Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...
Cuma - 5 Temmuz 2024

Siyaseta koçberkirinê

Di van rojên dawî de careke din mijara penaberên ji Sûriyeyê kete rojevê. Ev mesele jî bi nijadperestiya tirkan re têkildar e. Her cara...

Ji bo kaosê pêş bixin tecrîdê kûr dikin

Hêzên navdewletî ji bo serweriya xwe li ser Rojhilata Navîn pêş bixin, dixwazin di zerî de hêzên sereke, yan koçber bikin an jî bi...

HPG: 5 gerîlayên azadiyê bi çekên kîmyewî şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku gerîla Berçem Ûmût (Sûzan Dûman), Rustem Arpêt (Orhan Yakût), Şahîn Nûda (Bedran Gokdemîr), Ciwan Minbic (Salîh Tewfîq) û Jiyan Timoqî (Dîlan Tûnç) di êrîşên dewleta tirk a dagirker de li Metînayê şehîde bûne.

HPG’ê têkildarî 5 gerîlayên bi çekên kîmyewî şehîd bûne ev agahî da:

“Dewleta tirk a qirker ku ji bo têkçûna xwe ya li hemberî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê veşêre her cure rêbazê bi kar tîne, li hemberî îradeya xurt a mîlîtanên Apoyî nagihije armanca xwe. Dewleta qirker çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi kar tîne û bi vî rengî sûcên şer dike. Hevrêyên me Berçem, Rustem, Şahîn û Ciwan di êrîşên bi çekên kîmyewî û taktîk nukleer de şehîd bûn. Hevrêya me Jiyan jî di şerê li dijî dijmin qewimî de bi cesareteke mezin şer kir û şehîd bû. Ji ber ku artêşa dagirker li hemberî zekaya taktîkê, pisporiya şer, performansa bilind û cesareta Gerîlayên Azadiya Kurdistanê xitimî ye, encam nagire û bi karanîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer sûcên şer dike. Ev yek jî bûye îspata herî mezin a bêçaretiya artêşa dagirker.

Hevrêyên me Berçem, Rustem, Şahîn, Ciwan û Jiyan bûn şopdarên mîrateya berxwedana destanî ya ku li herêma Metînayê di tunelên şer de bi pêşengiya Rêber, Hêjar, Nûrî û Amarayan hat afirandin. Hevrêyên me di tunelên şer ên li Girê Ortê de car din dîrok nivîsandin. Ev mîlîtanên hêja yên Apoyî bi sekna xwe ya bi israr a li ser xeta PKK û PAJK’ê li dijî êrîşên dijmin, armanc kirin ku bi ser bikevin û bi baweriya ji azadiya gelên me wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih anîn.

Di serî de malbatên wan ên hêja ku mîlîtanên hêja yên mîna Berçem, Rustem, Şahîn, Ciwan û Jiyan bi têkoşîna azadiyê ya gelê me dan qezenckirin, em ji gelên xwe yên kurd û ereb ên welatparêz re sersaxiyê dixwazin.

Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî: 

Herêya me Berçem di sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê

Hevrêya me Berçem li bajarê Colemêrg ê qasî çiyayên Kurdistanê serhildêr û berxwedêr di nava malbateke ji eşîra Marînos a welatparêz de ji dayik bû. Hevrêya me Berçem bi çanda qedîm a kurdîtiyê ya ku malbata wê ji hezaran salan gihand roja me ya îro, mezin bû. Kesayeteke li gorî cewherê xwe bi dest xist. Piştî ku xwe nas kir û vir ve xwedî li nirxên bingehîn ên ku wê diafirînin, derket. Hevrêya me mîna her jineke ciwan a li Kurdistanê bi xwe bû şahidê rastiya dewleta tirk. Li dijî êrîşên dewleta tirk a qirker hîn bêhtir xwedî li ziman, çand û nasnameya xwe derket. Hevrêya me Berçem li bajarekî ku rastiya gelê berxwedêr û têkoşîna azadiyê lê serwer e, jiyan kir. Ev yek bû sedem ku tevgera me nas bike û weke jineke kurd a berxwedêr kesayet qezenc bike. Hevrêya me Berçem ti carî qalibên paşverû û kevneşopiyê yên ku civakê daye jinê, qebûl nekir û timî di lêgerîna azadiyê de bû. Li hemberî komkujiyên ku bi destê dewletê li dijî jinê tên kirin, her tim xwedî hêrseke mezin bû. Hevrêya me Berçem piştî ku rastiya jinê ya ku li ser bingehê hêmanên azadiyê yên Rêber Apo xwe rêxistin dike nas kir û piştî ku dît jin li dijî desthilatdariya mêr rabûne, bawer kir ku hêvî li çiyayên Kurdistanê şîn bûye. Ji malbata wê û xizmên wê yên nêz tevlîbûna nava refên gerîla û şehadet çêbûne. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Berçem bandor bibe û tevlî têkoşînê bibe. Hevrêya me Berçem li ser vî bingehî ji bo ku hem bibe layiqê şehîdên me yên afirênerên hemû nirxan û hem jî weke jinekê jiyaneke azad hembêz bike, sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû.

Li gorî mîsyona pêşengiyê ya gerîlayên YJA Starê tevlêbû

Hevrêya me Berçem perwerdeya xwe ya destpêkê li Xakurkê dît û weke jineke çiyayî di demeke kurt de fêrî jiyana çiyê bû ku ne biyaniyê jiyana çiya bû. Hevrêya me ji têkîliyên hevrêtiyê yên gerîla pir bandor bû, bi taybetî ji vê yekê bandor bû ku hemû hevrêyên wê hevdû hîs dikin, fêm dikin û ji her tiştî zêdetir nirx didin hevdû. Ji bo ku ew bi xwe jî bibe hevrêyek bi vî rengî, ket nava hewldanekî mezin. Hevrêya me fêm dikir ku ji bo vê yekê divê kesayeteke Apoyî qezenc bike û hîn bêhtir giranî da ser perwerdeyên îdeolojîk. Her çendî ku berê jî di ferqa rastiya Rêber Apo de bû, dema di perwerdeyan de cara destpêkê dengê Rêbertiya me bihîst pir kêfxweş bû û ev kêfxweşî bi salan ji bîr nekir, timî weke kêliya herî binirx a jiyana xwe bibîr xist. Hevrêya me bi taybetî bi nirxandinên Rêbertî yên têkildarî azadiya jinê, zanista xwe ya zayendî hîn bêhtir pêş xist û bi hêza ku ji van perwerdeyan girtî dest bi pratîkê kir. Hevrêya me Berçem demek dirêj li qadên Xakurkê, Qendîl û Metînayê xebat meşand û piştre ji bo ku di nava pêngavên şoreşgerî yên ku ji bo gelê me yê êzidî ji zilma DAIŞ’ê bê rizgarkirin, hatine pêşxistin de cih bigire derbasî qada Şengalê bû. Hevrêya me li vir bi rengekî çalak beşdarî şerê li dijî çeteyan bû û di rizgarkirina gelê me yê êzidî de ked da. Hevrêya me Berçem di pêvajoya ku li qada Şengalê de di warê leşkerî de bû xwedî tecrubeyeke girîng û dema ku êrîşên dewleta tirk a mêtinger li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bûn, bi israr xwest biçe Herêmên Parastinê yên Medyayê. Piştî ku pêşniyara wê hat qebûlkirin, hevrêya me Berçem bi bi kelecaneke mezin car din berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji bo muhasebeya pratîka şerê zehmet bike û di taktîk û tarzê gerîla ya dema nû de bibe pispor di Akademiya Şehîd Îbrahîm de tevlî perwerdeyên îdeolojîk û leşkerî bû. Hevrêya me bi lêhêrbûnên xwe yên di dema perwerdeyê de di taktîkên gerîla yên dema nû de hîn kûrtir bû û bawer kir ku gerîla wê bi vê şêwazên taktîka nû bi ser bikeve. Hevrêya me ya ku dixwest vê baweriya xwe bi xebatên pratîkî tacîdar bike û bibe mîlîtana serketinê, xwest ku bibe xwedî rol û mîsyon da ku azadiya gelê me pêk bîne û dawî li esareta Rêbertî bîne. Hevrêya me di heman demê de esas girt ku li ser xeta azadiya jinê hîn kûrtir bibe û xwest ku bibe xwedî tevlîbûneke li gorî mîsyona pêşengiyê ya gerîlayên YJA Starê. Hevrêya me Berçem lêhêrbûnên xwe yên di vî warî de derbasî pratîkê kir û bi sekna xwe ya di jiyanê de, hevrêtiya xwe ya xurt û kesayeta xwe ya samîmî bû gerîlayeke YJA Starê ku hemû hevrêyên wê dixwestin pê re bixebitin. Xwişka wê ya mezin hevrêya me Xwînda Marînos (Aysel Dûman) 20’ê adara 2018’an li Gabarê şehîd bû, ev şehadet bû sedem ku hêrsa hevrêya me Berçem li hemberî dijmin hîn zêdetir bibe.

Hevrêya me Berçem ku perwerdeya xwe bi serketî qedand, piştî perwerdeyê destpêkê di nava tîmên gerîla yên bi tevger de ku yek ji lingên bingehîn ê taktîka gerîla ya demê nû ye, wezîfe girt. Hevrêya me Berçem bi tîma ku di nav de cih girtî re li gelek qadên ku êrîşên dagirkeriyê lê zêde tevlî pratîkê bû. Tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin kirin bû û hewl da ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi layiqî bi cih bîne. Hevrêya me bi cesareta xwe ya di çalakiyan de ji hevrêyên xwe re jî bû çavkaniya hêzê.

Di heman demê de hêrsa xwe ya li hemberî dijmin bi rengekî herî serketî di çalakiyan de nîşan da. Piştî pratîka xwe ya serketî ya di nava tîmên gerîla yên bi tevger de derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêya me li vir di tunelên berxwedanê yên li qada Girê Ortê de cih girt. Hevrêya me Berçem mîrateya berxwedanê ya tunelên şer ên ku ji aliyê gelek hevrêyên me yên fedayî ve bi ked û berdêlan hate afirandin, dewr girt. Hem weke pêdiviya dilsoziya bi bîranîna hevrêyên me hem jî bi baweriya xwe ya ‘tunelên şer kilîda serkeftinê ne’, di berxwedana dîrokî de cih girt. Hevrêya me Berçem bi hevrêyên xwe re bersiva her cure êrîşên dijmin ên li ser qada Girê Ortê da û bû xwedî berxwedaneke ku wê derbasî dîroka me ya tunelên şer bibe. Dewleta tirk a qirker a ku li hemberî berxwedana hevrêyên me yên li Girê Ortê bê çare maye û her roja derbas dibe hîn bêhtir nêzî têkçûnê dibe, rastiya xwe ya hov car din derxist holê û bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer êrîşî tunelên şer ên hevrêyên me kir. Hevrêya me Berçem di van êrîşên nemerdane de heta nefesa xwe ya dawî girêdayî mîrateya berxwedanê ma, şehîd bû û têkoşîna xwe di lûtkeyê de qedand.

Rustem li metropolên Tirkiyeyê dest bi xebatê kir

Hevrêyê me Rustem li navçeya Westan a Wanê di nava malbateke welatparêz û dilsozê çand û kevneşopiya kurdî de ji dayik bû. Hevrêyê me Rustem bi exlaqê civakî yê ji malbata xwe wergirtî, mezin bû û di tevahiya jiyana xwe de girêdayî vê çand û exlaqê jiyan kir. Hevrêyê me Rustem ji nîva salên 90’î û vir ve bi hatin û çûyîna Gerîlayên Azadiya Kurdistanê ya gundê wan partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me di van salan de ji komên gerîla û sekna jiyana gerîlayên di van koman de bandor dibe û li hemberî gerîla dibe xwedî sempatiyeke mezin. Di heman salan de xwişka wî ya mezin hevrêya me Bihar tevlî nava refên gerîla dibe. Ev yek bû sedem ku hevrêyê me Rustem bi hemû heyîna xwe bibe dilsozê gerîla. Êdî ji bo hevrêyê me Rustem gerîla bû armanceke pîroz û divê xwe bigihînê. Hingî ku sal derbas bûn hezkirina hevrêyê me Rustem a ji gerîla re mezin bû. Jiyan û têkoşîna gerîla kir rojeva esas a jiyana xwe. Mîna her kurdekî ku li Kurdistanê dijî, bû şahidê rastiya dijmin. Hevrêyê me Rustem pir zû siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li hemberî gelê me dimeşîne, fêm kir. Lewma fikirî ku dibistanên tirk tiştekî nadin wî û dibistan di nîviyê de hişt. Ji temenê xwe yê biçûk vir ve ji bo ku tevlêkariyê li debara malbata xwe bike, li metropolên Tirkiyeyê dest bi xebatê kir. Hevrêyê me li vir hîn baştir fêm kir ku mirovên bi zihniyeta dewleta tirk mezin bûne, çawa li gelê kurd dinêrin. Lê tu carî hevrêyê me li hemberî zext û êşkenceyên dijmin serî netewand û hemû zextên dijmin kir sedem ku hîn zêdetir têbikoşe. Xwişka wî ya mezin hevrêya me Bihar di sala 2011’an de li herêma Amedê şehîd dibe, vê yekê pir bandor li hevrêyê me Rustem kir. Bi salan xeyal dikir ku xwişka xwe ya mezin bibîne. Şehadeta xwişka wî ya di şerê li dijî dijmin de, hêrsa hevrêyê me Rustem li hemberî dijmin hîn zêdetir kir. Êrîşên qirkirinê yên ku çeteyên DAIŞ’ê bi alîkariya dewleta tirk di sala 2014’an de li Rojava û Şengalê li dijî gelê me pêk anî û di heman demê de şehîdbûna hevrêyên me û gelê me, ji bo hevrêyên me Rustem bû sedema tevlîbûnê. Hevrêyê me Rustem bi lêhêrbûnên xwe yên kûr berê xwe da çiyayên Kurdistanê, çeka xwişka xwe ya mezin hevrêya me Bihar rakir û têkoşîna wê dewr girt.

Şêweyê şer ê gerîla û felsefeya Rêbertî fêr bû

Hevrêyê me Rustem ku li herêma Feraşînê tevlî nava refên gerîla bû, ji vir derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me li herêma Metînayê perwerdeya xwe ya destpêkê dît û bi perwerdeya ku dîtî, hemû agahiyên berfireh ên têkildarî jiyana çiya û gerîla di demeke kurt de fêr bû. Hevrêyê me Rustem ji ber ku rû bi rûyê xwezayê mezin bû di fêrbûna jiyana çiya de zehmetî nekişand. Bû xwedî tevlîbûneke bi coş û kelecan. Di heman demê de hevrêyê me ji bo ku hevrêyên wî jî fêrî jiyana gerîla bibin ked da û hîna ji rojên destpêkê yên gerîlatiyê û vir ve bi tevlîbûna xwe ya bi înîsiyatîf bal kişand. Hevrêyê me Rustem di pêvajoya perwerdeyê de hêmanên giştî yên şêweyê şer ê gerîla û felsefeya Rêbertî fêr bû. Ji bo ku tiştên fêr bûyî di jiyanê de pêk bîne, timî ked da. Di vî warî de bû xwedî kedeke girîng. Piştî ku pêvajoya perwerdeyê qedand, dîsa tevlî pratîka li herêma Metînayê bû. Hevrêyê me demek dirêj li vir ma. Hevrêyê me Rustem li Metînayê di nava xebatên ku bawerî û sekna bîrdozî jê re pêwîst de cih girt û bi tevlîbûna xwe ya di vê pêvajoyê de ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanekî mînak. Hevrêyê me Rustem her roja ku derbas dibe xwe pêş xist û xwest tevlî şer bibe. Di nava xebatên krîtîk ên ku partiya me PKK’ê girîngî didayê de cih girt. Bi saya zanebûn, meraq û bîrdoziya xwe di van xebatan de bû xwedî tevlîbûneke serketî. Li gelek herêmên cuda wezîfe meşand.

Li hemberî dijmin tu carî ji sekna xwe tawîz neda

Dewleta tirk a qirker ji sala 2021’an û vir ve bi armanca tasfiyekirinê êrîş li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê da destpêkirin. Hevrêyê me ji bo ku li dijî van êrîşan bibe bersiv derbasî herêma Metînayê bû û li vir tevlî gelek çalakiyên li dijî dijmin hatin lidarxistin, bû. Hevrêyê me Rustem bi asta pisporiyê ya ku di taktîkên gerîla yên dema nû de bi dest xistî, bi taktîkên cur be cur kir ku derbeyên giran li dijmin bên xistin û bi van çalakiyan barê hevrêyên xwe yên di tunelên şer de şer dikin sivik kir. Hevrêyê me piştî çalakiyên xwe yên serkeftî derbasî tunelên şer ên li Girê Ortê bû û tevlîbûna xwe ya çalak li vir domand. Hevrêyê me Rustem di ferqê de bû ku şer wê bi amadekariyên ji berê ve hatine kirin bê serxistin û ji pêşxistina tunelan heta gelek xebatên binesaziyê di her kêliya jiyanê de cih girt û ked da. Hevrêyê me bi tarzê xwe yê tevlîbûnê bawerî da hevrêyên xwe û dema ku êrîşên dijmin destpê kir, tevlîbûneke hîn bi coştir û bi moral pêk anî. Di pêvajoyên ku êrîşên dijmin herî zêde de, bi moralê xwe hevrêyên xwe motîve kir û car din nîşanî dijmin da ku mîlîtanên Apoyî ji têkoşînê gav paşde naavêjin. Hevrêyê me Rustem weke şopdarê mîrateya berxwedanê ya ku bi şerê fedayî ya di tunelên şer de hatî afirandin, têkoşîna xwe her roja derbas bûyî mezintir kir û tevî her cure rêbazên qirêj ên dijmin tu carî ji sekna xwe tawîz neda. Dewleta tirk a qirker tevî ku hemû teknîka xwe bi kar anî nekarî îradeya hevrêyê me Rustem û hevrêyên pê re bişikîne û bi rêbaza xwe ya nemerdane bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîk nukleer bi dijwarî bombe li tunelên şer ên hevrêyên me barand. Hevrêyê me Rustem di bombebaran û teqînên çêbûne de, heta nefesa xwe ya dawî ji çanda xwe ya berxwedanê tawîz neda û bi lehengî şehîd bû. Hevrêyê me Rustem bi kesayeta xwe ya xwezayî û sade û bi hemû taybetmendiyên xwe yên mîlîtaniya Apoyî, di dilê hevrêyên xwe de cih girt. Bîranîna wî wê timî di têkoşîna me de bê jiyandin.

Şahîn Nûda di temeneke biçûk de PKK’ê nas kir

Hevrêyê me Şahîn li navçeya Gimgim a Mûşê di nava malbateke welatparêz de ji dayik bû. Ji ber welatparêziya malbat û hewirdorê, hevrê Şahîn di temenekî biçûk de partiya me PKK nas kir. Hevrêyê me ku bi çîrokên lehengiyê yên gerîla mezin bû, gerîla mîna qehremanê zaroktiya xwe pênase kir û ji bo xwe kir hedef ku xwe bigihîne. Hevrêyê me Şahîn ku girîngiya gerîla ji bo azadiya gelê me ji çîrokên ku guhdarî kiriye fêm kiriye, li ser vê yekê gerîla her tim weke pîroziyek dîtiye. Hevrêyê me Şahîn ê ku piştî mezin bûye rastiya dijmin hê bêhtir naskiriye, bi taybetî li dibistana dewletê ya lê dixwend rastî bi awayekî zelaltir dît. Hevrêyê me yê ku têgihîşt ku yekane mîsyona dibistanên tirk ên li Kurdistanê asîmîlekirina zarokên kurd û dûrxistina wan ji cewhera wan e û bi vê yekê re wan ji têkoşîna azadiyê ya gelê me dûrxistine, li ser vê bingehê dev ji dibistanê berda. Hevrêyê me Şahîn ku piraniya dema xwe bi alîkariya malbata xwe ya li gund derbas kir, hemû tecrûbeyên xwe ji jiyanê girt.

Hevrêyê me di ciwantiya xwe de êdî tehemûla êrîşên dijmin ên li ser gelê me nekir û ket nava lêgerînan. Hevrêyê me yê ku weke ciwanekî kurd ket ferqa pêwîstiya bicihanîna berpirsyariyên xwe yên li pêşberî gelê me, biryar da ku di nava têkoşînê de cih bigire. Ji ber tevlîbûna hevrê û hawirdorê yên nêzî hevrêyê me nava gerîla hebûn, ev yek bandor lê kir û hişt ku biryara xwe bide. Li ser vê esasê di sala 2015’an de dema dijmin li dijî gelê me û Tevgera me “Plana Hilweşînê” xist dewrê, hevrêyê me Şahîn ku ji bo bersivê bide êrîşên dijmin biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Li ser vî esasî hevrêyê me li qada Botanê tevlî nava refên gerîla bû.

Di jiyana çiyayî û hunera gerîla de tecrûbeyên girîng bi dest xist

Hevrêyê me ku perwerdeya xwe ya yekemîn û tecrûbeyên xwe yên destpêkê ya gerîlatiyê li herêma Botanê bi dest xist, di heman salê de derbasî qada Heftenînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me yê ku li Heftenînê di warê akademîk de perwerdeya şervanê nû dît, bi perwerdeya ku dîtiye re di partîbûn, jiyana çiyayî û hunera gerîla de tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêyê me her çend berê ramanên Rêber Apo naskiribe jî, bi perwerdeya ku li çiyê wergirtî re derfeta xwe di felsefeya Rêbertî de kûrkirin, bi dest xist. Hevrêyê me yê ku bi hêz û morala ku ji pêvajoya perwerdeyê wergirtî tevlî xebatên pratîkî bû, li gelek qadên herêma Heftanînê xebatên xwe meşand. Hevrêyê me Şahîn ku bi destpêkirina êrîşên dijmin re di nava çalakiyan de cih girt, tevlî gelek çalakiyên ku li herêma Heftanînê bi pêş ketin, bû. Hevrêyê me yê ku bi tevlîbûna xwe ya bi cesaret hişt ku derbên giran li dijmin bê xistin, bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî ji ber pratîka wî ya serkeftî mînak bigirin.

Hevrêyê me Şahîn ê ku 3 salan li herêma Heftanînê pratîk meşand, bi tecrûbe û sekna xwe ya zelal a li dijî dijmin bû gerîlayekî jêhatî. Hevrêyê me Şahîn ê ku derfeta naskirina hemû herêma Heftenînê bi dest xist, bi hakîmiyeta xwe ya li ser herêmê re zanebûn û tecrûbeyeke pêwîst ji bo gerîlatiyeke bi bandor ava kir. Piştî sala 2018’an hevrêyê me ku di çarçoveya projeya ji nû ve avakirina gerîla de tevlî pêvajoyên perwerdeyê bû, li akademiyên leşkerî ku 2 salan lê bû, xwe bi temamî ji bo gerîlatiya serdema nû amade kir. Hevrêyê me ku xwe di gelek aliyan de perwerde kir, ji taktîka gerîlatiyê heta qonaxên pratîkirina vê taktîkê û bikaranîna çekê ku di van qonaxan de bê bikaranîn, weke gerîlayekî pispor û profesyonel careke din berê xwe da qada pratîkê. Hevrêyê me Şahîn ê ku bi qasî salekê li Zagrosan gerîlatî kir, bi dijwarbûna êrîşên dijmin ên li ser herêma Heftanînê re, carek din berê xwe da herêma Heftanînê. Hevrêyê me Şahîn bi saya hakîmiyeta xwe ya li herêmê, yekser tevlî çalakiyên bi bandor ên li dijî dijmin bû û pêşengî kir. Hevrêyê me Şahîn bi çalakiyên xwe piştrast kir ku ruhê berxwedanê li herêma Heftanînê ku êrîşên dijmin lê giran bûye zindî maye û girîngiya dîrokî ya Heftanînê ji bo têkoşîna me careke din derxistiye holê.

Li hemberî dagirkeran çalakiyên bi bandor lidar xist

Hevrêyê me Şahîn ku xwest barê hevrêyên xwe yên li dijî êrîşên berfireh ên dewleta tirk a qirker li tunelên berxwedanê yên li herêmên Avaşîn Zap û Metînayê sivik bike, bi vê armancê derbasî herêma Metînayê bû. Hevrêyê me Şahîn ê ku mîrateya berxwedanê ya hevrêyên me Rêber, Hêjar, Sema, Nûrî û Rojhat ku bi ked û berdêlên mezin hatine avakirin dewr girt, bi xwedîderketina li bîranîna şehîdan hewl da berxwedanê hê bêhtir mezin bike. Di serî de hevrêyê me ku di nava tîmên gerîla yên bi tevger de cih girt, bi tîmên ku di nav de cih digirt li dijî dijmin çalakiyên bi bandor pêk anîn, barê hevrêyên xwe yên di tunelên şer de sivik kirin. Hevrêyê me Şahîn ê ku di ferqê de bû ku bi her derba li dijmin dixe re serkeftin nêzîktir dibe, timî di nava lêhûrbûn û lêgerînê de bû ku derba dawî li dijmin bixe. Piştre hevrêyê me derbasî tunelên şer ên li Girê Ortê bû û li vir jî heman lêhûrbûn dewam kir. Hevrêyê me ji bo pêşvebirina şerên tunelan li vir ked da û ev ked û berxwedan di geşkirina berxwedanê de diyarker bû. Hevrêyê me Şahîn û hevrêyên wî li dijî hemû çek û taktîkên dijmin li Girê Ortê tunela şer veguherandin kelehên berxwedanê ya îro û di dîroka me ya têkoşînê de çîrokeke nû ya lehengiyê ava kirin.

Li pêşberî berxwedana destanî ya hevrêyên me, artêşa tirk a dagirker ku bêçare ma, hewl da gelek caran bi çekên kîmyewî û bombeyên taktîkî yên nukleerî encam bigire. Hevrêyê me Şahîn ê di van êrîşan de şehîd bû, heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe ya bi Rêber Apo û partiya me PKK’ê re parast. Hevrêyê me Şahîn ku hem bi dengê xwe yê bedew hem jî bi gerîlatiya xwe ya pispor ji bo hevrêyên xwe çavkaniya hêz û moralê ye, wê di têkoşîna me de her tim bê bîranîn û em soz didin ku em ê têkoşîna wî teqez heta serketinê bimeşînin.

Ciwan Minbic destpêkê tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû

Hevrêyê me Ciwan li Minbicê di nava malbateke welatparêz a gelê me yê ereb de ji dayik bû. Hevrêyê me ku çand û exlaqa kûr a gelê ereb ji malbata xwe wergirt, bi van nirxan mezin bû. Hevrêyê me yê ku demek dirêj li bajarê Minbicê di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê de neçar ma ku bijî, di vê pêvajoyê de rûyê rast ê çeteyên ku Îslamê weke maske bikar tînin dît. Hevrêyê me di demek nêz de ket ferqa ku çeteyên ku para xwe ji nirxên mirovahiyê negirtine, di bin navê îslamiyetê de weke tetîkkêşên hêzên herêmî bi taybetî ya dewleta tirk tevdigerin. Ji ber vê jî mîna tevahiya gelên ku neçar man di bin dagirkeriya çeteyan de bijîn hevrêyê me Ciwan û malbata wî jî li benda wê rojê bûn ku di demek nêz de azadiya xwe bi dest bixin. Hevrêyê me Ciwan û malbata wî ku di pêngava hêzên azadiyê yên Rojava de ku li ser bingeha fikrên Rêber Apo ji bo azadiya hemû gelên Sûriyeyê têkoşiyan, ji bo rizgarkirina Minbicê di sala 2016’an de bi hemû hêza xwe bawer bûn ku ev hêz wê çeteyên DAIŞ’ê têk bibin. Piştî hêzên azadiyê yên Rojava bi berdêlên giran Minbic rizgar kirin û gelê Minbicê ji nav tarîtiyê derxistin, hevrêyê me Ciwan derfeta naskirina fikrên Rêber Apo ji nêz ve bi dest xist. Bi taybetî piştî hevrêyê me Ciwan ramanên Rêber Apo ya neteweya demokratîk fam kir, bawer kir ku wê tevahî gel tenê li dora vê fikrê bigihîjin azadiya xwe ya rasteqîn.  Bi vê bîr û baweriyê hevrêyê me Ciwan ku destpêkê tevlî nava hêzên azadiyê yên Rojava bû, perwerdeya xwe ya destpêkê li vir wergirt. Hevrêyê me yê ku bi perwerdeya wergirtî re Rêber Apo ji nêz ve nas kir, fêhm kir ku ji roja destpêkê ve biryareke çawa rast daye. Ji bo vê jî hevrêyê me Ciwan ji bo naskirina felsefeya Rêber Apo bi hemû hebûna xwe, xwe daye têkoşînê û bi demê re guhertinên girîng di şexsê wî de ava bûye.

Hevrêyê me Ciwan ê ku ji seknin û têkiliyê hevrêtiyê ya milîtaniya Apoyî bi bandor bû, ji bo bibe hevrêyekî baş ê van hevrêyan, kedeke mezin da. Piştî ku xwe di aliyê îdeolojîk û leşkerî ve pêş xist, ji bo êrîşên li dijî gelên me bê bandor bike, ked da û ket nava lêhûrbûnan. Weke milîtanekî ciwan ê ereb ê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bersivê bide êrîşên dewleta tirk ên dagirker ku dijminê hevpar ê tevahiya gelan e, her tim bi rengekî çalak tevlî nava têkoşînê bû. Hevrêyê me Ciwan ê ku di her kêliyê de ji bo pêşxistina xwe xwedî kedek mezin bû, di gelek branşan de pispor bûye û ji bo bicihanîna erk û berpirsyariyên xwe yên serdemê kedek mezin raber kiriye. Ji ber êrîşên dewleta tirk ên li dijî gelê me yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku roj bi roj girantir dibe, bûye sedem ku hêrsa hevrêyê me ciwan mezin bibe. Hevrêyê me ku xwest vê hêrsê bike bingeha têkoşîneke hê bi bandor, li ser vê bingehê lêhûrbûnên xwe hîn kûrtir kir. Hevrêyê me Ciwan ku biryar da têkoşîna xwe li çiyayên Kurdistanê bi lêhûrbûnên jiyayî bidomîne, bi taybetî di serdemeke ku êrîşên dijmin ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dijwar bûn de, bi biryardariyek mezin berê xwe da çiyayên Kurdistanê.

Xwe bi temamî fedayî têkoşîna şoreşê kir

Hevrêyê me Ciwan ê ku piştî gihişt çiyayên Kurdistanê û ji xwezayê wê ya bi heybet bibandor bû, bi saya tevlîbûna xwe ya bi coş û xwestek, di demeke kurt de gihişt çiyê. Hevrêyê me yê ku ji têkiliyên hevrêtiyê ya ku bi kedek mezin a gerîla hatiye avakirin û ji samîmiyetên kûr ên hevrêyên xwe bi bandor bû, hem ji bo ku bibe milîtanekî baş ê Apoyî hem jî hevrêyekî baş ê hevrêyên xwe her tim lêhûrbûn kir û ked da. Ji ber vê ji aliyê hevrêyên xwe ve hat hezkirin û nirx dît. Hevrêyê me Ciwan têgihişt ku di nava gerîla û çiyê de dikare felsefeya Rêbertî baştir fêm bike û xwe bigihîne kesayeta Apoyî û li ser vê bingehê her tim lêhûrbûn kir û di kesayetiya xwe de guhertinên girîng pêk anî. Hevrêyê me Ciwan ku bi asta lêhûrbûnên ku xwe gihandiyê re karî bibe kadroyekî Apoyî û xwe bi temamî fedayî têkoşîna şoreşê kir. Hevrêyê me Ciwan ku hayê wî ji polîtîkayên dewleta tirk a dagirker hebû, têgihişt ku êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê di çerçoveyê van polîtîkayan de pêk tên. Hevrêyê me yê ku dizanîbû eger dewleta tirk bigihêje armanca xwe, ev yek tê wê wateyê ku hemû gelên Rojhilata Navîn azadiya xwe winda bikin û ji bo vê weke ewladekî leheng ê gelê ereb ti carî ev yek qebûl nekir. Ji bo vê jî hevrêyê me yê ku biryar da têkoşîna xwe mezintir bike, li ser vê bingehê xwe di warê leşkerî de pêş xist û di taktîkên gerîla yên serdema nû de bû pispor. Hevrêyê me Ciwan ê ku di encama lêhûrbûnên îdeolojîk û leşkerî de derbasî Metîna bû ku êrîşên dijmin lê giran bûn, cihê xwe di nava tunelên berxwedanê yên Girê Ortê de girt.

Hevrêyê me Ciwan ê ku tevî hevrêyên xwe di tunela şer a ku êrîşên dijmin kêliyekê jî ranewestiya de, berxwedaneke dîrokî nîşan da; Bi kesayetiya xwe ya ciwan, dînamîk û zindî di şerê tunelê de roleke girîng lîst. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi tevlîbûna xwe ya fedaî barê hevrêyên xwe sivik kir, bi vî rengî wezîfeya xwe ya hevrêtiyê bi layiqî bi cih anî. Dewleta tirk a qirker ku li Girê Ortê tevî ku her cure çek bi kar anî jî nekarî vîna Apoyî ya hevrêyên me bişkîne, careke din xwest bi bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên taktîkî yên nukleerî ku rêgez û exlaqê şer binpê dike, encam bigire. Hevrêyê me Ciwan ê ku bi berdêla fedakirina canê xwe nehişt ku dijmin vîna wî bişikîne û di kesayetiya xwe de sekna milîtanî ya Apoyî temsîl kir, heta nefesa xwe ya dawî bû dilsozê felsefeya Rêber Apo û bîranîna hevrêyên xwe yên şehîd. Hevrê Ciwan ku ewladê hêja û leheng ê gelê me yê ereb e, wê her tim bi paqijî, dirustî û girêdana xwe ya bi nirxên azadiyê re bê bîranîn û bîranîna wî di têkoşîna me de zindî bê hiştin.

Jiyan Timoqî li herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû

Hevrêya me Jiyan li Êlihê ji dayik bû. Hevrêya me Jiyan ji eşîra Timoqîyan bû û eşîra Timoqî eşîreke bi nirx e ku ji roja damezrandina PKK’ê heya niha tim piştgirî daye têkoşînê û gelek zarokên xwe şandine nava refên PKK’ê. Ji ber vê yekê jî hevrêya me jî di zarokatiya xwe de têkoşîna me nas dike. Ji ber ku ji derdora wê û ji eşîra wê gelek kes beşdarî refên gerîla bûn û di nava wan de şehîd jî hebûn, ev yek tesîreke mezin li hevrêya me dike û bû sedem ku li hemberî gerîlayan bibe xwedî hezkirineke mezin. Hevrêya me di ciwantiya xwe de dest bi xebatên ciwanên welatparêz kir û li aliyekê xwest li hemberî zîhniyeta qirker a dijmin gelê me agahdar bike û li aliyekî jî xwest xwe û derdora xwe û rastiya dijmin ji nêz ve nas bike. Hevrêya me çawa têgihişt ku dijmin bi awayekî sîstematîk êrîşên qirkirinê li ser gelê me pêk tîne, gihişt wê baweriyê ku êrîşên dijmin bes bi pêşxistina hişmendiya xweparastina civakî pêkan e. Di vê wateyê de di xebatan de xwedî kedeke mezin bû. Her çi qas partiya me PKK di civaka me de feraseta nûbûn û hişyarbûnê ava kiribe jî, hê jî di mijara tundiya li ser jinan û qebûlnekirina azadiya jinan de kêmasî xwe nîşan didin. Pirsgirêka azadiya jinê bi kiryarên dewleta tirk a dagirker di nava civakê de pirsgirêkeke mezin e. Ev yek bû sedem ku hevrêya me Jiyan li ser vê yekê kûrtir bibe û ev yek ji xwe re weke têkoşîna herî sereke destnîşan kir. Bi kûrbûn û şêwaza têkoşîna xwe li ser vê yekê tecrûbeyên girîng bi dest xist. Hevrêya me her çend xwedî têkoşîneke bibandor bû jî, di wê baweriyê de bû ku li dijî zîhniyeta serdest a mêran bes têkoşîna çekdarî dikare bibe bersiv. Di heman demê de şehadeta xizma wê ya nêz hevrê Jiyan (Semra Tûnç ) bû sedem ku hevrêya me Jiyan têkoşîna hevrêya me weke gerîla  bidomîne û di vî warî de kûrtir bibe. Di sala 2015’an de ku êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me zêde bûn, hevrêya me Jiyan ji bo bîranîna şehîdên me û hesabpirsîna wan êrîşên li ser gelê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û ji herêma Garzanê tevlî nava refên gerîla bû.

Bi awayekî aktîf beşdarî şerê li dijî çeteyan bû

Hevrêya me Jiyan navê keçmama xwe, hevrêya me Jiyan (Semra Tûnç) girt û jiyana gerîlatiyê ji bo xwe weke destpêkeke nû qebûl kir. Hevrêya me pir ji şêwaza komunal û hevaltiya kûr a jiyana gerîla bi bandor bû û  jiyana PKK’ê weke rêya gihiştina heqîqetê nirxand. Nêzîkatiya bi hurmet a hevrêyan a ji bo hev û têkiliyên wan ên xurt jî tesîreke mezin li hevrêya me Jiyanê kir. Hevrêya me bi perwerdeya xwe di demeke kurt de hînî jiyana gerîla û jiyana çiyayî bû, bi kûrbûnên xurt  di kesayeta wê de veguherînên girîng pêk hatin. Hevrêya me Jiyan da ku bi awayekî aktîf beşdarî pêvajoya şerê dijwar bibe weke ferzekê xwe di warê leşkerî de pêş xist, ji bo beşdarî pêngava rizgarkirina Êzidiyan a ji destê çeteyên DAIŞ’ê bibe, derbasî herêma Şengalê bû. Hevrêya me li vir bi awayekî aktîf beşdarî şerê li dijî çeteyan bû û di warê leşkerî de tecrûbeyên girîng bi dest xistin. Her wiha ji bo hevrêya me bû firsend ku rastiya gelê me ji nêz ve nas bike û gelekî ji têkoşîna jinên êzidî ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê bandor bû. Hevrêya me heta sala 2018’an li herêma Şengalê ma, piştre berê xwe da çiyayên Kurdistanê û derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêya me li herêma Avaşînê têkoşîna xwe domand û 4 salan li vê herêmê bi awayekî aktîf di nava refên gerîla de cih girt. Hevrêya me li herêma Avaşînê ku wê demê şer lê giran bû li dijî dewleta tirk a dagirker di gelek çalakiyan de cihê xwe girt û bi wêrekiya xwe û bi hêrsa xwe ya kûr a li dijî dijmin kir ku encamên serkeftî werin bidestxistin.

Hevrêya me Jiyan bi tevlîbûna xwe ya aktîf a di çalakiyan de û bi helwesta xwe bû mînak ji hevrêyên xwe re û tim xwe weke gerîlayeke YJA Starê bi pêş ve bir. Bi tecrûbeyên şêwaza taktîkên gerîlatiya nû xwe di têkoşînê de kûrtir kir û di pêkanîna wan taktîkan de bû xwedî roleke mezin. Hevrêya me piştî pratîkên serkeftî yên li herêma Avaşînê xwest xwe di îdeolojî û xeta jina azad de bi pêş ve bibe û bi vê armancê beşdarî perwerdeya akademiya jina azad a Şehîd Bêrîtan bû.

Li Metînayê bi coşeke mezin di tunelên şer

Hevrêya me Jiyan ji bo ku ji vê perwerdeyê herî zêde sûd werbigire û di vî warî de kesayeta xwe bi pêş ve bibe gelekî girîngî da vê akademiyê. Hevrêya me ku dizanî li dijî pergala serdest a mêr, çareserî têgihiştina fikrên Rêber Apo ye û di vî warî de kete nava kûrbûneke mezin. Di encama pêvajoya perwerdeyê de di kesayeta hevrêya me de veguherînên mezin pêk hatin û di pêkanîna wan guherînan de tim bi israr bû. Hevrêya me Jiyan ku di xeta jina azad a PAJK’ê de bû xwedî helwesteke diya, biryardariyeke mezin bi dest xist û piştre berê xwe da herêma Metîna ku şer li wir dijwar bû. Xwest ji pêvajoya şerê dijwar re bibe bersiv. Hevrêya me Jiyan li Metînayê bi coşeke mezin di tunelên şer de jî di gelek xebatan de cihê xwe girt û bi heman coşê li ber xwe da û berxwedan pêş xist. Hevrêya me li Girê Ortê ji bo ku tunelên şer veguherîne keleheke nûjen kedeke mezin nîşan da û bi hevrêyên xwe re her carê êrîşên dijmin pûç kir. Hevrêya me Jiyan dixwest berxwedana efsûnî ya li Zendûra, Girê Hekarî û Girê Ortê bigihîne serkeftinê û ji bo vê yekê jî her cure fedekarî nîşan da.

Hevrêya me bersiv da hemû êrîşên dijmin û nîşan da ku wê tu carî rê nede dijmin. Hevrêya me di encama bikaranîna çekên kîmyewî û bombeyên nukleerî yên ku dewleta tirk a dagirker şehîd bû. Bi têkoşîna xwe ji hemû jinên kurd re bû şervaneke mînak û di rûpelên dîroka têkoşîna me de navê xwe bi tîpên zêrîn da nivîsandin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar