Ne tenê xwe, her kesî difroşin

Li başûr û rojavayê Kurdistanê êrîşên dewleta tirk zêde bûne. Bi taybetî ji roja ku hikûmeta Iraqê û dewleta tirk peymanek îmze kirin û...

Pêşwazîkirina 2 nirxan jiyanî ye

Nirx bi bedelan tên avakirin. Bi kedê û bi têkoşînê tên avakirin. Bedel çiqas giran be, nirxên wan jî ew qas giranbuha û pîroz...

Cuma - 6 Eylül 2024

HPG: 5 dagirker hatin cezakirin

Gerîlayên Azadiya Kurdistanê li Geverê, Metîna û Zapê çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de 5 leşkerên tirk ên dagirker hatine cezakirin, 2 çeper û mobesseyek hatin îmhakirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi vî rengî ye:
“Li Geverê;
7’ê tîrmehê 3 kamerayên mobesse yên ku artêşa tirk a dagirker li qadên Gundê Civyan, Şargulata û Gundê Sêgûza yên Geverê bi cih kirî, hatin tespîtkirin û îmhakirin.
Li Herêma Metînayê;
19’ê tîrmehê di saet 20.00’an de bi çekên ferdî û nîv otomatîk li dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Dergelê hat xistin. Derb li çeperên dagirkeran hat xistin û 2 çeper îmha bûn. Dagirkeran xwestin mudaxileyî çalakiyê bikin, lê bi rengekî hemwext derbe li 2 çeperên din jî hat xistin. Li vir 2 çeper hatin îmhakirin û 4 dagirker hatin cezakirin.
Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
17’ê tîrmehê bi taktîka sekvaniyê mobesseya ayîdê dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, hat îmhakirin.
18’ê tîrmehê di saet 05.40’an de dagirkeran xwestin kameraya mobesse ya li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî hatî îmhakirin, biguherin. Lê bi taktîka sekvaniyê li dagirkeran hat xistin û dagirkerek hat cezakirin. Ev çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hat lidarxistin.
19’ê tîrmehê di saet 18.00’an de dema ku dagirkerên li Qada Berxwedanê ya Girê Bahar ketin nav liv û tevgerê, bi çekên nîv otomatîk derbe lê hat xistin û tevgera dagirkeran hat rawestandin.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker, bi teqemeniyên qedexekirî pêk anîn;
18’ê tîrmehê tunelên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî, hatin bombebarankirin.
Êrîşên ku artêşa tirk a dagirker pêk anîn;
18 û 19’ê tîrmehê qadên Lolan, Kolît û Şehîd Şerîf ên herêma Xakurkê 9 caran, qadên Avtehlê, Deşta Kafya, Spîndarê, Kanî Gûzê, Girgaşê û Mijê yên herêma Garê 10 caran, Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê û Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê 6 caran; bi giştî 25 caran bi balafirên şer hatin bombebarankirin.
20’ê tîrmehê Qada Berxwedanê ya Girê Bahar a herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê bi helîkopterên êrîşê hatin bombebarankirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar