiyayên Kurdistanê ku hesreta wê bû, hîs kir ku ji nû ve ji dayik bûye, bi perwerdeyên ewil ên ku li vir dît, firsend dît ku xwe ji nû ve binirxîne. Di gelek aliyan de kesayeta xwe berçavan re derbas kiriye, xwe ji qirêjiya pergalê paqijkiriye û taybetmendiyên Modernîteya Demokratîk hembêz kiriye. Xwest bi coş û kelecan di felsefeya Rêbertiyê de kûr bibe û jiyana xwe ya bi Rêbertiyê re watedar bike. Ji bo vê jî ked û xebateke bêhempa daye. Bi perwerdeyên ku dîtî beşdariya xwe ya hestyarî ya di nava Partiyê de veguherandiye zanistiyê û li ser vê bingehê tevlîbûnek di asta pêşengiyê de pêk anî. Bi kesayetiya xwe ya rast û dilpak rêz û baweriya hemû hevrêyên xwe girt û di gelek xebatên krîtik de cih girt. Bi beşdarbûna xwe ya serkeftî ya di van xebatan de, baweriya hevrêyên xwe xurtir kir. Hevrêyê me Egîd ku her kêliya xwe li çiyayên Kurdistanê bi sekneke watedar a bi rastiya Rêbertî û şehîdan re kir yek, di êrîşa dijmin de bi gihaştina şehadetê re tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em careke din soza xwe dubare dikin ku em ê bibin şervanên armancên hevrê Egîd.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar